Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji civaka Êzidî re peyameke taybet şand û îşaret bi girîngiya entegrebûna YBŞê ya li nava artêşa Iraqê kir û got ku Êzidî demokrasiya mehelî dixwaze û ev daxwaz jî bi hêsanî dikare bê qebûlkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî peyamek şand. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Şengalê di civîneke gel de hate xwendin bi vî rengî ye:
“Li gel destavêtina DAIŞê jinên Êzidî xwedî sekneke bi hêz e? Divê vê zanibin; çanda Êzidî jî bi tena serê xwe têra azadiyê nake. Ez vê dibêjim; her wiha min ev ji dewletê re jî got û ez dubare dikim; bi awayekî giştî li hemberî îxtimala êrîşê ya li ser Êzidiyan, em ê wan bi awayekî çekdarî biparêzin. Ango li vir her tişt di rêya xwe de be jî em ê zêdetir giranahiya xwe bidin wir û em ê wan biparêzin. Divê dewlet jî vê fêhm bike.
Peyama min a ji bo wê jina ciwan jî ev e: Tiştên ku bi serê we de hatiye, divê we bi hêz bike. Divê kesayeta xwe mezin bike. Divê zimanê xwe giştî bike û bigihîne asta ku xetê bi pêş dixe. Eger Kurdî bizanibe, divê nivîskî jî fêr bibe û di asteke berfereh de bi kar bîne. Divê tiştên ku qewimîne binivîse û wan bike malê dîrokê. Hêvîdar im ku di demeke nêz de em hevdu bibînin.
Divê YBŞ li Şengalê bimîne. Eger ev nebe, ne Berzanî, ne jî Ereb mafê jiyanê nadin wan. Eger YBŞ di nava artêşa Iraqê de cihê xwe bigire, divê li cihê xwe bisekine. Biryara îmhaya wan hatiye dayîn. Divê teqez Êzidî xwediyê hêza parastina cewherî bibin. Gelê Êzidî niha ji pêvajoya qirkirinê derbas dibe û ev gel, ji hêla qanûn ve nayê parastin.
Li gorî ku tê gotin di navbera YBŞ û hikûmeta Iraqê de hin hevdîtin hene. Heya ji bo lihevkirinê belgeyekê jî hatiye amadekirin. Lê ev ji hêla serokwezîr ve nehatiye îmzakirin. Tê gotin ku Tirk astengiyê çêdikin. Divê Tirkiye vê astengiyê neke. Ji ber ku Êzidî wisa qala herêmeke xweser nakin. Demokrasiya mehelî dixwazin. Em ê van hemûyan bi komîteya jor re biaxivin. Ez texmîn dikim wê daxwazên me bi rehetî bêne qebûlkirin. Yê cudakarî û parçebûnê dixwaze PDK ye. Em ê di civîna komîteyê de li ser van biaxivin.
Divê weke modela Tirkiyeyê ji bo Şengalê jî modeleke bê pêşxistin. Min ji ber vê, astengiya PKKê ji holê rakir. PKK, êdî li pêşiya çareseriya pirsgirêkan bibû asteng. Yanî PKKê temenê xwe tamam kiribû û rola xwe lîstibû. Li gel vê jî eger mirov li gorî vê rastiyê tevnegere wê pêvajo felç bibe. Di encamê de min biryara fesixkirina PKKê girt û berpirsyarê vî karî ez im. Dibe ku hin kêmasî hebin lê ev nêzîkatî rast e.
Li Şengalê xweparastina pêwîst e. Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cihê xwe bigire. Li gorî ku tê gotin Iraqê ev qebûl kiriye. Ev çêbe baş e. Li pişta DAIŞê kî heye hîn nediyar e. Netewperestiya Ereb bi hêz e. Kêm jî be eger firsendê bibînin wê gelê Êzidî ji holê rakin. Netewperestiya Ereb li Kerkûkê jî Tirkmen ji qetlîamê derbas kir. Ji bo ku ev nebin divê asayîşa mehelî hebe. Li Iraqê ev tişt hema bêje ji bo her eşîrê derbasdar e. Sazîbûna li Tirkiyeyê li Iraqê nîn e. Parastineke wiha ji bo Tirkmen û Êzidiyan lazim e. Divê pirsgirêkên Êzidiyan jî bêne çareserkirin. Pêwîst e ji nêz ve bi Şengalê re eleqeder bûn çêbe.”













