Kurdên ku ji ber debarê neçarî koçberiya metropolên Tirkiyeyê bûnê di karên giran de dixebitin. Kurdên ji ber karê giran weke ‘Hamal Kurd” jî hatine binavkirin li Enqereyê karên wekî înşaat û bazarê dikin rastî gelek zehmetiyan tên.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên, şewitandina gundan, polîtîkayên aboriyê û zextê yên dewletê bi milyonan Kurd neçarî koçberiya metropolên Tirkiyeyê bûn. Her wiha ji ber pergala kapîtalîzmê, tunekirina aborî û jiyana gundewarî jî gelek Kurd ji bo debara xwe bikin neçar man ku koçî metropolan bikin. Welatiyên Kurd ên ji ax û gundê xwe dûr ketine li metropolên Tirkiyeyê jî di karen giran de dixebitin û di şert û mercên zahmet de dixebitin. Yek jî bajarê Kurd ji bo debarê berê xwe danê Enqere ye. Welatiyên koçî Enqereyê kirine û bi demkî ji bo debarê hatinê piranî di karên weke înşaat, tekstîl, komkirina bermahiyan, bazarvanî û pîşesaziyê de dixebitin.
Karkerên Kurd ên li bajêr bi zehmetiyên mezin re rubiru dimînin derbarê zehmetiyên dibînin axivîn.
‘Avahiyan em çêdikin lê nikarin bikirin’
Serhat Gezîcî ji bo debara xwe bike ji Amedê hatiye Enqereyê û di karê înşaatê de dixebite. Serhat Gezîcî derbarê zehmetiyên karê dike axivî û wiha got “Ez 32 salî me, du zarokên min hene. Ji ber tunebûna derfetan ez nikarim wan jî bi xwe re bînim. Em li welatê xwe nikarin kar bibînin û ji bo wê jî neçarî koçberiyê dibin. Karê giran bûye para Kurdan. Min jî dixwast evarê biçim li mala xwe, li nav zarokên xwe lê ew derfet mixabin tuneye. Em li welatê xwe dûrketine û hatine li vir. Em xanî û avahiyan çêdikin lê em nikarin ji bo xwe xaniyan bikirin. Ez di kirê de dimînim. Karê niha em dikin girane, ji aliyê tenduristiyê ve jî zehmetiyan dide me. Di pişta min de 8 hep vîde hene. Ev kar ne gor rewşa tenduristiya min e. Lê ji ber neçariyê vî karî dikim. Em berê koçer bûn. Lê niha nikarin bi koçeriyê jî debara xwe bikin.”
Teqawit bûye bazarvaniyê dike
Huseyîn Gezîk ê 34 sal berê ji bo debarê li navçeya Dîgorê ya Qersê koçî Enqereyê kiriye. Huseyîn Gezîk diyar kir ku dema ew hatine Enqereyê jî rastî cihekariyê hatine û wiha got: “Em di sala 1992an de hatine li Enqereyê. Ez heta niha karekî ji sektora taybet de dixebitîm. Piştî ez teqawit bûm ji bo debarê min xwest ez bixebitim. Bi rêya nasan min jî dest bi bazarvaniyê kir. Kurdên dihatin bajarê mezin rastî cihêkariyê dihatin. Zimanê wan jî cuda bû. Ji ber vê yekê Kurd neçar diman di karên zehmet de bixebitin. Li Welatê me derfetên kar tune bûn. Ji ber wê jî em neçarî koçberiyê bûn. Gelek zehmetiyên vî karî hene. Em di serê sibe di seat 5an de radibin û dest bi kar dikin û heta seat 7-8an dixebitin. Lê mixabin bixwazin tiştek jî lê zêde nabe. Heke derfetên vegera welat hebe em dixwazin vegerin welatê xwe. Em dikarin herin welat rençberî û sevalkariye bikin. Di nav gelê xwe de bijîn.”
‘Em dixwazin li welatê xwe bi rûmet bijîn’
Îdrîs Aksu ku ji bo debarê ji navçeya Qaqizman a Qersê koçî Enqereyê kiriyê 20 sal in karê bazarvaniyê dike. Îdrîs Aksu anî ziman ku ji ber neçariya bêkarbûne hatiye Enqereyê û wiha axivî: “Ev karê em dikin karekî zehmet e. Em gelek lê mijûl dibin. Tevî ku li gund erd û zeviyên me hene jî ji bo derfetên kar tune ne. Em nikarin welatê xwe bimînin. Li gund jî derfetên debarê hebûna em nedihatin vir. Aştî pêkan be em dixwazin li welatê xwe bi rûmet bijîn.”
‘Ji berê ve karê li gundan pere dikir’
Faîk Çetînkaya li navçeya Haymanayê ya Enqereyeyê bi karê mesîvaniyê debarê dike. Faîk Çetînkaya bi lêv kir ku ew berê li gund bi karê rençberî û sewalkariyê ve mijûl dibû û ev tişt anî ziman: “Ji berê hemû Kurdên li Anatoliyaya Navîn li gundan dijiyan. Me bi sewalkarî û cotkariyê debara xwe dikir. Di nav van 50 salên dawî de ew karên gund qediyan û gelê me zêdetir hatin navenda Enqereyê. Ji berê karê li gundan pere dikir. Lê niha êdî bi sewalkarî û cotkariyê em nikarin li gundan debarê bikin. Ji ber wê jî em hatin navenda Enqereyê. Gund vala bûn. Heta 50 sal berê em li gundan bi Tirkî nediaxivîn. Piranî Kurdên li Haymanayê hatine li navenda Enqereyê bi karê masîvaniyê ve debara xwe dikin. Em di saet 8an de dest bi kar dikin û heta evarê 8an dixebitin. Em dixwazin vegerin li gundê xwe lê erd û zeviyên me li wir nemane.”












