Amed – Emrûllah Zumrut ê ku bi karê çêkirina cilûbergên Kurdî re mijûl e diyar kir ku wan di sala 2009an de markaya bi navê Heftreng a cilûberg û rengên Kurdî daye destpêkirin û ji ber hincetên propagandayên rêxistinê û siyasî desthilatê ew îmalata wan a cilan dabû sekinandin. Zumrut da zanîn ku piştî îmalata wan hatibû sekinandin, wan careke din bi heman nav û rengî markaya xwe vekir û dest bi dirûtina cilan kir.
Markaya Heftrengê ku di sala 2009an de li Amedê bi mebesta cilûberg û bi rengên Kurdî hatibû vekirin. Ev marka û şêwaza xwe li gelek deveran hatibû nasîn. Di sala 2016an de ji ber zextên siyasî ev marka bi hinceta “propagandaya rêxistinê dike” ji aliyê desthilatê ve hatibû girtin. Û heta demekê girtî ma, piştre dîsa bi heman navî dest bi îmalata xwe kir. Di heman demê de ev marka bi gelek cilûbergên Kurdî yên neteweyî, bi rengên Kurdî tên dirûtin û firotan. Her wiha ev marka di demên dawî de li gelek pîrozbahiyên Newrozan de hatin lixwekirin û di gelek defîleyan de danasîna wan hatiye kirin. Bi heman awayî li gelek deverên Kurdistanê, Tirkiyeyê û li gelek hêlên Ewropayê jî daxwaza sîparîşan van cilan tên kirin. Van cilên ku îmalata wan li Amedê tê kirin bi buhayê xwe ji piyaseyê gelek kêmtir jî tê firotan. Xwediyê dikana Hefreng Emrûllah Zumrut derbarê karê xwe de axivî.
Kargeh ji ber zextên siyasî hatibû girtin
Emrûllah Zumrut anî ziman ku wan markaya heftereng a cilûbergên Kurdî di sala 2009an de saz kiriye û di sala 2016an de ji ber rengên wê yên Kurdî hemû atolyeyên wan bi zextên siyasî hatine sekinandin û wiha got: “Hemû karê me yê dirûnê li ser cilûbergên Kurdî û mîzaha Kurdî ne. Em cilan bi rengên kesk û sor û zer îmalat dikin. Heta ku atolyeyên me bên girtin jî li gelek deverên Amedê magazayên me hebûn. Gelek muşteriyên me hebûn, piştre ji ber van rengan û navê markayê gelek zextên siyasî li ser me hatin kirin. Heta em demekî mecbûr man ku dev ji kar berdin. Careke din me biryar da ku em dikanê vebikin, niha jî dîsa em li ser navê markaya Heftrengê cilûbergên bi reng û xemla Kurdî didirûn.”
‘Ji gelek deveran sîparîş tên’
Emrûllah Zumrut diyar kir ku markaya heftreng bi pir rengiya cilûbergên Kurdî tê nasîn û li gelek bajarên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê sîparîş ji wan re tên û ev yek got: “Niha jî cilên ku em didirûn, li gorî piyaseya derve 2 hezar, 3 hezar kêmtir didin. Em dixwazin hemû kes dikaribin cilên Kurdî li xwe bikin. Ji gelek welatên Ewropayê jî ji me re sîparîş tên û em bi vî awayî ji wan re bi rêya kargoyê cilan dişînin. Ji ber ku di sala 2016an de OHAL hate îlankirin, me di aliyê danûstendinê gelek pirsgirêk jiya. Beriya ku ev qedexe li ser me bên kirin, miletê gelek ji vê markaya Kurdî hez dikir. Tu carî ew hedefa me ya ku em bi piyaseya vî karî re bikevin pêşbirkê tune bûye. Ji ber ku giraniya heftrengê hê jî heye.”
‘Em cilên hemû herêmên Kurdistanê çêdikin’
Emrûllah Zumrut di berdewamê de da zanîn ku salên ewil qumaş ji wan re ji metropolên Tirkiyeyê hatine û got ku niha jî êdî ew li Amedê jî peyda dikin û wiha pê de çû: “Lê qumaş di aliyê tenduristiyê de jî baş in. Em naxwazin kesên ku bên cil ji me bistînin cilên nebaş li xwe bikin. Heta ku em qumaşek distînim deh caran lê dunêrin û gelek ceribandin li serê dikin. Em pêşî weke nimûne tînin û dûre jî li serê dixebitin. Me cardin dîsa nû dest pê kir. Me pêşî li ser cilên mêran dest pê kir, em li ser dirûtina cilên jinan jî dixebitin. Em li vir cilên hemû herêmên Kurdistanê çêdikin. Cilên zarok, ciwan, jin û mêran ji bo me ferq nakin, yên her kesî çêdikin. Em hem yên folklorê û hem jî yên taybet didirûn.”
‘Armanca me ew e ku çanda Kurdî zindî bimîne’
Emrûllah Zumrut destnîşan kir ku di aliyê qumaş de li hin herêmên Tirkiyeyê ku qumaş çêdikin ên wan deran baştir e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li bajarên weke Bûrsa, Denîzlî û Stenbolê kalîte û cureyên qumaşan baştir tê tercîhkirin. Alternatîfên wir ji yên aliyê Kurdistanê bêhtir in, di aliyê cilûbergan de. Dema ku me careke dinê ev marka vekir, gelek muşteriyên me yên berê jî bi me re di aliyê danûstendinê de dibin alîkar. Ji ber ku di Kurdistanê de yekem marka Kurdî heftreng e. Û ji bo me di navbera tu herêmê de cudatiya buhayê cilan tune ye. Yê ku maliyeta cilan dide çêkirin jî qumaş û xebatên atolyeyê ye. Em hemû didin ber hev em weke piyaseya heyî zêde nadin. Mebest û armanca me ew e ku herkes cilûbergên Kurdî li xwe bike. Her çiqas bazirganî bê kirin jî, divê her kes dikaribe cilên Kurdî li xwe bike. Armanca me ew e ku çanda Kurdî her zindî bimîne.”















