• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Botanê talana xwezayê: Jiyana mirovan û sewalan di xeterê de ye

Mahmût Altintaş / AW

11 HEZÎRAN 2025 - 08:16
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Nûçe dosye: Botanê bê xweza û bê nefes dihêlin
Şirnex – Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdogan Oduk anî ziman ku qirkirina xwezayê bandorê li ser avhewayê dike û got: “Heke pêşiya qirkirina xwezayê neyê girtin di demekê nêz de pirsgirêka avê ya vexwarinê dê derkeve holê. Dema krîza avê derket holê jiyan jî nabe.”

Li Şirnexê bi salan e birîna daran, lêgerîna petrol, kanên madenê û çêkirina bendavan didome û xweza tê talankirin. Li gorî lêkolînên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ku 4 sal berê berhev kiribû daristanên Şirnexê ji sedî 8ê wê kêm bûnê. Li gorî rapora Platforma Mafê Hewaya Paqîj, Şirnex di nav 10 bajarên ku hewaya wir qirêje de cih digire. Kêmbûna daristanan bandorê li ser avhewayê jî dike. Li Şirnexê ji ber ku îsal baran li gorî salên berê kêm bariya genim û giya jî zû hişk bûn û havîn ji her sal zêdetir germ dibe. Qirkirina daristanan ku bê navber berdewam dike dibe sedema kêmbûna daristanan. Kêmbûna daristanan bi xwe re çolbûn û pirsgirêka avê tîne. Lêgerîna petrol û kanên madenê jî dibin sedema texrîbkirina çiyayên herêmê û koçberiya sewalan û mirovan. Ev yek jî ji bo siberoja Şirnexê xetereyên mezin bi xwe re tîne.

Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdogan Oduk ku çend meh berê wan li herêma Şirnexê çavdêrî kiribûn, qirkirina xwezayê û xetereyên li pêş Şirnexê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Tiştek di xwezaya Şirnexê de nehiştine’

Erdogan Oduk diyar kir ku piştî wan serdana Şirnexê kirine û li vir çavdêrî kirine û dîtine ku li Şirnexê texrîbateke mezin heye û got ku li Şirnexê qirkirina xwezayê pir zêde ye. Erdogan Oduk destnîşan kir ku qirkirina xwezayê bandorê li ser hemû zindîwaran dike û wiha got: “Bi birîna daran, kanên madenê, petrolê û heta çêkirina bendavan tiştek di xwezaya Şirnexê de nehiştine. Ne tenê ji bo jiyana mirovan ji bo hemû sewal û zindîwaran tiştek nehiştine û talaneke mezin heye. Xwezaya Şirnexê bi talanek mezin re rû bi rû ye. Qirkirina daran, kanên madenê û lêgerîna petrolê avhewaya Şirnexê jî diguherîne. Li herêmên bê dar, karbon jî nîn e. Dema nekarî karbonê bigigirî ev jî dibe sedem ku gazên serayê li atmosferê zêde bibe. Ev jî dibe sedema germbûna hewayê. Her wiha pirsgirêka kêmbûna avê bi xwe rê tîne. Dema pirsgirêka kêmbûna avê derkeve holê mirov nikarin ji bo aboriyê çandinî û sewalkariyê jî bikin. Ev yek jî dibe sedema koçberiya mirovan. Li Şirnexê mirov ji ber kanên komir û keviran nikare behnê bide û bistîne. Ev yek ji bo tenduristiya mirovan jî xetere ye.”

‘Ji niha ve mirov û sewal nikarin bijîn’

Erdogan Oduk bi lêv kir ku ji ber birîna daran li Şirnexê herêmekê mezin veguheriye çolbûnê û axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin mirov, sewal û xwezayê ji hev cuda bikin. Yek in. Li Şirnexê qadeke pir mezin hat qirkirin. Li wê herêmê niha çolbûnek derketiye holê. Em bi xwe jî li wan deveran geriyan û me çavdêrî kirin. Êdî weke berê çandinî nayê kirin. Daristan baranê dikşînê ser xwe. Dema li cihekî daristan tune be, baran jî li wir nabare. Barana ku bibare jî dikevê bin erdê û diçe û xweza û mirov feyde nabîne. Cihê ku bibe çol mirov û sewal nikarin bijîn. Niha dîsa baş e. Lê qirkirina xwezayê bi vî awayî berdewam bike wê di nava demek kin de tişta heyî jî xelas bibe.”

‘Heke pêşiya talanê neyê girtin wê herêm veguhere dojehê’

Erdogan Oduk bal kişand ser kêmbûna baranê û wiha pêde çû: “Heke pêşiya qirkirina xwezayê neyê girtin di demekê nêz de pirsgirêka avê ya vexwarinê dê derkeve holê. Dema krîza avê derket holê jiyan jî nabe. Her wiha pirsgirêka tenduristiyê jî wê derkevê holê. Yek tişta girîng jî ew e ku dê cureyên sewalan jî kêm bibin. Cotkarî wê biqede. Kêmbûna avê wê birçîbûn û xizaniyê jî bi xwe re bîne. Ev yek jî wê bibe sedema koçberiya mirovan. Heke pêşiya vê neyê girtin û qirkirina xwezayê berdewam bike wê ev herêm veguhere dojehê. Me bi xwe jî çavdêrî kir, niha tiştek li Şirnexê nehiştine. Ji bo tevahî Kurdistanê ev rewş bi vî rengî yê. Li hemû Kurdistanê qirkirin û talan heye. Ew talan avhewaya Kurdistanê diguherîne û xetereyan bi xwe re tîne.”

‘Divê her kes ji bo xwezayê hişyar be’

Erdogan Oduk anî ziman ku ji bo pêşî lê girtina qirkirina xwezayê ne tenê sazî hemû kes xwedî li xwezayê derbikevin û wiha axivî: “Weke Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê em ne tenê li Kurdistanê ji bo hemû xwezaya dinyayê dixebitin. Li Kurdistanê jî ji hemû bajaran şaxên me hene û kar û xebatan dikin. Lê ew ne tenê karê saziyan e. Ev karê hemû mirovên li Kurdistanê dijîn e. Divê civaka Kurdistanê hemû di nav kar û xebatên parastina xwezayê de bin. Li bakurê Kurdistanê di xwezayê de çi qirkirin pêk hatiye, mirov û sewal çiqas bandor bûn e, em li ser vê yekê dixebitin. Em talan û rûxandina hatiye kirin, çavdêrî dikin ku ka dê ev yek çawa were çareserkirin.”

Rêze dosyeya me bi dawî bû.

 

 

Etîket: birîna daranekolojîŞirnextalankirina xwezayêXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

6 COTMEH 2026
Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

1 COTMEH 2026
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026
Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne