Li dijî Şaredariya Navçeya Beykozê ya Stenbolê operasyona duyemîn pêk hat. Di operasyonê de 6 kes hatin binçavkirin, derbarê 2 kesan de jî biryara lêgerînê heye.
Lêpirsîn û operasyonên pêla binçavkirinê li dijî şaredariyên CHPê berdewam dikin. Di operasyona yekemîn a 4ê Adarê de pêk hatibû, Serokê Şaredariya Beykozê yê CHPyî Alaattîn Koseler jî di nav de 18 kes hatibûn binçavkirin, paşê 13 kes hatibûn girtin. Di 4ê Adarê de Wezareta Karên Navxwe ragihand ku Şaredarê Navçeya Beykozê Alaattîn Koseler bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye û bertil standiye” ji peywirê hatiye girtin.
Îro jî pêla duyemîn a binçavkirinê li dijî Şaredaeriya Beykozê pêk hat. Serdozgeriya Komarê ya Beykozê diyar kir ku operasyon li dijî kesên ku bertîl stendine û di îhaleyê de hîle kirine pêk hatiye û derbarê 8 kesan de biryara binçavkirinê hatiyê dayîn, 6 kes hatine binçavkirin û derbarê 2 kesan de jî biryara binçavkirinê heye.







