Saziyên hiqûqnasan derbarê girtina Seroka ÇHDa Stenbolê Ezgî Onalan û endamên ÇHDê de li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hempîşeyên wan li dijî kedxwariyê sekinîne û hate xwestin hevpîşeyên wan demildest bên berdan.
Lûtkeya NATOyê di 7 û 8ê Tîrmehê de li Enqereyê hate lidarxistin. Li dijî Lûtkeya NATOyê li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bi hinceta “wê li dijî NATOyê çalakî li dar bixin” bi sedan kes hatibûn binçavkirin û girtin. Di 5ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan û endamê ÇHDê Yûnûs Emre Işik jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin û di 8ê Tîrmehê de jî Ezgî Onalan û Yûnûs Emre Işik ji di nav de gelek kes hatibûn girtin. Saziyên hiqûqnasan derbarê girtina Ezgî Onalan û endamên ÇHD Doga Încesû, Kurşat Bafra, Semra Demîr û Yunus Emre Işîk de li pêşiya Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyanî da.
Endam û rêveberên ÇHDê û OHDê, saziyên hiqûqê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Seroka ÇHDa Stenbolê Ezgî Onalan û endamên endamên ÇHD Doga Încesû, Kurşat Bafra, Semra Demîr û Yunus Emre Işîk re azadî” hate vekirin.
Daxuyanî ji aliyê Sekretera ÇHDê Çîgdem Akbûlût ve hate xwendin.
Çîgdem Akbûlût diyar kir ku Lûtkeya NATOyê bi dawî bû lê piştî lûtkeyê jî zext, zordarî, binçavkirin û girtin jî bû para çepgiran û wiha got: “Seroka ÇHDa Stenbolê Ezgî Onalan endamên ÇHD Doga Încesû, Kurşat Bafra, Semra Demîr û Yunus Emre Işîk bi awayekî kêfî hatin girtin. Hevalên me bi êrişên faşîzmê re rû bi rû man. Hevalên me bi sedama karê xwe kirine hatin girtin. Darizandinek adil li holê tune ye. Hempîşeyên me ji ber nasnameyên xwe yên polîtîk û karê parêzertiyê hatin girtin. Rêxistina şer NATO bi mazûvaniyek baş hate ezimandin lê welatiyên vî welatî mehkûmî feqîriyê ne. Hempîşeyên me li dijî kedxwariyê sekinîn. Em şahid in ku hempîşeyên me piştî hatin girtin jî ji bo miwekîlên xwe li ser peywîra xwe ne. Li edliyê, nexweşxane û qerekolan berxwedana xwe mezin kirin. Heta ku hevalên me yên li dijî emperyalîzmê li ber dan werin berdan wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê hemû hevalên xwe ji destê emperyalîzmê xilas bikin.”













