• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Kurd an dê bibin xwedî cih an jî dê nexşeyên serdestan neçin serî’

Mahmût Altintaş / AW

25 ÇILE 2026 - 10:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Nûnera PYDê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku bi lêv kir ku êrişên ser Rojava di çerçoveya planên hezên navneteweyî de pêk hatin û wiha got: “Helwest û nêzîkbûna xwedî derketina Rojava nişan dide ku em Kurd di vê sedsalê de yan dê xwedî cih bin an jî dê naxşeya ku serdest dixwazin neçe serî.”

 

Komên çeteyên giredayî HTŞê, DAIŞ, SMO û Tirkiyeyê li her herêmên Rêveberiya Xweser di 6ê Çileyê vir de êrişên xwe didomin. Li dijî êrişan Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gel ji bo tevlî seferberiyê bibin li ser pêyan in û berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê. Li Parîse ya bi navbenkariya Amerîkayê, bi tevlîbûna Îsraîl, Tirkiye û hikumeta Şamê pêk civînek pêk hat û êrişên ser Rêveberiya Xweser di vê civînê de hatin erêkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî van êrişan weke komployeke navneteweyî ya li dijî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” pênase kir. Piştî êrişan bêdengiya hezên navneteweyî jî diyar dike ku êriş li gor plana wan di navbera xwe de erê kiriye pêk tên.

Nûnera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Ewropayê Mizgîn Ehmed tekildarî êrişan û xwebatên xwe yên li qada navneteweyî ji Ajans Welat (AW) re axivî.

‘Hezên navneteweyî piştgirî dan Colanî’

Mizgîn Ehmed diyar kir ku HTŞê li gor planên hezên navneteweyî li ser Rojhilata Navîn hatiyê ser desthilatdariyê û ev tişt gotin: “Hatina Colanî û HTŞê ya ser rejîma Şamê bi tîfaqên hezên navneteweyî pêk hat. Armanca hezên navneteweyî ew bû ku weke amurekê HTŞê bi kar bînin û li gor berjewendiyên xwe planên xwe li ser Rojhilata Navîn pêk bînin. Armanc Îran, Iraq û Hîzbullaha Lubnanê û mijara Yemenê ye. Bi vî awayî heke baskên Îranê bişkînin dê karibin mudaxaleyeke pir rehet pêk bînin. Bi vê armancê Colanî li Şamê bi cih kirin. Hemû kes jî dizane Colanî çi pêkanînên terorî kirinê û di nava rêxistinên terorîst de cih girtiyê. Hemû kes dîroka wan dizanê. Kesek îslamîst û komkujiyan pêktînê nikare Sûriyeya pir rengî bi rê ve bibe. Dewleta Tirk jî di hundirê vê dîzaynê de heye. Di nava Şamê de jî ya xurt Tirkiyeyê. Planên Amerîka jî hene. Jixwe di 4ê Çileyê de civînek jî bi navbenkariya Amerîkayê pêk hat.”

‘Di civîna Parîse de plana Rojhilata Navîn hat diyarkirin’

Mizgîn Ehmed anî ziman ku di civîna Parîsê de planeke bi giştî li ser Rojhilata Navîn hatiyê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema li dijî gel û baweriyên cuda êriş pêk hatin jî hezên navneteweyî tiştek nekirin. Ew yek jî bû sedem ku êrişî me jî kirin. Ew civîna Parîse jî weke komployeke navneteweyî ya li dijî Rêbertî dinêrxînin. Li dijî me planek e. Ji bo wan gel were qetilkirin an jî komkujî pêk werin ne girîng e. Ji bo wan berjewendî esas e. Dewlete Tirkiyeyê jî di mijara Xezayê de rol nedanê lê di vir de rol danê Tirkiyeyê. Ji ber ku pêdiviya Amerîka û Îsraîl bi Tirkiyeyê heye ku di êrişên li dijî Îsraîlê de Tirkiye bê helwest bihêlin. Ji bo wê jî qetilkirina Kurdan reva dîtin. Di civîna Parîse de jî ew derket holê. Yanî Tirkiyeyê gotiyê Rêveberiya Xweser ji holê rakin bila Başurê Sûriyeyê yê Îsraîlê be û dê di mudaxaleya Îranê de jî alîkariyê bikin.”

‘Dewletên Ewropa li gor Amerîkayê tevdigerin’

Di berdewama axaftina xwe de Mizgîn Ehmed bal kişand ser tekiliya xwe ya bi dewletên Ewropî û derbarê sekn û helwesta Ewropayê û têkiliya êrişan de ev tişt gotin: “Welatên Ewropa jî piştî şerê li Ukraynayê di krîzeke de ne. Ji bo wê jî Amerîka çi bibêje ew jî li gor wê tevdigerin. Piştî êrişan gelek hewldanên me jî çêbûn. Lê dewletên ji berê em bi fermî pêşvazî dikirin tenê digotin dilê me dişewitê, em bi fikar in, em ê di nav xwe de nîqaş bikin. Lê mixabin ji ber ku ew helwesta xwe li gor Amerîkayê diyar dikin, nikarin helwesteke radîkal nişan bidin. Lê tişta herî girîng gelê Kurd ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê weke xalekeke li dora Rojava kom bûn û nişan dan ku gelê Kurd yek e. Yekitiya gelê Kurd derket lutkaya herî jor. Cîhanê jî dît ku gelê Kurd heke bibe yek, dikarin destkêftiyên xwe biparêzin.”

‘Gelê Kurd yekitiya xwe nîşanî hemû cîhanê da’

Di dawiya axaftina xwe de Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku gelê Kurd yekitiya xwe ji hemû cîhanê re nişan da û wiha axivî: “Gelê Kurd heta destkêftiyên xwe mîsoger nêkin divê nasekinin. Ji 7 salî heta 70 saliyê her kes li kolanan e û tevlî seferberiyê bûnê. Hemû parçeyan gel li ser pêyan e. Ciwan derbasî Rojava bûn. Hejmareke li Ewropa jî derbasî Rojava dibin. Ew helwest û nêzîkbûn nişan dide ku em Kurd di vê sedsalê de yan dê bibin xwedî cih an jî naxşereya ku ew dixwazin naçe serî. Em jî kar û xebatên xwe li hemû cîhanê didin meşandin. Hem di warê civakî û hem jî di warê dîplomasiyeyê de seferberî berdewam dike. Divê em rastiya wan bi bidin ber çavan û wan teşhîr bikin. Berxwedana gelê Kurd xwedî şanaziyeke mezin e. Bi yek dengî û hestên neteweyî divê em parastina Rojava bikin.”

Etîket: Komên çeteyên giredayî HTŞê DAIŞ SMO û TirkiyeyêNûnera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Ewropayê Mizgîn Ehmed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne