Li Amedê 2yemîn Mihrîcana Govendê di 31ê Cotmehê de dest pê dike. Di Mihrîcanê de dê gelek komên govendê derkevin ser dikê û govendên gelek deverên Kurdistanê werin nîşandan.
Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED), Sanatça Organîzasyon û Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê ve 2yemîn Mihrîcana Govendê tê lidarxistin. Mihrîcan dê di 31ê Cotmehê de bi meşa cil û bergên Kurdî dest pê bike. Piştî meşê li Çand Amedê panela bi mijara “Girîngiya govendê di dîroka çand Kurdan de” were lidarxistin.
Bernameya mihrîcanê dê 1ê Mijdarê bi nîşandana govendên herêman berdewam bike. Komên govendê dê ji Amed, Ewropa, Colemêrg, Çewlîg, Stenbol, Ûrmiye, Êlih, Mêrdîn, Mêrsîn, Bedlîs û Wanê tev li mihrîcanê bibin û govendên herêmên xwe nîşan bidin.
Mihrîcan di heman rojê de dê bi konsera stranbêj Neslîhan Edîş bi dawî bibe.
















