Roja yekemîn a bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê ya li Enqere, Êlih, Îdir, Colemxwrg û Aydinê bi dawî bûn.
Colemêrg
Bi pêşengiya Komeleya Yêekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) a Colemêrgê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li eywana Dogu Plas a li Taxa Baglar a Colemêrgê bîranîn tê lidarxistin. Roja yekemîn a bîranînê bi serdana hezaran kesan dawî bû.
Di roja yekem a bîranînê de gelek peyamên sersaxiyê yên ji Wanê, Amedê û Batmanê hatibûn şandin hatin xwendin.
‘Em şopdarên rêya wan in’
Di roja ewil ya bîranînê de parlementera Colemêrgê Oznur Bartin sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Bi saya şehîdan îro em ber azadbûnê ne. Şehîdan bi xwîna xwe jiyana birûmet reşandin û aniha ev jiyan şîn bûye. Bi paradigmaya bîr û baweriyê, bi vê felsefeya ku bûye mînak ji bo cîhanê û bi vê berxwedanê ji bo miletê me rêya azadiyê vekirin. Çi kesî wek miletê Kurd doza xwe ewqas bi qehremanî û serfirazî heta li vir ne aniye. Em ê heta dawiyê girêdayê rêya wan û şopdarê doza wan bin.”
Roja ewil a bîranînê bi xwendinê diayan bi dawî bû.
Îdir
Li Îdirê bi pêşengiya MEBYA-DERê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di cîh û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bîranîn tê lidarxistin. Roja yekemîn a bîranînê bi dawî bû. Di bîranîna ku bi hezaran welatî beşdar bûn de malbatan sersaxî qebûl kirin.
Hevserokê Giştî DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî tevlî bîranînê bû û di bîranînê de axaftineke kurt kir. Tuncer Bakirhan wiha got: “Em êşa zarokên xwe dijîn. Ya girîng ew e ku em xwedî li têkoşînê derkevin. Serê me hemûyan sax be. Êşa we, êşa me ye.”
Roja yekemîn a bîranînê bi dua û peyamên sersaxiyê bi dawî bû.
Bîranîn wê sibê jî li heman cihî dewam bike.
Aydin
Li taxa Ortaklar a bi ser navçeya Germencik a Aydinê, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn û li avahiyê bîranînên wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girtin.
Êlih
Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd ên Êlihê ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de li dîrok û li cihên cuda şehîd ketine li mala şînê ya 19 Mayisê ya taxa 19 Mayisê ya Êlihê bi awayekî girseyî hatin bibîranîn. Di bîranînê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskî Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê, nunerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên civakî û gelek welatiyên Êlihê bi girseyî serdana bîranînê kirin. Kesên ku dihatin serdana bîranînê dikirin, ji aliyê saziya malbatên şehîdan MEBYA-DERê û malbatên şehîdan ve bi kêfxweşî dihatin pêşwazî kirin.
Dê bîranîn sê rojan bidome.
Enqere
Saziya Platforma Demokratîk ji bo endamên Tevgera Azadiyê ku li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi bîr tînê. Li eywana bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên canê xwe ji dest dane; Raziye Ay (Îsyan Ferman Şengal), Suat Çalpan (Ciwan Serhat), Nihle Buket Olmez (Berîtan Amed), Baran Ozturk (Baz Sîpan) Mehmet Aslantaş (Şoreş Konya) û Hasret Tusun (Asmîn Dorşîn) li ser flamayên kesk, sor û zer hatin danîn. Her wiha pankarta li ser, “Şehîd Rumeta me ne” dinivisî hat daliqandin.
Di roja yekemîn a bîranînê de bi sedan kesan serdana bîranînê kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin. Malbatan jî li cihê bîranînê serdan qebûl kirin. Bîranîn di roja yekêm de bi serdanan bi dawî bû. Bernameya bîranînê dê sibe jî berdewam bike û di seat 13.30an de bernameya bîranînê dê bi dawî bibe.




































