Di roja 6emîn a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de pêşengeha pirtîkan hat vekirin û panela li dijî hişbirê hat lidarxistin. Di panelê de endamê SESê Yusuf Guzel anî ziman ku hişbira di nav ciwanan de hatibû krîmînalîzekirin, li taxên xizan bûye pêdiviyeke rojane û normal.
58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê lidarxistin, di roja ya 6emîn de berdewam dike. Di çarçoveya bernameyên îro de pêşengeha pirtûkan hat vekirin û dê heta dawiya mîhrîcanê bidome.
Di vekirina pêşangeha pirtûkan de bi ser navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd (YEWKURD) Asya Genim axivî û bal kişand ser nirx û girîngiya xebatên zimanê Kurdî. Asya Genim destnîşan kir ku her hewldana ji bo zimanê Kurdî xwedî nirxeke mezin e û got: “Bi rastî em her karê ku di ber Kurdî de tê kirin, hêja û giranbaha dibînin. Ji bo me mebest û armanc ew e ku em Kurdî mezin bikin û berdewamiya wê pêk bînin. Ji bo me ziman, hêjatirîn û bedewtirîn mebest e ku em di ber de biêşin. Her kesên ku di ber Kurdî de êş kişandine, hewce ye em li rêya wan û keda wan xwedî derkevin.”
‘Piştî 2015an li taxan rê li ber firoşkaran hat vekirin’
Piştî vekirina pêşengehê Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê (SES) panela li dijî madeyên hişbir hat li derxistin. Di panelê de pankarta “Lêgerîna li dijî girêdayiyê berpirsiyariya beramberî jiyanê ye” hat vekirin. Gelek xwendekar, ciwan û welatî tevlî panelê bûn.
Di panelê de endamê SESê Yusuf Guzel axivî û pêşketina bikaranîna hişbirê ya ji sala 2015-2016an heta îro nirxand û bal kişand ser guherîna li taxên Kurdistanê û polîtîkayên ku li ser ciwanan tên meşandin. Yusuf Guzel wiha got: “Beriya salên 2015-20160an, her çend rêbazên bingehîn nebin jî, rêbazên ku bersivê bidin li taxan hebûn. Wê demê ciwanên rêxistinkirî yên ku di nav têkoşîna azadiyê de bûn, rê li ber van tiştan digirtin, firoşkar dihatin hişyarkirin, teşhîrkirin û carnan jî mudaxele dihat kirin. Lê piştî pêvajoya xwerêveberiyê, operasyonên taybet li dijî van ciwanan hatin meşandin.”
‘Navenda têkoşînê di nav polîtîkaya şerê taybet de hat hiştin’
Yusu Guzel, diyar kir ku piştî bêbandorkirina pêşengên ciwanan, amûrên şerê taybet ketin dewrê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kesên ku berê ev kar nedikirin an bi tirs dikirin, piştî 2015-16an dest pê kirin ku bi rihetî destê xwe bihejînin û hişbirê bifroşin. Tişta ku hatibû kriminalizekirin, li taxên xizan bû pêdiviyeke rojane û normal. Ev rewşa ku wê rojê dest pê kir, îro jî wek pirsgirêkeke mezin li ber me rawestiyaye.”
‘Kapîtalîzm û dewlet civakbûnê hildiweşînin’
Piştre Zilan Kiziltaş bal kişand ser cudahiya navbera şer û şerê taybet de û ev yek anî ziman: “Tişta ku em jê re dibêjin şer, hewldana hişyarane ya beşekî ye ku dixwaze li ser gelan desthilatdarî û serdestiyê çêbike. Di çarçoveya şerê taybet de, dewleta netewe û kapîtalîzm bixwe naxwazin li hemberî xwe civakbûnê an bilindbûna nirxên civakî bibînin. Ji ber ku hemû tevgerên azadiyê ne bi serê xwe an wek ferdekî, lê bi rêya avakirina civakbûnê û bi têkoşîneke giştî derketine holê.”
‘Armanca bingehîn a li Kurdistanê: Qirkirin û dûrxistina ciwanan e’
Zîlan Kızıltaş, destnîşan kir ku li Kurdistanê kapîtalîst modernîte polîtîkaya “qirkirina ciwanan” dimeşîne û wiha bi dawî kir: “Lê çima li Kurdistanê ewqas girîngiyê didin ciwanan? Ji ber ku ciwan pêşengiya civakê dikin û rê vedikin. Ji ber vê yekê ye ku hişbir û hemû amûrên şerê taybet di nav ciwanan de tên belavkirin. Tişta ku li Kurdistanê bi rêya şerê taybet tê xwestin ew e ku ciwanan ji siyasetê û ji têkoşînê dûr bixin. Gava ciwan ji têkoşînê dûr ketin, ji aliyê xwe yê exlaqî û polîtîk jî dûr dikevin û dibin ferdên ku tenê roja xwe rizgar dikin. Şerê taybet ne tenê aliyê psîkolojî ye, amûreke rasterast a serdestiyê ye li ser gelan.”
Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.





















