Li Stenbolê bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeyên Bagcilarê û Sancaktepeyê cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê tên bibîranîn.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Baxcilar û Sancaktepeyê bernameya bîranînê tê lidarxistin.
Malbaten cangoriyan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî tev li bernameyê dibin.
Bername li avahiyên DEM Partiyê ya Baxcilar û Sancaktepeyê tên lidarxistin. Bernameya ku dê di saet 12.00an de pêk were, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyan dest pê bike.
Beriya bernameya bîranînê dest pê bike, li eywana Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê wêneyên cangoriyan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser maseyan hatin danîn.
Her wiha pankartên, “Em şehîdên rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatine daliqandin.
Nûçegihanê me wêneyên cangoriyên azadiyê yên ku li Bagcilarê tên bibîranîn yek bi yek girt.
Galeriya wêneyên cangoriyên tên bibîranîn wiha ye:


















