Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol sibê beriya nîvro dê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze bikin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de bi serokatiya hevserokên giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi awayekî awarte civiyan. Sibê jî beriya nîvro Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol, rêveberiya koma DEM Partiyê û endamên Komîsyona Meclisê sibê beriya nîvro dê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze bikin.















