Li Stenbolê rojnameger Mûrat Agirel jî di nav de 15 kes bi îdiaya “Paqijkirina pereyê reş” hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê derbarê gelek kesan de bi îdiaya “Paqijkirina pereyê reş” lêpirsîn dabû dest pê kirin. Rojnameger Mûrat Agirel jî di nav de 17 kes hatibû binçavkirin. 17 kes piştî karûbarên îfadeyê dozgerî 15 kesan bi daxwaza sewqî dadgehê kiribû û ji bo 2 kesan jî biryara kontrola edlî dabû.
Dadgehê jî rojnameger Mûrat Agirel jî di nav de ji bo 15 kesan biryara girtinê da. Hate zanîn ku Mûrat Agirel bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hatiye girtin.













