Enqere – Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyîr Aydar derbarê amadekirina qanûna çarçoveyî de axivî û got: “Tevgera Azadiyê pêşniyarên xwe hem pêşkeşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û hem jî ji dewletê re şandiye.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojeva sereke ye û di asteke krîtîk de ye. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê piştî hevdîtinên bi heyeta AKPê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî dê di 23 Tîrmehê roja Pençeşêmî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biçin Girava Îmraliyê. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê di hevdîtinan de pêşniyarên AKPê yên qanûna çarçoveyî pêşkeşî Abdullah Ocalan bikin û nerîn û pêşniyarên wî bigirin. Heyet dê pêşnûmeyeke niviskî ya qanûna çarçoveyî bibin giravê an na hêj nediyar e.
Piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li bendeyê êdî qanûna çarçoveyî ji partiyên siyasî re be şandin û piştrê jî were rojeva meclise. Ji bo qanûn beriya meclis bikevê batlaneyê di Lîjneya Giştî ya Meclise de derbikevin di navbera AKPê û DEM Partiyê de mutabakatek heye. Ji bo nevaroka qanûna çarçoveyî hefteya borî di navbera DEM Partî, AKPê û MHPê de muzakerê pêk hatin. Tê payîn di hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de êdî pêşnumeya qanûna çarçoveyî diyar bibe û ji raya giştî re jî bê parvekirin. Ji bo wê jî hevdîtina vî heftî ya bi Abdullah Ocalan hevdîtineke dîrokî ye.
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyîr Aydar li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, statuya gel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û amadekirina qanûna çarçoveyî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Divê ew qanûn bingeha çareseriyê ava bike’
Zubeyîr Aydar anî ziman ku qanûna çarçoveyî divê bingeheke xurt ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ava bike û wiha axivî: “Ew qanûn Tevgera me û Rêber Apo ji bo çareseriyê weke avakirina nexşereyeke pênase dike. Pirsgirêka Kurd meseleyeke mezin e. Meseleyeke sedan sala ye. Ji bo wê jî tenê bi qanûneke nayê çareser kirin. Divê ji destûrê bigire hemû qanûnên Tirkiyeyê li ber çavan be derbas kirin. Qanûnên Tirkiyeyê li ser înkara Kurdan hatine çêkirin. Hemû tiştên bi Kurdeyatiyê ve giredayiyê jî hatinê qedexekirin. Ji bo wê jî bi çend qanûnan çareserî nabe. Divê ew qanûna çarçoveyî rêyeke veke ji bo çareseriyê. Yanî heta zindan jî vala bibin, hemû kes bikarin tevlî siyaseta demokratîk bibin û vegerin welêt jî mesele çareser nabe. Qedexeya li ser ziman, çand û nasnameya Kurdî ranebe û Kurd nekevin nava hiqûqê, meselê çareser nabe. Ji ber wê jî divê ew qanûn bingeha çareseriyê ava bike.”
‘Çareseriya bêyî statu û muzakere nayê qebûlkirin’
Di berdewama axaftina xwe de Zubeyîr Aydar bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê dê çû: “Serok Apo rêberê tevgerê ye. Dewleta Tirk jî wî muxatab digire û tevgere jî weke muzakerevanê sereke destnîşan kiriye. Ji bo wê jî divê rewşa wî were zelalkirin. Lê tevî vê yekê jî 2 mehin jê re hevdîtin çênebûye. Heke statuya xwe neyê mîsogerkirin û di vê rewşe de be dê çawa çareseriyê pêk bîne? Ji bo wê jî divê statu were mîsogerkirin. Ew qanûna em qal dikin jî divê vê yekê zelal bike. Heke em ji dilbin ji bo çareseriyê divê Serok Apo ji vê rewşe were derxistin. Çawa ku berpirsên hikumetê bi hemû aliyan re tekildarin û pêşya wan vekiriyê divê Serok Apo jî pêşiya wî vekirî be û bi hemû aliyan re bikarê bikevê tekiliyê. Statuya Rêber Apo xala yekêm e. Heke ew xala yekêm çareser nebe yên din nikarin çareser bibin. ji ber ku gava yekêm ew e. Heke muzakerevanê serekê statuya wî pêk neyê û yê ku tu muxatab digirî di vê rewşe de be dê çawa çareserî pêk were? Nayê qebûl kirin.”
‘Divê qanûn hemû kesan bigirê nava xwe’
Zubeyîr Aydar diyar kir ku Tevgera Azadiyê li ser qanûna çarçoveyî pêşniyarên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşkeş kirine û axaftina xwe wiha domand: “Pêşnûmeya desthilatê negihiştiyê li ber destê me. Negehiştiyê ber destê DEM Partiyê. Ji Rêber Apo re hatiyê şandin an na em nizanin. Tevgerê derbarê qanûna çarçoveyî de pêşniyarên xwe Serok Apo re kirine. Ji dewletê re jî hatiyê pêşkeşkirin. Weke nûçeyên kulîs ku ji aliyê çapemeniya AKPê ve tê parvekirin tê gotin ku ew qanûn dê kategoriyê bike yanî rêveber an ne rêveber bi vî awayî. Ev yek ne li gor çareseriyê ne. Divê li ser qanûnê em bi hev dû re di nava mutabakateke de bin. Heke bêjin em ê pirsgirêke çareser bikin Serok Apo jî di nav de divê tu kes di zindanan de nemîne. Kesên ku tev li siyaseta demokratîk bibin jî divê rastî lêpirsîn û darizandineke neyên. Divê qanûn hemû kesan jî bigirê nava xwe. Her wiha divê qedexeyên li ser siyasete jî rabin. Yanî kesên tev li siyaseta demokratîk bûn divê karibin bi awayekî azad siyasete bikin. Yanî mesele ne danîna çekan e. Ew gel bê rêxistin û têkoşîn nabe. Ji ber ku nikarin siyasete bikin neçar manê biçin çiya. Ji bo wê divê bingeha sedema çek girtinê ji holê be rakirin. Heke qanûn li gor mutabakata me dernekeve, ew qanûn dibe qanûna poşmaniyê û ew qanûn jî tu pêşketinan bi xwe re naynin. Ji bo wê jî bila kes tiştekî cuda daneyne pêşiya tevgere. Em ji dilin ku vê pirsgirêke bi hev re çareser bikin.”
‘Hişmendiya dijber berê me dide peywendiyên cûda’
Di berfirehiya axaftina xwe de Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku aloziyên li Rojhilata Navîn pêwistiya çarseriya pirsgirêka Kurd careke din radixe li ber çavan û wiha got: “Rojhilata Navîn di nav aloziyeke mezin de ye. Tirkiye, Suriye, Iraq, Îran û Kurdistan jî di nav de ye. Dewletên Ereb, Amerîka û NATO jî di nav de ye. Şerê cîhanê yê 3emîn li herême heye. Dewletên Kurdistan dagir kirine, Iraq di salên 90î de pirsgirêkeke mezin jiya, Sûriye di sala 2011an de pirsgirêk jiya û Îran jî niha di nava pirsgirêke de ye. Tirkiye jî neçarê hinek guherandinan bike. Kurd jî hezeke mezin in. Dewletên dixwazin herême dizayn bikin Kurdan jî weke potansiyeleke mezin li ber çav digirin. Em Kurd jî dixwazin pirsgirêkên xwe bi cîranên xwe re çareser bikin û bi hev re bikarin bi awayekî wekhev bijîn. Lê heke yên li hemberî me ne di wê hişmendiyê de bin em neçarin peywendiyên cûda jî ava bikin. Yanî em ê jî weke netewekî bi mafên xwe vê herême bijîn. Divê Tirkiye rewşa Kurdan baş bişopîne. Yan Tirkiye dê bi Kurdan re vê pirsgirêke çareser bike an jî aloziyê berdewam bike û Kurd jî Tirk jî dê zirarê bibînin. Jixwe pêvajo jî li gor geşedanên herême destpêkir. Lê mixabin heta niha weke ku dihat xwestin dewletê gav neavetin. Em hevî dikin dem zêde winda nekin û destê xwe lêz bigirin. Weke tevger em amade ne. Divê desthilat jî destê xwe zû bigire û em vê pirsgirêke çareser bikin.”
‘Di vê qonaxe de lêgerîna yekitiya neteweyî esasî ye’
Zubeyîr Aydar bi lêv kir ku di nav geşedanên li Rojhilata Navîn de yekitiya neteweyî qonaxeke stratejîk e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Rojava pêvajoya entegrasyonê berdewam dike. Hikumeta Şamê jî weke Tirkiyeyê hê gavan derengiyê dixînin û dixwazin hinek tiştan li ser Kurdan ferz bikin. Lê ew nayêqebûl kirin û divê Kurd xwedî statu bibin. Demekê dirêj e şerê Îran, Amerîka û Îranê heye. Îran di destpêkirina şer vir ve êrişên xwe li dijî Kurdan ranewestandin. Li Başur aloziyên cuda hene. Hê hikumet nehatiyê avakirin û parlamento ne li ser kar e. Li Bakurê Kurdistanê jî pêvajoyek heye û ew pêvajo ji bo hemû Kurdan pêvajoyeke stratejîk e. Heke em bikarin vê pêvajoyê bigihînin encamê dikarin pirsgirêkên parçeyên din jî çareser bikin. Di vê qonaxe de lêgerîna yekitiya neteweyî esasî ye. Tevgera Azadiyê di vî warî de xwedî rol e. Ji bo yekitiyê heyet hatine avakirin û dê bi hemû partiyan re biaxivin ku em bikarin di demekê zû de konferanseke kom bikin. Ew hewldan berdewam e. Em ê di salvegera Lozanê de li wir weke hemû Kurd werin cem hev û li dijî parçekirina welatê xwe helwestê nîşan bidin. Divê baş be zanîn ku tişên ku heta niha gerîla dikir niha şûn vê em bikin. Yanî kar û xebatên xwe zêdetir bikin. Dîplomasî, çalakî û di hemû qadan de xebat û têkoşîna xwe mezin bikin. Yekitiya Kurdan di vê rewşe de meseleyeke stratejik e. Rêber Apo jî li ser vê radiwestê û ji me re jî peyaman rêdike. Divê rayedar destê xwe bilezînin.”












