Şaredariya Seravê ji bo aboriya jinan Kargeha Berikan vekiriye. Mamosteya kargehê Nesîbe Ertaş bal kişand ser çanda çêkirina berikan û wiha got: “Ez dixwazim hevalên me werin tev li kargeha me bibin. Şaredariya me çiqas ji destê wan tê alîkariya me dike û derfetan ji jinan re diafirîne.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiya ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Wanê hemû şaredarî bi dest xistin û li sernaserê bajêr bû partiya yekemîn. Piştî hatina hevşaredarên DEM Partiyê li Wanê xebatên civakî, çand û hunerî dest pê kirin û di vê çarçoveyê de nexşerêyek hat diyarkirin. Şaredariya navçeya Seravê jî di çarçoveya vê nexşerêyê de di sala 2024an de ji bo jinan li navçeyê Kargeha Berikan vekir û ji bo ku jin bikaribin ji aliyê aboriyê ve alîkariya malbatê bikin berikan çêdikin.
Mamosteya Kargeha Berikan Nesîbe Ertaş a ku ji zaroktiya xwe ve berikan çêdike, behsa karê xwe kir û xwest ev mîrate berdewam bike.
Nesîbe Ertaş di despêka axaftina xwe de anî ziman ku ew piştî sala 2010an derbasî kargeha Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûye lê piştî vekirina kargehê hatiye Seravê û wiha got: “Ez ev du sal in li vê kargehê dixebitim û mamostetiyê dikim. Berê mehfûr tenê dihatin çêkirin lê niha berik jî tên çêkirin. Nêzî 20 jin di vê kargehê de dixebitin. Jinên tên vir heta niha qet tiştên wiha çênekiribûn, li gorî vê yekê jî hewldana wan heye û baş fêr dibin. Karê me niha baş bi rê ve diçe.”
‘Em derdê xwe jê re dibêjin’

Bi domdarî Nesîbe Ertaş destnîşan kir ku çêkirina berikeke biçûk a metroyek an jî metro û nîv li gorî destleziya kesan heyvek an jî du heyvan digire. Nesîbe Ertaş diyar kir ku berikên mezin ên du-sê metro jî di navbera du heyv û sê heyvan de tê çêkirin û wiha pê de çû: “Wextê ku mirov dibîne, dibejê ku çendî zehmet e, wê çava nexşên wê çêkim, lê dema mirov dest pê kir her tişt hêsantir dibe. Em bi berikan re derdên xwe jî vedibêjin, em pê re diaxivin. Di dilê me de çi hebe dinexşînin ser berikê. Di dawiyê de ev berik dibe wek hevaleke me.”
‘Em dixwazin destê jinan bigirin’
Her wiha Nesîbe Ertaş bi lêv kir ku daxwaziya wan ew e ku ev mîrateya çanda kevnar ji bo winda nebe berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim hevalên me werin tev li kargeha me bibin. Şaredariya me çiqas ji destê wan tê alîkariya me dike û derfetan ji jinan re diafirîne. Hin jin hene hê jî bindestên mêrên malbatê ne û em jî hewl didin destê wan bigirin. Em dixwazin ew jî karê destê xwe bibînin û bila hevalên jin di malê de nemînin.”














