Di çalakiya ku li dijî projeya GESê ya li gundê Malê Sala yê Erxeniya Amedê hat lidarxistin de, hat destnîşankirin ku ew ê tu carî destûrê nedin qadên wan ên jiyanê werin tunekirin.
Li gundê Malê Sala yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku tê xwestin bê çêkirin, ji aliyê gundiyan û rêxistinên ekolojiyê ve meşek hat organîzekirin. Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û bi sedan gundî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên ‘Xwezaya me xwebûna me ye, em dev jê bernadin’, ‘Ji talanê re na, ji xwezayê re erê’ û dowîzên ‘Dest nede av û axa me’, ‘Ne li xwezayê ji talanê re bisekin e’ hatin hilgirtin. Meşa ku ji ketina gund heta qada gund dom kir de, pir caran dirûşmeyên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’, ‘Bijî berxwedana xwezayê’ û ‘Ji GESê re na’ hatin berzkirin.
Gundî Rifat Încî yê ku metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku proje zirarê dide xweza û tenduristiyê û wiha got: “Projeya GESê ya li gundê me bandoreke neyînî li kalîteya hewayê dike. Zirarê dide çavkaniyên avê û axê û wan dixe xetereyê. Di bikaranîna panelan de metalên giran tên bikaranîn. Beşek ji van Amûran madeyên kanserojen dihewînin. Ji bo tenduristiya mirovan rîskek mezin çêdike. Di panelên rojê de madeyên zirar ên wekî lîb (kurşun), sifir, zîv, galyum, kadmiyum tellûrid, kadmiyum sûlfid, polyvinûl florûr, selenyum, arsenit û di sîlîkona krîstal de jî silikon tetraklorûr hene. Em ê tu carî destûrê nedin axa me bi jehrî bibe û çandinî û sewalkarî bi dawî bibe.”
Destûr nayê dayîn
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Arzak Bayar jî destnîşan kir ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin ji talanê re û ev tişt anî ziman: “Ev proje ji bo talankirina mêrgên me tên xistin meriyetê. Em ê ligel gundiyan li dijî van li ber xwe bidin. Em ê pêşeroja zarokên xwe nekin qurbana însafê van talankeran. Em ê tu carî destûrê nedin projeyên bi vî rengî. Em ê ligel gundê xwe li ber xwe bidin. Em ê li dijî zirarên ku didin xwezaya navçeya me bisekinin. Ez bang li gelê me dikim ku di nav yekîtiyê de li ber xwe bidin. Mêrg ên me ne û yê me bimînin.”
‘Em ê ber xwe bidin’

Parlamenterê berê yê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî diyar kir ku GES madeyên kanserojen berdide ser axê û wiha axivî: “Em ê destûrê nedin mêrgên ku zarokatiya me tê de derbas bûye, bibin qurbanî talanê. Bi kevirbir, kargehên çîmentoyê, bendav, GES û madenan axa me tê qirêjkirin. Dema biryar tên girtin, bi tu awayî nêrîna gel nayê girtin. Zirarên GESên ku temenê wan 30 sal in û dê bidin axê, pir mezin in. Madeyên kanserojen li ser axê tên hiştin. Gund tê xwestin ku ji çandinî û sewalkariyê bêpar bibe. Ez bang dikim ku em bi gundên derdorê re pêşî li vê kansera ku dixwazin li ser bi hezaran donim erd bihêlin, bigirin. Werin em bi hev re li ber xwe bidin.”
Serokê Komîsyona Jîngeh û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan jî ev tişt anî ziman: “Ev qad tê xwestin ku bi 60 hezar panelên bi jehr bê girtin. Li gelek deverên Amedê bi hezaran donim qad dixwazin bikin qurbana talana GESê. Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeya Erxeniyê di rapora ÇEDê de bal kişand ser zirara ku rapora GESê dikare bide. Em dixwazin diyar bikin em vê projeya talanê ya ku aborî, tenduristî û pêşeroja gel paşguh dike, qebûl nakin. Em ê di serî de di warê hiqûqî de û di her qadê de li cem gel bin.”
Piştî axaftinan, girse derbasî qada mêrgê ya ku wek cihê çêkirina GESê hatiye diyarkirin, bûn. Gundiyên ku li vir bertekên xwe anîn ziman, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin GESê.
Bertekên li dijî GESê bi dirûşmeya ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’ bi dawî bû.















