• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

Amed / AW

4 TEBAX 2026 - 11:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Tîrmehê aşkere kir. DFGê diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan pêş ketine û da zanîn ku 12 rojnameger hatine binçavkrin. DFGê xwest ku mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Tîrmehê eşkere kir. DFGê diyar kir ku li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan bi pêş ketine û destnîşan kir ku li ser rojnamegeriya Kurdî jî zext bi rêk û pêk didomin. DFGê da zanîn ku di meha Tîrmehê de 12 rojnameger hatine binçavkirin û ji van 2 hatine girtin.

Li dijî azadiya çapemeniyê zext bi rêbazên cuda pêş ketin

DFGê diyar kir ku di meha Tîrmehê de jî li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser azadiya ramanê û çapemeniyê zêde bûn û wiha got: “Rojnameger ji ber parvekirinên medya dijîtal, nûçeyên ku çêkirine û xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin binçavkirin, girtin û gef li wan hatin xwarin. Dîsa ji ber xebatên xwe hatin darizandin. Bi taybetî beriya Zîrveya NATOyê operasyon pêk hatin. Dema rojnamegeran ev operasyon dişopandin, hatin astengkirin. Medyayên dijîtal hatin astengkirin. Li dijî azadiya çapemeniyê zext bi rêbazên cuda pêş ketin.”

12 rojnameger hatin binçavkirin

DFGê da zanîn ku di Tîrmehê de, 12 rojnameger hatin binçavkirin û wiha domand: “Di nava wan de nûçegîhana rojnameya Cumhuriyetê Gulnur Saydam, rojnameger Fatma Sibel Gurcihan, Edîtora T24ê Buse Sogutlu, Edîtora Odatv Ceren Erdogdu, Nûçegîhanê Niha+ Abbas Vural, Midura Karên Nivîsan a Berê ya Azadîya Welat Berfin Ay, Rojnameger Hazar Dost, Nûçegîhanê BîrGunê Kayhan Ayhan, Nûçegîhanê DWyê Alîcan Uludag, rojnameger Alî Taş, Fermandar Kardaş û Cem Kuçuk hatin binçavkirin. Balkêş bû rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê yên nûçe, parvekirinên medya dijîtal hatin binçavkirin. Di nava 12 rojnamegeran de Fatma Sîbel Gurcîhan û Cem Kuçuk hatin girtin.”

DFGê di berdewama raporê de ev agahî parve kirin: “Tişta di Tîrmehê de balkêş bû, operasyonên beriya Zîrveya NATO ya li Enqereyê ku di 7-8ê Tîrmehê de pêk hatin, bû. Di van operasyonan de Edîtora Nûçeyan a T24an Buse Sogutlu, Edîtora Odatv Ceren Erdogdu û Nûçegîhanê Niha+ Abbas Vural hatin binçavkirin. Di heman demê de rojnameger Hazar Dost jî hat binçavkirin. Di bin çavan de tundî li Hazar Dostê hate kirin.

Rasterast mudaxileya mafê rojnamegeran a ragihandinê ye

Di 7ê Tîrmehê de li dijî Zîrveya NATO li Parka Kurtuluşê çalakî pêk hat. Rojnamegerên çalakî şopandin rastî tundiya polîsan hatin. Polîsan bi mertalên xwe destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikişînin. Polîsan rojnameger asteng kirin û ji qadê dûr xistin. Ev raste rast mudaxaleya mafê rojnamegeran a ragihandinê ye.

Bi pêvajoya darizandinê zextên li ser rojnamegeran berdewam dike

Di Tîrmehê de rojnameger ji ber parvekirinên medya dijîtal hatin binçavkirin. Der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji 14 dosyayan 33 rojnameger têne darizandin. Di Tîrmehê de gelek rojnameger hatin darizandin û danişînê wan hatin lidarxistin. Di nava mehê de hin rojnameger tahliye bûn û hinekan beraet kirin. Lê gelek doz jî hatin taloqkirin. Ev nîşan dide ku bi pêvajoya darizandinê zextên li ser rojnamegeran berdewam dike.

Li aliyê din rojnameger Aslihan Gençay beraet kir. Nûçegîhana BirGunê Sarya Toprak jî beraet kir. Nûçegîhanê ETHAyê Muslum Koyun û rojnameger Yildiz Tar jî hatin berdan. Nûçegîhana Rojnameya BirGunê Ebru Çelîk jî ji ber nûçeya pêvekirina rozetan a CHPê di meha Tîrmehê de bû mijara zextan. Çelîk ji ber vê nûçeya xwe rastî gefan û lêpirsînê hat. Dîsa Kordînatorê Webê yê BirGunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn jî îfadeyên wan hatin girtin. Rojnameger Fatîh Altaylî û Tîmur Soykan ji ber heman nûçeyê îfade dan.

Di Tîrmehê de gelek malperên înternetê, yên rojnameyan û hesabên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Di Tîrmehê de 20 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Xwegihandina 2 nûçe û 2 malperên nûçeyan hatin astengkirin. Di vê mehê de ji ber nûçeyan 11 weşan hatin qedexekirin.

Hesabên saziyên çapemeniyê yên bi Kurdî weşanê dikin hatin astengkirin

Di serê mehê de gîhandina malperên înternetê yên Nûmedya24, Azadiya Welat, Ajansa Welat û Nupel hatin astengkirin. Dîsa xwegîhandina hesabên X yê yên Ajansa Welat û Nûmedya24 li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Bi taybetî saziyên çapemeniyê yên ku bi Kurdî weşanê dikin hesabên wan hatin astengkirin. Hesabên wan ên medya dijîtal li ser hev hatin astengkirin. Hat dîtin ku hesabên weşana Kurdî bû hedefa sereke.

Ragihandina hesabên Xyê yên Sendika.Org û soL Haber hatin astengkirin. Hesabên X, Instagram, Facebook, TîkTok û YouTube yê Ozguruz û malpera înternetê hat astengkirin. Ragihandina hesabê Jinnewsê yê Xyê careke din hat astengkirin. Dîsa hesabên rojnamegeran jî hatin astengkirin. Di nava mehê de ragihandina hesabên rojnameger Dîren Yurtsever, Oznur Deger, Alîcan Uludag û Gulistan Gulmuş ên X yê hatin astengkirin.

Daneyên Tîrmeha 2026an nîşan dide ku li Tirkyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan pêş ketine. Bi rêbaza binçavkirin, girtin, lêpirsîn, darizandin, gef, astengkirina şopandina nûçeyan, qedexeya weşanê, astengkirina ragihandina hesabên medya dijîtal û şêwazên din zext pêş ketine.

Zextên li ser rojnamegeriya Kurdî didomin

Ji ber ku rojnamegeran nûçeyên xwe li ser medya dijîtal parve kirine hatine binçavkirin, girtin û der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Astengiya ragihandina malperên nûçeyan û hesabên medya dijîtal, nîşan dide ku hîn li Tirkiyeyê pirsgirêka astengiya li pêş azadiya çapemeniyê berdewam dike.

Bi taybetî astengiyên ragihandina malperên Kurdî yên wekî Azadîya Welat û Ajansa Welat û astengkirina ragihandina hesabên wan ên medya dijîtal, nîşan dide ku zextên bi rêk û pêk li ser rojnamegeriya Kurdî didome.”

Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin

DFGê di dawiya raporê de wiha got: “Em wekî DFGê careke din dibêjin; Rojnamegerî ne sûc e. Mafê şopandin û çêkirina nûçeyan û mafê xwe gihandina agahiyên rast nayê astengkirin. Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin. Divê rojnameger ji ber karê xwe neyên astengkirin û neyên darizandin. Divê sansura li ser medya dijîtal bi dawî bibe.”

Etîket: 12 rojnameger binçav kirin2 rojnameger girtingirtina rojnamegeranMeha TîrmehêRapora DFGê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Enflasyona meha Tîrmehê hat eşkerekirin

Enflasyona meha Tîrmehê hat eşkerekirin

3 TEBAX 2026
Rapora DFGê ya Çileyê: 14 rojnameger binçav kirin û yek girtin

Rapora DFGê ya Çileyê: 14 rojnameger binçav kirin û yek girtin

3 SIBAT 2026
DFGê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran eşkere kir

DFGê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran eşkere kir

10 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne