• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Înkar têk çû’

Navenda Nûçeyan /AW

24 SIBAT 2025 - 14:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bi sernavê “Înkar têk çû” bal kişand ser polîtîkayên înkarê û têkoşîna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li dijî înkarê.

Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug di guncikê xwe yê vê hefteyê de bi sernavê “Înkar têk çû” bal kişand ser polîtîkayên înkarê yên dewleta tirk û mezinbûna têkoşîna Tevgera Azadiyê.

Felemez Ulug diyar dike ku bi mezinbûna Tevgera Azadiyê û belavbûna wê ya li cîhanê êdî aşkere bû ku têkoşîna li hemberî wê jî bi rêbazên berê nabe û wiha cih dide nivîsa xwe: “Tevî hemû astengî û zahmetiyan jî Rêber Apo dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê û çareseriya pirsa Kurd berneda.”

Felmez Ulug diyar dike ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji salên 90î ve ji bo pirsa kurd li çar aliyên Kurditanê bi rêbazên siyasî û demokratîk were çareserkirin di nava hewldanan de ye û wiha li nivîsê zêde kir: “Ji wan salan û vir ve bi armanca niyeta xwe ya baş û çêkir nîşan bide; gelek caran li ser banga Rêber Apo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê agirbest ragihand. Ev niyeta baş her dem ji aliyê şerxwaz û derdorên ji siyaseta şer sûd werdigirin hate têkbirin.
Di salên 90î de Tevgera Azadiyê ji gelek milan ve xwedî awantajên mezin bû. Di warê leşkerî de xurt bû, eleqeyek mezin a gel ji bo wê hebû. Ji çar aliyên Kurditanên keç û xortan ref bi ref berê xwe didan eniyên têkoşîna azadiyê. Di nava civakê de cara ewil hişmendiya li ser kurd û Kurdistanê pêş diket. Welatparêzî û kurdperwerî belavî her beşê civakê bû.”

Felemez Ulug bi bîr xist ku bi mezinbûna têkoşîna azadiyê ve, zimanê kurdî yê ku li ber wendabû weke dara mazî ji nû ve bişkîvî û vegerî cewherê xwe û wiha berdewam kir: “Li kolanan stranên kurdî, replikên şanoyên kurdî û hunermendên kurd yek bi yek dengê wan li kolanan bilind dibû. Ev çand û zimanê kevnar ê bi siyaseta înkar û îmhayê hatibû qedexekirin kirasê xwe çirand û di germahiya têkoşîna azadiyê de ji nû ve hate mezinkirin. Weke çand û ziman di her beşê civakê de kurdbûn anku xwebûn pêş diket. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku di mezinbûn û têkoşîna Tevgera Azadiyê de salên 90î xwedî wateyek cûda ye. Di wan salan de hişmendiya ku di têgeha welatparêziye hatî avakirin heya îro jî dewam kir. Lê neyarên gelê kurd ji bo Tevgera Azadiyê pêş nekeve û negihêje armanca xwe çi ji dest hat kir. Ew salên ku ji gelek milan ve mohra xwe li têkoşîna Azadiyê da, di haman demê de bû salên herî tarî ên siyaseta dewleta tirk jî. Dewleta Tirk wê demê di bin navê JÎTEMê û Dadgehên Ewlekariyê yê Dewletê de li dijî civaka kurd gelek sûcên mirovahiyê pêk anîn. Ji bo gel ji dozê dur bixe, bêîrade bike, mahkumî xulamtiya xwe bike her cûre qirêjî kir. Tişda ku dikarîbû bi xwe kir, tişa ku nekarî bû jî bi destê kontra û çeteyên bi navê Hizbûllahê kir.”

Felemez Ulug destnîşan kir ku di encama siyaseta qirêj de cara ewil gotina Hizbûllah kete rojava kurdan û wiha dirêjî da nivîsa xwe: “Bi destê vê hebûna terorîst ku ji aliyê dewletê bi xwe hatibû avakirin bi hezaran Karsaz, Rojnamevan, Rewşenbîr, Siyasetvan, Welatparêz û Dildarên tevgera Azadiyê hatin kuştin. Ev kuştinên ku bi navê “Kujerên Faîlên Wan Ne Diyar” ketin qeydan û heya niha jî nehatin ronîkirin. Dewleta Tirk ji bo ser van kuştinan bigre û hevkariya dewletê ya bi Hizbullahê re neyê eşkerekirin, ev pêkhateye qatîl û terorîst rizand. An ku wê ji qada pratîk vekişand. Lê ev pêkhate herdem di nava dewletê de ma. Bi taybet di çarçoveya têkoşîna li dijî Tevgera kurd de bi formên cûda her derket pêşiya me. Bi mezinbûna Tevgera Azadiyê û belavbûna wê ya li cîhanê êdî aşkere bû ku têkoşîna li hemberî wê jî bi rêbazên berê nabe. Tevî hemû astengî û zahmetiyan jî Rêber Apo dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê û çareseriya pirsa Kurd berneda. Li gel vê neyarên gelê Kurd jî bi armanca planên xwe yê sedsalî têxin meriyekê herdem di nava hewldanên qirêj de bûn.”

Felemez Ulug da zanîn ku Dewleta Tirk li her çar parçeyê Kurdistanê bi armanca pêşî li Tevgera Azadiyê bigire û ji bo xwe hevkara çêke kete nava hewildanan û ev nirxandi kir: “Li Başûrê Kurdistanê PDK ji bo vê hevkariyê partnerê herî guncaw bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî Şoreşa Rojava bi avakirina komên çete xwest pêşî li vê şoreşê bigre li gel vê jî di bin navê ENKSê de ji bo berjewendiyên xwe eniyek qaşo kurdî ava kir. Li Bakurê Kurdistanê jî ji bo pêşî li kurdan bigire kete nava hewldanan. Piştî salên 90î deshilata AKPê ku di despêka salên 2000î de hat avakirin di mijara Kurdan de siyasetek pir qirêj da meşandin. AKP ji roja avabûye heya niha bi dijberiya xwe ya Kurdan tê naskirin. Ji bo Kurdên hevkar, xwefiroş, lîberal û çete hemûyan bikşîne aliyê xwe siyasetek pir zirav meşand. Gelek Kurdên xwefiroş kir parlementer û hişt ku ew li ser navê Kurdan biaxivin. Bi vekirina TRT 6 ve qaşo girîngiyê girîngiyê dide Kurdî, hemû berhemên Kurdî, stran, şano û qedexeya li ser çanda Kurdî her roj girantir bû. Li gel van kesên bi Kurdî stran digotin cezayên giran li wan hatin birîn. Gelek siyasetmedar, hevşaredar, rewşenbîr û rojnamevan ji ber ku xwedî li hebûna xwe çanda û nasnameya xwe derketin hatin cezakirin, avêtin zîndanan. Deshilata AKP dema nû hate ser hikum ji ber ku di siyasetê de nû bû û pêdiviya wê bi pitşevaniya civakê hebû siyasetek nerm meşand. Lê piştî di hemû saziyên dewletê de xwe bi cîh kir û şûn ve ango piştî 2015an siyaseta xwe dijwartir kir. Di hedefa vê siyasetê de dîsa kurd hebûn.”

Felemez Ulug anî ziman ku AKPê çawa li dijî Tevgera Azadiyê li parçeyên din ên Kurdistanê ji xwe re hevkar avakirin di çarçoveya vê siyasete xwe ya dij-kurd de xwest ku li Bakurê Kurdistanê jî vê bike û wiha bi dawî kir: “Ji bo vê hevalbendiyê jî partnerê herî guncaw Hizbûllah bû. Lê Hizbûllah ku deste wê di xwîne ewqas kesî de heye wê çawa ji nû ve bihata zîndîkirin an ku aktîfkirin. Ji bo vê jî kilifê siyasî ango meskeya HUDA-PAR hate hilbijartin.
Di çend salên dawî de em dinerin ku Hizbul-kontra an ku HUDA-PAR di çarçoveya siyasta înkar û îmhayê de bi deshilata AKPê re tevdigere. Gelek tetîk-kêşên Hilbullahê di bin banê Hilbulkontrayê de bi erêkirina AKP’ê re ketin meclîsê. Ev nebese ji bo siyaseta kurdan li herêmê lewaz bikin bi derfetên ku deshilata AKP ji wan re avakiriye di nava hewldanek qirêj de ne. Vê hewldanê jî li ser dijberiya DEM Partî pêş dixin. Ev jî eşkere dike ku hişmendiya Kurdê welatparwer ku li dewletê guhdar nake dixwazin bi rêya Hilbulkontrayê îqnabikin û bikşînin aliyê xwe. Ji bo di vê armanca xwe de bi ser bikevin jî serî li her cûre qirêjiyê didin. Di vê çarçoveyê de beriya çend rojan li Amedê Hilbulkontra bi beşdariya gelek parlementerê xwefiroş ku ên AKPyî komxebatek pêk anî. Di vê komxebatê de Tişta ku herî derket pêş jî hewldana hewldanên li dijî pêvajoya bi însiyatîfa Rêber Apo tê pêşxistin bû. Bi taybet di vê pêvajoya ku çav û guhê herkesî li Îmraliyê ye bi destê vê pêkhatiye kontra pêşxistina hesabên bi vî rengî xizmetê ji siyaseta deshilata AKP’ê re dike. Rêveberiya AKPê ku bûye berdewamiya siyaseta deshilata salên 90î ji bo li herêmê Kurd nebin xwedî statû her cûre qirêjiyê dike. Em vê ji komkujî, dagirkerî, talan û sûcên şer ên li Rojava û Başûr kirî dizanin. Têkoşîna li ser perspektîfên Rêber Apo pêşketî û bi paradîgmaya wî di her qada civkî de pêk tê rê li vê hişmendiyê digire. Jî vî alî ve hevdîtin û peyamên Rêber Apo xwedî girîngiyek mezin in. Peyamên Rêber Apo di haman demê de vala derxistina vê siyaseta ku xwe dispêre hişmendiya siyaseta înkar û îmhayê jî. Pir eşkereye ku hesabên Kurdan û Tevgera Azadiyê li derveyî planên li ser herêmê tên kirin ne mumkune ku bigihêjin armanca xwe. Têkoşîna 50 salî ya di bin şertên pir giran û zahmet de hatî meşandin ev yek bi awayekî şekere raxistiye ber çavan. Îro jî ger li ser kurdan hesabek tê kirin ango bi kurtan re li hevkirinek tê kirin divê ev li ser bingeha hiqûqî û siyasî be. Ger li ser vê bingehê li hevhatine were çêkirin wê xwedî nirx be. Na ger di siyaseta înkar û îmhayê de israr hebe kurd û Tevgera Azadiyê ji bo destkeftiyên xwe biparêzin jî wê heya dawî jî têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Divê di vê de şik û guman nebe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne