Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser şêwazê nêzîkbûna li gel mafên destûrî yên Herêmê, rexneyek tund li desthilata Bexdayê kir û got: “Mafên destûrî yên Herêm û parêzgehên wê tên binpêkirin.”
Bertek û nerazîbûnên li dijî, biryar û daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Dadgeha Federal yên li ser Herêma Kurdistanê, berdewamin. Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku di navbera salên 2018-2020’an de li ser kar bû, têkildarî gef û zextên li ser statûya Herêma Kurdistanê li ser tevna medya dijîtal ya facebook’ê peyamek belav kir.
Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî ragihand ku çareserî di diyalog û destûrê de ye û got: “Maf û desthilatên Bexda û Hewlêrê hatine diyarkirin. Lê di rastiyê de binpêkirin di vê çarçoveyê de tên kirin.”
Têkildarî rewşa niha ya Iraqê û peywendiyên di navbera hikûmeta federal û Herêm û parêzgehan de, Adil Ebdulmehdî rexneyek tund li desthilata Bexdayê kir û got: “Mafên destûrî yên Herêm û parêzgehan tên binpêkirin.”
Ebdulmehdî destnîşan kir ku mijara bicihanîna sîstema federalî û parvekirina desthilat û dewlemendiyên di navbera hikûmeta navendî, Herêma Kurdistanê û parêzgehan, yek ji mijarên sereke yên nakokiyên siyasî yên li Iraqê ye.
Hêjayî gotinê ye ku berpirsên Herêma Kurdistanê û beşek ji parêzgehan, Bexda bi vegera li ‘navendîbûna tund’ û pabendnebûna bi madeyên destûrî yên li ser mafên darayî, budce û desthilatên îdarî tometbar dikin. Li hemberî vê yekê jî hikûmet û aliyên pêwendîdar ên Bexdayê teqez dikin ku ji bo rêkxistina dahatan û çespandina zelaliyê û dadperweriyê di navbera hemû pêkhate û herêmên Iraqê de rêkarên wan di çarçoveya destûr, yasaya budceyê û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî de ne.













