• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komeleya Sînemayê kuştina hunermend Mehdî Tewakolî şermezar kir

Amed / AW

3 TEBAX 2026 - 15:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hunermend Mehdî Tewakolî; bi dayika xwe Meryem Aslanî û xwişka xwe Somayeh Tewakolî re, di 26ê Tîrmeha 2026an de ji aliyê hêzên rejîma faşîst a Îranê ve hatin kuştin. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn kuştina hunermend Mehdî Tewakolî û malbata wî şermezar kir û wiha got: “Em soz didin; em ê sopdarên kamera û hunera wî bin.”

Wênegir û hunermend Mehdî Tewakolî; bi dayika xwe Meryem Aslanî û xwişka xwe Somayeh Tewakolî re, di 26ê Tîrmeha 2026an de ji aliyê hêzên rejîma faşîst a Îranê ve hatin gulebarankirin û kuştin. Pasdarên Rejîma Faşîst a Îranê, bêyî ku hişyar bikin, li ser rêya Merîwan-Sineyê, gule li wesayîta wan barandin. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn derbarê kuştina Mehdî Tewakolî û malbata wî de daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Komeleya Sînemayê diyar kir ku kuştina wan ji xwe beşek ji tundiya sîstematik a dewleta Îranê ye.

Komeleya Sînemayê qala jiyan û berhemên Mehdî Tewakolî kir û wiha got: “Li Sineyê hunermend û wênegirek navdar bû. Rêveberê Mala Wênegirên Kurdistanê, damezrînerê Navenda Hunerî ya ‘Caw’ û mamosteyê Komeleya Sînemaya Ciwan a Kurdistanê bû. Li pey xwe bi sedan wêne ji nifşên wênegir û sînemagerên ciwan ên ku wî perwerde kiribûn re hişt.”

‘Çavên xwe li vê rastiyê negirt’

Komeleya Sînemayê desnîşan kir ku Mehdî Tewakolî her tim li pey rastiyê bû û wiha domand: “Berê kameraya xwe da wan derên ku desthilatdaran nedixwestin bê ditin. Di qadraja wî de Êzidiyên ku ji komkujiya Şengalê sax man, bindest, koçber û niştecîhên Kobaniyê hebûn, bi salan li Sineyê pêşangehên ku rû, şîn û berxwedana van mirovan nîşan dide vekirin. Ji bo wî wêne şahidiyek bû, tomarkirina windayan, koçberan, bindestan û yên ku hatibûn qetilkirin bû. Wekî hunermendê gel çavên xwe li vê rastiyê negirt û xwe bi paş ve nekişand û bi kameraya xwe hewl da van rastiyan nîşan bide.”

‘Tevî gelek caran hate binçavkirin jî dest ji xebatên xwe berneda’

Komeleya Sînemayê diyar kir kir ku Mehdî Tewakolî tevî ku gelek caran hatibû binçavkirin jî dest ji xebatên xwe berneda û wiha pê de çû: “Rejîma Îranê her tim ew wekî ‘pirsgirêka ewlehiyê’ dît. Ji ber çalakiyên xwe yên hunerî û çandî di salên 2016, 2017 û 2022yan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve çend caran hat binçavkirin û cezayê girtîgehê li wî hat birin. Lê wî gavekî ji helwesta xwe bi paş ve neavêt, heta roja xwe ya dawî bi hunera xwe re li cem gelê xwe sekinî.”

‘Qetilkirina wan beşek ji tundiya sîstematîk a dewleta Îranê ye’

Komeleya Sînemayê li ser nêzikatiya rejîma Îranê ya li dijî Kurdan sekinî û ev tişt gotin: “Rejîma Îranê li dijî Kurdan, gelên Îranê, jinan û şoreşgeran erîşên dijwar daye destpêkirin. Her roj bi dehan kes têne revandin, windakirin, qetilkirin û darvekirin. Qetilkirina Mehdî Tewakolî, qetilkirina dayika wî û xwişka wî beşek ji vê tundiya sîstematik a dewleta Îranê ye. Niha jî hewl didin ku vê qetlîamê bi derewan ‘qezaya trafîkê’ veşêrin. Lê em dizanin; hunera wî dê ji yên ku dixwazin wî tune bike dirêjtir bijî. Her dimenê ku Mehdî kişandiye, îro li hemberî vê derewê wekî şahidiyekê ye.”

‘Em ê şopdarên kamera û hunera wî bin’

Komeleya Sînemayê qala sekna gel a li hemberî rejîma Îranê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî hemû êriş û gefên faşîst, gelê Sineyê bi biryardariyeke mezin a berxwedêr û bi merasimeke heybet a ku layîqê wî bû ew oxir kir. Em van êrîşên rejîma faşîst a Îranê bi tundî şermezar dikin. Em li ber bîranîna Mehdî Tewakolî, Meryem Aslanî û Somayeh Tewakolî bi rêzdarî serî ditewînin. Û em soz didin; em ê sopdarên kamera û hunera wî bin. Em ê bi qadraja wî li cîhanê binêrin û li ser şopa wî bimeşin.”

Etîket: Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata NavînMehdî Tewakolî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

9 HEZÎRAN 2026
Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike: Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike: Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin

4 KANÛN 2025
‘FîlmAmed dibistan e, li dijî înkar û sansurê ye’

‘FîlmAmed dibistan e, li dijî înkar û sansurê ye’

1 COTMEH 2025
Festîvala FîlmAmedê bi dawî bû: Peywîra sînemayê vegotina heqîqetê ye

Festîvala FîlmAmedê bi dawî bû: Peywîra sînemayê vegotina heqîqetê ye

30 ÎLON 2025
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir: Bû dibistana fîlman

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir: Bû dibistana fîlman

26 ÎLON 2025
Mîhrîcana Kîjan Mafên Mirovan: Du belgefîlm hatin nîşandan

Mîhrîcana Kîjan Mafên Mirovan: Du belgefîlm hatin nîşandan

15 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne