KCKê destnîşan kir ku ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebe, ji bo Êzidî bibin xwedî jiyaneke demokratîk û azad a ji xwerêveberiyê, ne tenê Kurd divê hemû mirovahî berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya salvegera 12yemîn fermana Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo careke din ferman li ser êzidiyan ranebe divê hemû mirovahî berpirsyariya xwe bi cih bîne û banga xwedîderketinê kir.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi vî rengî ye:
“Em Êzidiyên ku di fermana 74an a 3yê Tebaxa 2014an de jiyana xwe ji dest dan hemûyan bi hurmet bi bîr tînin. Gerîlayên ku dest li êrişa qirkirinê ya DAIŞê ya li Şengalê werdan û di pêşîgirtina li komkujiyê de şehîd bûn, hêzên parastinê yên Şengalê yên şehîd bûn bi minet û hurmet bi bîr tînin.
Hêzên paşverû yên Rojhilata Navîn di herikîna dîrokê de gelek caran ferman li Êzidiyan rakirin, ji bo qirkirinê êriş kirin. Baweriya Êzidiyan tenê di nava Kurdan de afirî û belav bû. Li gel fermanan hemûyan jî heta niha hebûna xwe dewam kirin.
Êzidî weke xwediyê yek ji baweriyên herî qedîm ê dîrokê nirxên xwe yên civakî gihandin heta vê rojê. Weke baweriya herî kevn nirxên çandî yên bingehîn ên Kurdan parastiye. Lewma Êzidî hem ji bo Kurdan hem jî ji bo mirovahiyê mîrateyeke dîrokî ya mezin e. Paşverûtî û tundrewiya hişk a olî êriş birin ser Êzidiyan û bi vî rengî êrişî tevahiya mirovahiyê kirin. Ev êrişa ku DAIŞê li dijî tevahiya mirovahiyê kir, nîşaneya wê yekê ye bê fermanên ku di dîrokê de li Êzidiyan rabûn çiqasî giran e.
Rêber Apo zanîbû ku Êzidî nirxekî çandî-dîrokî ye, fermanên li wan rabû bi kûrahî hîs kir, lewma timî ferman da PKKê ku Êzidiyan biparêze. Beriya fermana 3yê Tebaxa 2014an gotibû, wê êrişê bibin ser Êzidiyan, divê hûn Êzidiyan biparêzin. Eger îro hebûna Êzidiyan li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê tê naskirin, di vir de para Rêber Apo gelekî mezin e.
Beriya ku DAIŞ êriş bike gerîlayan bi banga Rêber Apo berê xwe dan Şengalê. 12 gerîla weke koma destpêkê gihîşt Şengalê. PDKê kemîn danî pêşiya gerîla û 3 gerîlayên HPGê dîl girtin. Gerîlayên din jî li çiyayê Şengalê bi cih bûn, dema ku DAIŞê êriş kir dest lê werdan û Êzidî ji komkujiyeke mezin rizgar kirin.
DAIŞ bêyî ku li astengiyekê rast bê ket nava Şengalê, bi hezaran Êzidî qetil kir û avêt nava gorên komî, bi hezaran jin û zarokên Êzidî revandin. Hîn jî aqûbeta bi hezaran Êzidiyan nayê zanîn.

Gava DAIŞê êriş kir, pêşmergeyên PDKê bêyî ku li ber xwe rabe Şengal terikandin. Hêzên artêşa Iraqê yên li derdora Şengalê jî li ber DAIŞê ranebûn. Ji ber ku Êzidî xwedî hêza xweparastinê nebûn, bêparastin man. Eger gerîlayan dest lê wernedabûna, eger ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sedan gerîlayan bi lez ber bi Şengalê ve nebeziya, fermana 74an dibe ku encameke hîn trajîk bi xwe re bianiya. Ji ber vê yekê gerîlayên HPG-YJA Star û YPG-YPJê yek ji destwerdanên herî mezin ên rizgarkirinê yên dîrokê kirin.
DAIŞ piştî ku li Kobanê derba giran xwar, li Şengalê bi destwerdana hêzên gerîla re ji Şengalê hate derxistin. Şengal ji wê rojê û vir ve bi xwerêveberî û hêzên xweparastinê re yekem car gihişt wê astê ku xwedî li îradeya xwe derdikeve. Îro bi meclis û hêzên xwe yên xweparastinê parastina xwe dike. Fermana 74an nîşan da ku divê Êzidî xwedî xwerêveberî û xweparastinê be. Ji ber ku eger xweparastina wan hebûya wê li hemberî DAIŞê li ber xwe bidan û ferman lê ranebûya. Fermana 74’an xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan rewa kir. Her cûre exlaq û wijdan vê yekê ferz dike. Feraseta siyasî ya demokratîk vê yekê ferz dike.
Êzidî dixwazin weke parçeyekî Iraqê bi têkiliya bi federasyona Kurdistanê re xwedî xwerêveberî û xweparastinê bin. Ji bo vê jî bi salan e bi hikûmeta Iraqê û hêzên leşkerî re di nava têkiliyeke nêz de nîqaşan dike û hewl dide pirsgirêkan çareser bike. Lê belê ji ber hin astengî û zextan hikumeta Iraqê hîn jî stauya xwerêveberiyê bi fermî qebûl nekiriye ku mafên xwezayî yên bingehîn ên Êzidiyan e. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em her tim alîgirê lihevkirina Êzidiyan a bi Iraqê re ne û me xwest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji niha û pê ve jî ji bo pirsgirêkên Êzidiyan ên bi Iraqê re bê çareserkirin em ê bibin alîkar.
Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li hemû Êzidiyên li Şengalê dikin ku fikrê xwe, meyla xwe ya siyasî çi dibe bila bibe di nava yekîtiyê de bin, xwerêveberî û xweparastina xwe bi hev re misoger bikin. Em piştgiriyê didin wan ku bi lihevkirina bi Iraqê re pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebe ku baweriya herî qedîm a dîrokê ye, ji bo jiyana demokratîk û azad a ji xwerêveberiyê ya Êzidiyan bê misogerkirin, ne tenê Kurd divê tevahiya mirovahî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di salvegera fermana 74an a 3ê Tebaxê de em bang li Neteweyên Yekbûyî, hemû dewletan û hêzên siyasî dikin ku qirkirina Êzidiyan qebûl bikin û pêwîstiyên vê yekê bi cih bînin.”













