Riha-Hevserokê OHDê Serhat Çakmak diyar kir ku qanûna çarçoveyê di çareseriya pirsgirêka Kurd de qonaxeke dîrokî ye û wiha got: “Ev qanûn nîşan dide ku deriyê hiqûqî ji bo Kurdan hate vekirin. Ji bo pêşketina pêvajoyê jî gavavêtina herî krîtîk û girîng azadiya birêz Ocalan e.”
Di naskirin û çareserkirina pirsgirêka Kurd de qonaxeke dîrokî hate destpêkirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî du sal in rojeva sereke ye, bi pêşkêşkirina ‘Qanûna Çarçoveyê’ re ket merhaleya hiqûqî. Pêşnûmeya ji 12 xalan pêk tê û di 5ê Tebaxê de radestî Meclîsê hat kirin, piştî nirxandina Komîsyona Edaletê dê ji bo erêkirinê biçe ber destê Lijneya Giştî. Ev gava ku berê wek meseleyeke ewlehiyê dihat dîtin, yekem car deriyê hiqûqê ji bo naskirina pirsgirêka Kurd vedike. Têkildarê vê mijarê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak ji ajansa me re axivî.
‘Ji bo kurdan cara yekem deriyê hiqûqî hate vekirin’
Serhat Çakmak bal kişand ser dîroka sed salî ya pirsgirêka kurd û bi bîr xist ku dewletê heta îro her tim bi rêbazên ewlehiyê û polîtîkayên înkarê nêzî meseleyê bûye û destnîşan kir ku nêzî du sal in pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ev pêvajo niha derbasî merhaleyeke girîng a hiqûqî bûye, gava niha tê avêtin xwedî wateyeke dîrokî ye û wiha axivî: “Dewletê her tim bi rêbazên ewlehiyê gav avêt. Her çend di salên borî de niyeteke dewletê ya siyasî û piştî vê jî niyeteke hiqûqî hatibe jî, ew pêvajoyên wê demê mixabin zêde dirêj neajotin û şer berdewam kir. Lê ev demek e di pêvajoya ku nêzî du sal in hatiye destpêkirin de, niha merhaleya gavên rêbaza hiqûqî hat rojevê. Ev jî vê yekê dide nîşan ku naskirina pirsgirêka kurd û çareserkirina wê dê bikeve merheleyeke nû. Ev merhale jî merhaleya hiqûqî ye. Yanî ji bo kurdan rêya hiqûqa demokratîk hate vekirin. Heke êdî merhale ji çekdariyê derbasî demokrasiyê bibe, naskirina mafên kurdan dê derkeve holê. Ev yek jî pir girîng e.”
‘Wêranî û astengiyên salan divê ji holê rabin’

Serhat Çakmak bal kişand ser encamên giran a şer û tecrîda li ser qada siyasî û destnîşan kir ku divê di destpêkê de zirarên vê pêvajoyê ji holê werin rakirin û ev tişt anî ziman: “Ew zirar û wêraniya ku di şer de derketiye holê, divê di destpêkê de bên rakirin. Çi ye ew wêranî; penaberkirin, girtin û astengkirina mafên siyasî ne. Divê di destpêkê de astengiyên wisa ji holê rabin da ku qada siyaset û hiqûqê henaseyê bistîne.”
Gava dîrokî
Di axaftina xwe de Serhat Çakmak ji bo naverok û kêmasiyên pêşniyara qanûna çarçoveyê destnîşan kir ku ev gaveke destpêkê ye û divê paşxana hiqûqî ya gavên Tevgera Azadiyê bê çêkirin û ev nirxandin kir: “Belê, em dikarin bêjin kêmasî hene lê ji bo vekirina deriyekî tiştekî baş e; em ê bi hev re li ser kêmasiyan nîqaş bikin û çareserkirina kêmasiyan jî bibînin. Lê ji bo destpêkê ev qanûna çarçoveyê dîrokî ye û ji bo me girîng e. Niha hem ji bo dewletê hem jî ji bo Tevgera Azadiyê gavavêtinên hiqûqî baweriyê zêde dikin, da ku pêvajo encameke erênî bigire. Heta îro Tevgera Azadiyê çi gav avêt? Xwe fesih kir, merasîma çekşewitandinê çêkir û ji qada Bakurê Kurdistanê paşve kişiya. Divê piştî van gavan statuya endamên Tevgera Azadiyê bê diyarkirin. Ji ber ku bi van gavavêtinan Tevgera Azadiyê diyar dike û dibêje ‘Me çek berdaye, di qanûnê de statuya min diyar bikin.’ Divê ev bê diyarkirin ku gerîla bê û tev li siyaseta demokratîk bibe, daxwazên xwe yên demokrasiyê û siyasetê bi kar bîne.”
‘Bingeha çareseriya mayînde tê avêtin’
Serhat Çakmak da zanîn ku ji bo welatîbûna wekhev û rakirina astengiyên li ser nasnameya kurdî hewcehî bi guhertinên hiqûqî heye û wiha domand: “Divê di vê merheleyê de ev astengkirin di nava hiqûqê de hêdî hêdî rabin û di nava qanûnan de guhertin çêbibin. Ez wek kurdekî di nava vî welatî de dijîm û min xwendiye; dema ez di nava saziyeke dewletê de cih bigirim, divê ev astengiya li ser nasname, fikir û ramanên min bê rakirin. Ji ber vê yekê jî pêşî ev qanûn derî û rêya nîqaşê vedike. Yanî pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin, lê bi vê qanûna çarçoveyê re bingeha çareserkirinê tê amadekirin û ji vî aliyî ve girîng e.”
‘Ji bo meşandina pêvajoyê divê birêz Ocalan azad bibe’
Serhat Çakmak bal kişand ser rol, misyon û bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gel, Tevgera Azadiyê û pêvajoyê û wiha pê de çû: “Madem pêvajo hatiye vê merheleyê û biryarek hatiye girtin, ji bo ku pêvajo pêş bikeve jî biryareke siyasî hewce ye; ev jî azadiya Birêz Ocalan e. Dema ku Birêz Ocalan azad bibe û şert û mercên wî bêne rastkirin, wê demê ev pêvajo jî dê baştir bi rê ve biçe. Ji bo vê jî divê dewlet û hikûmet bi wêrekî tevbigerin û vê gavê bavêjin; ev gav ji bo pêvajoyê girîng e. Em hemû jî dizanin ku bandora Birêz Ocalan li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê heye. Ji ber vê yekê jî, ji bo ku rol û misyona xwe bikaribe bilîze, divê di destpêkê de azadiya Birêz Ocalan pêk bê. Ev tişt ne girêdayî ‘mafê hêviyê’ ye; ji ber ku mafê hêviyê mafekî hiqûqî ye. Em dizanin ku Dadgeha Mafên Mirovan ev biryar daye û divê ew biryar bê bikaranîn. Lê belê dewletê biryareke siyasî girt û ev pêvajo dest pê kir. Ji bo vê jî divê ji bo azadiya Birêz Ocalan biryareke siyasî bê girtin da ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Wê demê di nava gelê kurd û gelên din de baweriyeke xurt a ji bo pêvajoyê dê derkeve holê.”
‘Pêvajo nû dest pê dike û divê her kes bi rola xwe rabe’
Her wiha Serhat Çakmak diyar kir ku ev gav destpêka qonaxeke nû ya têkoşîn û ronîkirina civakê ye û bang li hemû saziyên siyasî, hiqûqî û sivîl kir ku bi rol û misyona xwe rabin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev gav ji aliyê hiqûqî ve dê çi guhertin bêne çêkirin? Ev guhertin tên çi wateyê? Divê em wek sazî, hiqûqnas, partiyên siyasî û sendîka ji gelê xwe re û ji gelên Tirkiyeyê re baş bînin ziman. Li ser girîngî û wateya vê pêvajoyê bisekinin. Gelê kurd dibêje gelo dewlet me dixapîne, gelê tirk jî dibêje dewlet ji destê me çû. Ji ber vê yekê jî divê em girîngiya bi hev re jiyankirinê ji gelê Tirkiyeyê re bêjin. Her wiha divê em ji gelê kurd re jî bêjin û bê zanîn ku ev pêvajo ne yekalî dest pê kiriye û bi taybetî baweriya xwe bi hêza xwe bînin. Ji bo vê jî divê her saziyeke kurdî û her kes bi berpirsiyariya xwe rabin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”












