Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan li avahiya partiyê bi bernameyeke bi bîr anî.
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan li avahiya partiyê ya bajêr bi bernameyeke girseyî bi bîr anî. Nûnerên saziyên sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek ciwan tevlî bernameyê bûn.
Bernameya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û di dema rêzgirtinê de Sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyoneke ku behsa jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan dike hate nîşandan. Di berdewamiya bernameyê de helbest hatin xwendin û bîranîn bi berzkirina durûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.















