Wan – Li herêma Serhedê derdora 100 projeyên çalak ên HES, JES û GESê hene û talana xwezayê di asta herî jor de ye. Endama Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Ayşe Ergun destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk talana xwezayê zêde bûye û got: Divê ji bo xwezayê jî aştî hebe.”
Li bajarên Serhedê Wan, Mûş, Agirî, Colemêrg, Îdir, Erzirom, Bedlîs û Qersê di van salên dawî de derdora 100 projeyên Santrala Hîdroelektrîkê (HES), Santrala Enerjiya Rojê (GES) û Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) tên çêkirin. Li seranserê van bajêran bi dehan projeyên çalak, yên tên çêkirin û yên di qonaxa Nirxandina Bandora Ekolojîk (ÇED) de ne, hene.
Li gorî daneyên platformên ekolojiyê û raporên herêmî, li Wanê zêdetirî 20 projeyên mezin ên HES, bendav, GES û RESê hene. Bi taybetî li geliyên çem û zozanan projeyên GESê zêde bûne.
Li seranserê Mûşê nêzî 10 projeyên enerjiyê yên çalak hene. Li navçeya Gimgimê projeyên JESê (IGNIS H2) ku bandorê li 16 gundan dike û projeyên “Hîbrît GESê” hatine plankirin.
Li Colemêrgê nêzî 8 HES û bendav, bi taybetî li ser Rûbara Zapê û geliyên dora wê hatine avakirin yan jî tên plankirin.
Li Erziromê zêdetirî 24 projeyên enerjiyê hatine çêkirin ku piraniya wan HES in.
Li ser çem û avên Qersê zêdetirî 12 projeyên enerjiyê ku 10 ji wan HES in, hatine çêkirin.
Li Bedlîsê di van salên dawî de 3 HES û li navçeyên wê 9 projeyên GESê hatine erêkirin.
Li Agirî û Îdirê jî bi nêzî 12 projeyên HES û GESê yên çalak hene.
Bandora HES, GES û JESan a li ser koçberiyê
HES ava çem û rûbaran dixin nav lûleyan (tupen mezin). Ev yek dibe sedema ziwa bûn û birîna ava çeman, ziwabûna zeviyan û mirina masî û zindiyên di nav avê de. Panelên rojê yên GESê li ser rûberên gund, zozan û mêrgan tên danîn. Ev yek qadên daristan, çandiniyê û çêrandina sewalan teng dike û aboriya gundiyan têk dibe. Projeyên Jeotermalê (JES) ku li ser şeqên (fay) erd tên çêkirin, ava di bin erdê de ya paqij kîmyevî dikin û gaza sulfurê berdidin hewayê. Bi sedan gund ji ber ziwabûn û windabûna çavkaniyên debarê neçar dimînin ku berê xwe bidin bajêr û koç bikin.
Ferqa qirkirin û talana ekolojiyê
Endama Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Ayşe Ergun derbarê talana xwezayê de anî ziman ku “qirkirina ekolojiyê” û “talana ekolojiyê” ji hev cuda ne û da zanîn ku “qirkirina ekolojiyê” qirkirina hemû sewalan e û got: “Divê em li şûna têgeha qirkirina xwezayê, têgaha talana xwezayê bi kar bînin. Li Kurdistanê tişekî wisa nîne, niha talaneke mezin heye, heke hemû sewal û zindiyên vir tune bibin, wî demê dê ev yek bibe qirkirina xwezayê.”
Nakokiya polîtîkayên dewletê yên li ser xwezayê
Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşe Ergun diyar kir ku dewlet peyamên parastina xwezayê dide lê Kurdistanê talan dike û got: “Polîtîkayên Dewletêv taxrîbateke mezin li ser vê herêmê dikin û qanûn tên guhertin û zêdetir şîrketan tînin vir. Em dizanin ku ev projeyên tên çêkirin ji bo berjewendiya gel nîne, rasterast ji bo berjewendiya şîrketan e. Em dibînin ku li Geliyê Zîlanê HES hene; lê gundên derdorê bê ceyran mane. Dibêjin ‘em ji bo avê dikin, dê av zêdetir bibe’, lê mesele ne ev e jî. Ji ber vê talanê jiyan parçe parçe dibe û koçberî dest pê dike. HES di bin kanên maden û keviran de bin, ev hemû li ser jiyanê bandor dikin, ango mirov û xwezayê ji hev qut dikin.”
‘Dixwazin axa Kurdistanê têxin bin tekel û kontrola şîrketan’
Ayşe Ergun da zanîn ku axa Kurdistanê ji bo çandiniyê guncav e û wiha pê de çû: “Deşta vir ji bo çandiniyê guncaw e, trîyên Erdîşê yên navdar dikarin werin çandin. Lê mixabin li şûna vê, tên HES û GESan çêdikin. Di demeke nêz de tesîsa projeyeke GESê ava kirin. Armanca wan çi ye? Armanca wan ew e ku axa Kurdistanê zêdetir têxin bin tekel û kontrola şîrketan û berjewendiyên xwe pêk bînin. Şîrket fîltreyan bi kar naynin, lewma ji ber çêkirina HESan av qirêj bûne. Ji ber ku ev fîltrasyon tune ye, ava qirêj diçe tevlî gola Vanê dibe. Ev jî qirêjiyeke mezin çêdike û bandor li ser zindiyên Gola Wanê jî dike. Xweza êdî nikare xwe nû bike.”
‘Talana xwezayê di ‘pêvajoyê’ de zêdetir bû’
Ayşe Ergun bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Pêvajoyê dest pê kiriye lê talana xwezayê mezin bûye. Li cîhanê jî wisa ye; çiqas aştî hebe, ewqas jî talana ekolojîk çêdibe. Divê gel hişyar be. Çawa ku ev şîrket biçin gundekî, divê gundî û ekolojîst bipirsin ‘hûn çi dikin?’ û hesabê bipirsin. Yan na, li vir dê hem koçberî çêbibe hem jî di nav gel de şikandineke wisa çêbibe ku mirov êdî nikare kom jî bike. Ji bo wê em dibêjin gel her tim berxwedanê dike; hem pergala heyî hişyar kiriye hem jî berxwedaneke mezin û têkoşîneke mezin derxistiye holê. Divê şaredarî dîsa bi vê mijarê ve mijûl bibin û li van deran zêdetir civakeke ekolojîk ava bikin. Di warê me de kes tune be jî, pergal tune be jî, em bi xwe tenê dikarin xwe bi rê ve bibin û xwezaya xwe biparêzin. Divê ew hişmendî were avakirin. Nabe ku em tenê herin daxuyaniyekê bidin gundekî ku li wir HES dest pê kiribe û paşê pişta xwe bidinê û vegerin. Dibe ku di qanûnê de jî bibe bingehek ku ekolojiyê zêdetir bide naskirin û pêşiya vê wêranê bigire.”
‘Divê aştî ji bo xwezayê jî hebe’
Di dawiya axaftina xwe de Ayşe Ergun bilêv kir ku divê ji bo xwezayê jî aştî hebe û wiha derbirî: “Di demên borî de dihate gotin ku heke aştî hebe, ji bo xwezayê jî heye. Divê mirov pêşiyê aştiya xwe bi xwezayê re bike. Em nikarin bêjin ‘bila mirov di nava xwe de aştiyê bijîn, lê xwezayê paşguh bikin’. Mirovahî çawa xwe saz dike, aştî û azadiya xwe ava dike, divê ji bo xwezayê jî wisa be. Divê serdest û şîrket destên xwe ji ser axa Kurdistanê û herêma Serhedê vekişînin; divê li van deran HES û GES neyên çêkirin û xwe xurt nekin.”












