• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dîroka Kurdan bi dengbêjiyê heta îro hatiye’

Bazîd Evren / AW

4 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A

Agirî – Dengbêj Miraz ku ji navçeya Panos a Agiriyê ye, bal kişand ser giringiya dengbêjiyê û da zanîn ku dîroka kurdan bi dengbêjiyê heta îro hatiye û got: “Bila bi devê stranbêjan kilaman nebêjin, bila bi devê dengbêjan bibêjin”

Li herêma Serhedê ku cihê huner û hunermendan e, dengbêjî cihekî gelek taybet digire. Li hemû bajar, navçe, bajarok û gundên Serhedê tu dikarî rastî dengbêjan bê û ev kes çanda dengbêjiyê li ser pêyan dihêlin. Ji 7 salî heta 70 salî dengbêj hene û hema bibêje li ser hemû mijaran kilam gotin e. Lewma, di civaka Kurdan de ji ber ku dîroka Kurdan heta îro bi kilaman anîne dengbêjî pîroz tê dîtin.

Yek jî ji van dengbêjan Dengbêj Mîraz (Îlhan Ûygar) ku ji gundê Hurkût ê girêdayî navçeya Panos a Agiriyê ye. Dengbêj Miraz di salên 90î de dema di Şaredariya Panosê de dixebite, dixwaze li ser dengbêjiyê albûmekê derbixe. Ji ber ku karekî fermî dikir, nekarî bi navê xwe yê fermî albûm derxîne, wî jî bi navê Miraz derxistiye. Meraqa Dengbêj Miraz ya ji bo kilam gotinê ji zaroktiya wî tê û hevjînê meta wî ku navê wî Silhedîn bû, Dengbêj Miraz hînî kilam gotinê kiriye. Piştre ji ber ku dengê wî xweş bû gava Dengbêj Miraz diçû civatekê, kilam bi wî didan gotin û ev nêzî 45 sal in kilaman dibêje.

‘Sedema ku ez bibim dengbêj kilama Dewrêşê Evdî bû’

Dengbêj Miraz ku behsa jiyana xwe ya dengbêjiyê kir, da zanîn ku ew di 20 salên xwe yên ewil de amatorê dengbêjiyê bû û ev dora 25 sal in jî profesyonelî dengbêjiyê dike. Dengbêj Miraz, diyar kir ku kilama Dewrêşê Evdî li ser wî texsîreke mezin kiriye û wiha got: “Min kilama Dewrêşê Evdî ji Şakiro guhdar kir. Yekemîn qasedên Şakiro derketin û min ji wan qasedan guhdar kir. Ji sedî 90-95 sedema ku ez bibim dengbêj ev kilam bû. Min rû bi rû jî Şakiro naskir, lê min pê re kilam negotiye.”

‘Dengê Serhedê qûlingî ye’

Dengbêj Miraz anî ziman ku heke ew bikaribin ciwanên Kurdan ji POP’a tirkan biqedînin, ev yek ji bo wan serkeftineke mezin e. Dengbêj Miraz, bi lêv kir ku gelek buyer hatine serê Kurdan û dengbêj jî ev bûyer bi kilamên xwe heta îro anîne. Dengbêj Miraz, bi domdarî wiha got: “Dengbêjiya Serhedê tenê li ser evîniyê nîne. Qetlîam, şer hwd. jî di kilaman de hatine vegotin. Dengbêjiya Serhedê bi awayekî serbest tê gotin, bêkontrol e. Her kes li gorî dengê xwe dibêje û dengê Serhedê qûlingî ye. Lê weke mînak dengbêjiya botan bi enstirumanan hatiye terbiyekirin. Weke kilamên Erîvanê ne. Heke mirov kilamên Botan û Serhedê bîne ber hev, ez kilamên Botanê baştir û rasttir dizanim.”

‘Dengbêjiyê li ser hebûna Kurdan bandoreke mezin kiriye’

Di berdewamiyê de Dengbêj Miraz anî ziman ku di qeydên dewletê de komkujiya Geliyê Zîlan nîne, heke dengbêjî neba ti kesî ev komkujî nedizanî. Dengbêj Miraz, da zanîn ku lewma dewletê qaset an jî albûmên dengbêjan wê çaxê qedexe dikirin û malbatên dengbêjan ew qaset û albûm binax dikirin û diverşartin. Dengbêj Miraz, anî ziman ku dengbêjek bûyerekê yan jî mijarekê di mêjiyê xwe de teswîr dike û wiha dirêj kir: “Dengbêjek bi teswîrkirinê kilamên xwe dibêje. Heke guhdarvan jî xwe di nava vê kilamê de bibîne bandoreke mezin li ser civakê çêdike. Li gor min bandora dengbêjiyê jî li ser hebûna Kurdan bandoreke mezin kiriye.”

‘Kilam gotin bûye mijara pere qezençkirinê’

Bi domdarî Dengbêj Miraz, destnîşan kir ku niha dengbêjî, kilam gotin weke tiştekî gelek hêsan tê dîtin û bûye mijara pere qezançkirinê. Dengbêj Miraz, diyar kir ku ev yek hinek jî sûcê civakê ye, lewma zêde ji dengbêjiyê heznakin û ev tişt got: “Çima heznakin? Tişta ku enstiruman tê de ne be, keyfa wan jê re nayê. Ciwanên niha mixabin hewesî (özenti) Tirkan dikin, Tirk jî ji Ewropa hewes dikin. Ji ciwanên me nêzî sedî 20 di telefonên xwe de dengbêjan guhdar dikin û ev tiştekî baş e. Her wiha gelek hozanên me yên nû jî kilaman xera dikin. Dengbêj dikare sê rojan bibêje û qet kilamê dubare neke. Dibêjin kesên wiha dengbêj.”

‘Dengbêjî teqlîd e’

Dengbêj Miraz bal kişand ser meqam ankû seliqeya dengbêjiyê û da zanîn ku her dengbêjek xwedî meqamekê ye. Dengbêj Miraz, destnîşan kir ku meqam dengê ji qirika dengbêjekî derdikeve ye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Meqam şablon e û şablona dengbêja kurdî meqamê wê ye. Heke meqam nebe dê kê bizane kilam çiye? Bê meqam kilam qareqarê zêdetir tiştek din nîne. Her wiha dengbêjên niha jî meqama heyî teqlîd dike û vê teqlîdê jî xera dike. Ji xwe dengbêjî jî mirov dikare bibêje teqlîd e. Dengbêj Ferzê ji Evdalê Zeynikê teqlîd kiriye, Reso ji Ferzê teqlîd kiriye, Şakiro ji Reso teqlîd kiriye hwd. Lê Filîtê Axtepe dengbêjekî gelekî mezin e. Wî nêzî 13 salan li Bişêriyê dengbêjiya Emînê Perîxanê kiriye. Filîtê Axtepe meqamê Botan û Serhedê li hev daye û sentezek çêkiriye. Niha jî kes nikare li pey vê meqama nû ya sentez here. Lê mixabin qet bandên kilamên wî di piyasê de tune ne.”

‘Bi devê dengbêjan kilaman bibêjin’

Dengbêj Miraz, anî ziman ku miletî Kurd hêj jî ji dengbêjiyê haydar nîne û heke pêbihese dê gelek baş be. Dengbêj Miraz, binê wê xêz kir ku dengbêjî hebûna Zimanê Kurdî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîroka Kurdan bi dengê dengbêjan heta îro hatiye. Ez ricayê ji dengbêjên nû dikim, bila reseniya kilamê xera nekin. Bila bi devê stranbêjan kilaman nebêjin, bila bi devê dengbêjan bibêjin.”

 

Etîket: Dengbêj MirazDengbêjîSerhedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dengbêjî sûreta tevahiya dinyayê ye’

‘Dengbêjî sûreta tevahiya dinyayê ye’

17 TEBAX 2026
Li Êlihê şevbihêrka dengbêjiyê hat lidarxistin

Li Êlihê şevbihêrka dengbêjiyê hat lidarxistin

25 TÎRMEH 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

22 GULAN 2026
‘Wê çanda dengbêjiyê winda nebe’

‘Wê çanda dengbêjiyê winda nebe’

13 GULAN 2026
‘Em ruhê dengbêjiyê biparêzin em ê xetereyan jî kêm bikin’

‘Em ruhê dengbêjiyê biparêzin em ê xetereyan jî kêm bikin’

8 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne