• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şerefxan Aydin: Bi projeya muzeyê rastiya Zindana Amedê ji holê rakirin

Gulîzar Turkoz / Aw

15 TÎRMEH 2026 - 08:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin, bal kişand ser xebatên veguherandina Zindana Amedê ya ji bo muzexaneyê û diyar kir ku di bin navê nûjeniyê de bîra civakî û şopên zilm û berxwedana dîrokî hatine jêbirin û avahî wekî ‘oteleke pênc stêrk’ hatiye dîzaynkirin.

Xebatên veguherandina Zindana Amedê ya ku bi navê Hejmara 5emîn ya ku di salên 1980yî de bi îşkenceyên giran û berxwedana dîrokî tê zanîn, ber bi dawiyê ve diçin. Projeya veguhestinê ya ku di meha Hezîrana 2023yan de ketiye meriyetê şopên zilma dewleta Tirk û berxwedêrên endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê roj bi roj tên windakirin.

Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin têkildarî projeya nûkirin û muzekirina girtîgehê, ji ajansa me re axivî.

‘Avahiyeke wekî oteleke pênc stêrk çêkirine’

Şerefxan Aydin di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku wan ji bo parastina rastiya girtîgehê bi hemû saziyên sivîl ên Amedê re di nava koordînasyonê de tevgeriyane û Koordînasyona Girtîgehê ava kirine û wiha got: “Me ji bo neguhertina girtîgehê gelek çalakî, meş û kampanya pêk anîn. Lê mixabin niha derket holê ku ew hemû bertek û daxwazên me yên ji bo hişyariya civakê, pêk nehatine. Bîreke nû û modern ava kirine. Wekî ku em ji dîmenên dawî dibînin, wan hemû rastiyên ku qewimîne guhertine. Avahiyeke gelekî modern, avahiyeke wekî oteleke pênc stêrk çêkirine.”

‘Rastiya ku bi dehan salan hatibû parastin ji holê rakirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Şerefxan Aydin destnîşan kir ku Zindana Amedê cihekî wisa ye ku mafên mirovahiyê lê hatine binpêkirin û ev tişt gotin: “Pêwîst bû ev rastî di muzeyê de bihata nîşandan. Tê zanîn ku di demeke nêz de ev muzexane bê vekirin. Dihat payîn ku li vir cihê binpêkirina mafên mirovan bê nîşandan, lê mixabin ev yek pêk nehat. Rastiya ku bi dehan salan hatibû parastin, niha hatiye guhertin. Rastî ji holê hate rakirin.”

‘Divê nifşên nû ji van rastiyan bêagahî nemînin’

Di dawiya axaftina xwe de Şerefxan Aydin bang li rayedaran kir û wiha got: “Di salvegera 14ê Tîrmehê de derketina holê ya vê rastiyê, mijareke xemgîniyê ye û mixabin ev bîra dîrokî nehate parastin. Li gorî zanyariyên me û agahiyên ku me stendine dê di demeke nêz de ev muzexane bê vekirin. Divê em vê berxwedana dîrokî û bîra dîrokî ya ku li vir heye, bi awayên cuda biparêzin, da ku nifşên pêşerojê, nifşên nû karibin van rastiyan bêagahî nemînin.”

Etîket: Şerefxan AydinZindana Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Colemêrgê berxwedêrên 14ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Colemêrgê berxwedêrên 14ê Tîrmehê hatin bibîranîn

14 TÎRMEH 2026
Ji ber Zindana Amedê gazî kirin: Divê ev der bibe Muzeya Bîra Mirovahiyê

Ji ber Zindana Amedê gazî kirin: Divê ev der bibe Muzeya Bîra Mirovahiyê

14 TÎRMEH 2026
Şahidê berxwedana Zindana Amedê: 14ê Tîrmehê bû çirûska jiyanê

Şahidê berxwedana Zindana Amedê: 14ê Tîrmehê bû çirûska jiyanê

13 TÎRMEH 2026
Ji bo Sûrê banga komxebatê: Sûr mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

Ji bo Sûrê banga komxebatê: Sûr mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

11 TÎRMEH 2026
Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

17 GULAN 2026
‘Li Amedê qadên giştî tên dagirkirin, metirsiya erdhejê tê jibîrkirin’

‘Li Amedê qadên giştî tên dagirkirin, metirsiya erdhejê tê jibîrkirin’

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne