• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rêzgirtina li hemberî bîranînan rastiya civaka demokratîk e’

Ugur Dînler/AW

4 ÎLON 2026 - 09:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parêzer Gulan Çagin Kalelî têkîldarî hedefgirtin û zimanê li dijî bîranînên cangoriyên Tevgera Azadiyê tê bikaranîn axivî û got: “Di demeke ku behsa aştî û civaka demokratîk tê kirin de, divê bibêjin ‘Miriyê te, miriyê min e’ û divê karibin bibêjin ‘Mafê te yê danîna şînê jî bi qasî yê min hêja ye’. Civaka demokratîk a rastî jî tam li vir dest pê dike.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi geşedan û nîqaşan berdewam dike. Çend rojên dawî Tevgera Azadiyê şehadetên dem û deverên cuda çêbûne di vê pêvajoyê de parve kir û li gel van li gelek navendan ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê bîranîn tên li darxistin. Sed hezaran welatî serdana şînan kirin û xwedî li cangoriyên xwe derketin. Lê ji aliyê din ve bîranînên cangoriyan hatin ji hêla rayedarên AKPî ve hatin hedefgirtin, piştre jî dehan kes hatin binçavkirin. Li ser medyaya dijîtal jî bi destê kesên nêzî desthilatdarê bîranînên cangoriyan hatin hedefgirtin û zimanekî jehrî û dijber ê ji ruhê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê bikaranîn.

Endama Însiyatîfa Edalet û Rêzgirtina ji Miriyan re û parêzer Gulan Çagin Kalelî têkîldarî hedefgirtina bîranînên cangoriyan, zimanê li dijî bîranînan tê bikaranîn axivî.

‘Nîqaşa li ser nasnameya siyasî ya mirî û mafê şînê divê werin veqetandin’

Gulan Çagin Kalelî da zanîn ku dema mirov ji aliyê rêzgirtina li hember miriyan û edaletê ve dinere, divê rêgezeke pir bingehîn bê bîranîn û wiha got: “Li hember mirinê danîna şînê yek ji mafên herî bingehîn û xwezayî yên mirov e. Nasname an jî ramanên mirov yên siyasî, yên ku dema jiyanê helbet hene lê ev yek mafê danînê şînê ya kesên pey mirî mane ji holê ranake. Bêguman di civakên ku paşerojeke wan bi pevçûnan derbas bûye de, derbarê wateya miriyan dibe ku nirxandinên cûda yên civakî û siyasî hebin. Lê belê ev cûdahî, mafê danîna şînê, danîna konê şînê, xwedîderketina li cenazeyan û bîranîna miriyan sûcdar nakin û vê tiştî rewa nakin. Bi taybetî di civaka Kurd de şîn ne tenê rîtûelek e ku çend rojan bikşîne. Şîn parvekirina êşê ye, xwedîderketina malbatê ye, avakirina piştevaniya civakî ye û li hemberî mirinê xwedîderketina civakê ye. Ji ber vê yekê, her destwerdanên li hember şînan, ne tenê destwerdana li rîtûeleke cenazeyî ye, di heman demê de destwerdana li ser bîra civakê û şêweyên piştevaniyê ye jî. Li vir ji bo me cudahiya krîtîk ew e ku, divê nîqaşa ku li ser nasnameya siyasî ya miriyekî tê kirin û mafê şînê yê nasên wê/î ji hev werin veqetandin.”

‘Rêzgirtin divê bibe mebestên hiqûqî, demokrasi û aştiyê’

Gulan Çagin Kalelî anî ziman ku desthilatdar çawa midaxileya jiyana kesên ne ji xwe dike, dixwaze wan bixe bin kontrola xwe; bi heman awayî tehamula miriyê wan jî nake û dixwaze wî jî bixe bin kontrola xwe û wiha got: “Ji ber vê yekê piştî mirina kesekî, mafê şînê yê malbat, nêzîk û civakê ji nîqaşê vedike û rê ji cihêkariyê re vedike. Ev qadeke pir krîtîk e. Em tam ji ber vê yekê rêzgirtina li miriyan beriya ku wekî “helwesteke siyasî” bibînin, wekî astengiyeke hiqûqî û exlaqî dibînin. Ji ber vê yekê di nîqaşên ku li ser eksena rêzgirtina li miriyan û edaletê têne kirin de jî em dibêjin ku divê rêzgirtina li miriyan bibe yek ji mebestên sereke yên hiqûqî, demokrasi û aştiyê. Tişta ku divê îro bê kirin ne ew e ku şîna civaka Kurd bêîtîbar bêkirin an jî taziyeyên wan bibin hedef. Tişta ku divê bê kirin ew e ku afirandina zemîneke hiqûqî û aştiya civakî ye ku bi awayekî wekhev nêzî mirî, şîn û bîra her kesî bibe ye.”

‘Xwedîderketina taziyeyan tê hedefgirtin’

Di nirxandinên xwe de Gulan Çagin Kalelî anî ziman ku rêzgirtina li dijî miriyan, prensîbeke mirovahiyê ye ku divê li ser ramanên siyasî re bê destgirtin û li ser daxuyaniyên parlamenterê berê yê AKPî Şamîl Tayyar û ev tişt gotin: “Biçukxistina êşa civakê, biçukxistina bîra wê civakê ye jî. Di erdnîgariyeke ku bi salane pevçûn, koçberî, windahî, kuştinên kiryarên nediyar, destwerdanên li ser cenazeyan û astengkirina şînan bi şêweyên cûda hatine jiyîn de, ji nû ve destwerdanên bi vî awayî birînên civakî derman nake, berovajî wê kûrtir dike. Ji ber vê yekê, nîşandana daxuyaniyên Şamîl Tayyar tenê wekî “rexneyeke tund a siyasî” nayê qebûlkirin. Ez difikirim ku di heyameke ku pêdivî bi aştiyê heye de, ev rewş û ev zimanê ku şîna civaka Kurd ji aliyê siyasî ve neqanûnî radigihîne, pir xeter e. Bi rastî ev gotin ji aliyê din ve, derketina holê ya zihniyetekê ye ku heta îro rêznegirtina li miriyan xwariye û mezin kiriye. Piştî van gotinên provokatîf, yekser li Amedê çêbûna desteserkirinên ku bi mijara tawanbarkirinê jî beşdarbûna taziyê ye, helbet ne tesaduf e. Bi vê rêyê tê armanc kirin ku rê li ber xwedîderketina li taziyan bê girtin û di pêvajoya bêpevçûnê de jî êrîşa li ser nirxên manewî yên gelê Kurd berdewam dike.”

‘Gotina, miriyê te ne hêjayî danîna şînê ye, cihêkariyê kûrtir dike’

Di berdewama axaftina xwe de Gulan Çagin Kalelî destnîşan kir ku xala herî girîng a vê meseleyê ew e ku, bêdengbûna çekan û lihevhatina civakê ne heman tişt in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêdengbûna çekan dikare bibe destpêkek. Lê ji bo aştiyeke rast û domdar, divê civak êş, windahî û şîna hevûdu nas bikin. Ji ber vê yekê rêzgirtina li dijî miriyan, ne meseleyeke taliye ku mirov bixe derveyî pêvajoya aştiyê. Berovajî wê, yek ji nîşaneyên girîng e ku ka aştî dikare bibe malê civakê an na. Ji ber ku dema ku civak bi peyameke wekî ‘Miriyê te ne hêjayî şîn girtinê ye’ re rûbirû dimîne, ew peyam di rastiya xwe de vê tiştî ji wê civakê re dibêje, ‘Êşa te jî ji bo me ne wekhev e.’ Ev tişt cihêkariyê kêm nake berovajîyê wê kûrtir dike. Ji ber vê yekê tişta ku îro pêdiviya me pê heye, pêşxistina nêzîkatiyeke civakî û hiqûqî ye ku rê li ber mirin û pevçûnan bigire. Ji bo vê yekê çend gavên bingehîn yên wiha dikarin bên avêtin:

* Mafê şînê divê bê misogerkirin. Mafê malbat û nêzîkên kesekî yê jiyan xwe ji dest daye ji ber nasnameya wî ya siyasî divê neyê astengkirin. Pêvajoyên cenaze û taziyêyan divê neyên sûcdarkirin.

* Aktorên siyasî û peywirdarên giştî divê ji zimanê kîndar û biçûkxistinê dûr bisekinin, Li ser nasnameyên miriyan re hiyerarşiyeke cûdakar divê neyê çêkirin. Pirsa “Mirov dikare ji bo miriyê kê şînê bike?” ji aliyê hiqûqa demokratîk ve pirsa pir xeter e.

* Derbarê mirin, windahî û cenazeyên paşerojê de divê mekanîzmayên rastî û edaletê werin avakirin. Ji ber ku bi ji bîrkirinê aştî ava nabe, bi rûbirûbûyîna li gel bîrê aştî dikare bê avakirin. Ya herî girîng jî, divê şêweyên şîn û bîrê yên civaka Kurd werin nasîn. Nasîn, ne parvekirina wê ramana siyasî ye. Nasîn, qebûlkirina rûmeta mirovahiyê û hebûna civakî ya mirovan e.”

‘Divê gotina, mafê te yê danîna şînê bi qasî yê min hêja ye, bê kirin’

Di dawiya axaftina xwe de Gulan Çagin Kalelî bi lêv kir ku mijar ji konê taziyeyan pir mezintir e û wiha derbirî: “Mesele ew e ku di vê welatî de şîna kê rewa tê dîtin. Heger em rêzgirtina li miriyê civakekê tenê bi nêrîna li nasnameya siyasî ya wî miriyê qebûl bikin, di rastiyê de em rûmeta mirovahiyê ya hemûyan bi şert û mercan ve girêdayî dikin. Rêzgirtina li dijî miriyan, piştî mirina wî wekî mirov dîtin e, nasîna êşa kesên li pey mane û misogerkirina mafê şînê ye. Ji ber vê yekê, heger em îro behsa aştî û civaka demokratîk dikin, ne mecbûr in ku em bibêjin “Miriyê te, miriyê min e”, lê divê em karibin bibêjin “Mafê te yê danîna şînê bi qasî yê min hêja ye”.
Bi dîtina min civaka demokratîk a rastî tam li vir dest pê dike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê banga jinan: Dema mesele jiyana jinan be, tu îhmalkarî nayê qebûlkirin

Li Îzmîrê banga jinan: Dema mesele jiyana jinan be, tu îhmalkarî nayê qebûlkirin

23 COTMEH 2026
Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026
Ji Weşanxaneya Belkiyê 6 pirtûk der çûn

Ji Weşanxaneya Belkiyê 6 pirtûk der çûn

23 COTMEH 2026
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

23 COTMEH 2026
‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

23 COTMEH 2026
Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

23 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne