• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê rapora hevpar mafê hemû netew û baweriyan mîsoger bike’

Enqere / AW

16 SIBAT 2026 - 14:10
Kategorî: JIN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Serokwekîla Koma DEM Partî ya Meclîse Gulîstan Kiliç Koçyigit bi lêv kir ku di salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de her kes xwedî li banga 27ê Sibatê derbikeve û got: “Divê rapora hevpar, mafê hemû netew û baweriyan mîsoger bike.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî geşedanên di rojevê de li meclisê daxuyanî da. Gulîstan Kiliç Koçyigit anî ziman ku komploya navneteweyî ya li dijî Rojava ku wekheviya gelan hedef digirt bi mudaxaleya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiyê rawestandin û got ku banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî komploya 15ê Sibatê vala derxist. Gulîstan Kiliç Koçyigit diyar kir ku di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de divê jer kes piştgiriya banga 27ê Sibatê bike û wiha got: “Xwedîderketina aştiyê peywîreke dîrokî ye. Divê em hemû bi berpirsyariya birêz Abdullah Ocalan ku girtiyê ser milan re hevkariyê bikin.”

‘Divê rapora hevpar mafê hemû netew û baweriyan mîsoger bike’

Gulîstan Kiliç Koçyigit bal kişand ser xebatên Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Milî û wiha axivî: “Di civîna dawî de 2 akademîsyên axivîn û wan jî diyar kirin ku divê pirsgirêka Kurd di çerçoveya ewlehiyê de neyê destgirtin. Em di merhaleyeke girîng de ne. Weke DEM Partî em jî dibêjin divê rapora hevpar a ku dê be amadekirin li dûrî hişmendiya tunehesibandinê, bi awayekî ku mafê hemû netew û baweriyan mîsoger bike were amadekirin. Bi dubarekirina jiberkirinan re em nikarin pêş ve biçin.”

Doza ‘tacîze’ ya meclise

Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî qanûna parqan ku dê vê din ava vê hefteyê de were Lîjneya Giştî ya Meclîse, anî ziman ku ev qanûn li dijî parastina xweza, parqên neteweyî ye û wê van deran ji sermayedaran re peşkeş bikin. Gulistan Kiliç Koçyigit destnîşan kir ku ew li dijî vî qanûnî ne û berpirsyariya dewletê jî ew ê ku xweza û parqan biparêze. Gulîstan Kiliç Koçyigit bertek nîşanî berdana kesên ji taciza zarokan a di meclise de dihatin darizandin da û wiha û got: “Dadgehe kesên girtî dihatin darizandin berda. Me heta çend deqîqe berê bihîst ku li ser peyamên WhatsAppê careke din 3 kes hatinê girtin û yê din jî ji bo bigirin digerin. Lê tevî peyamên WhatsAppê jî dadgeh çawa dibêje delil tune ne û serbest berdide.”

‘Ew pergal jinan naparêze’

Di berdewama axaftina xwe de Gulîstan Kiliç Koçyigit bal kişand ser jina bi navê Guler Ozkan ku ji aliyê zilamê pê re zewicîbû ve hatibû qetilkirin û wiha pê de çû: “Tevî gelek serdanan jî Guler Ozkan ji aliyê Wezareta Malbatê û dewletê ve nehat parastin. Ew pergal jinan naparêze û qetilkirina jinan teşwîq dike. Em Wezareta Malbatê hişyar dikin; Qetilkirina jinan tune dihesibînin û ji bo parastina jin û zarokan tu qanûnan dernaxînin. Wezareta Malbatê û Wezareta Karên Mavxweyî tenê temaşe dike. Medya jî tundiyê reva dike.”

‘Gel nikarê debara xwe bike’

Gulîstan Kiliç Koçyigit meha Remazanê li hemû Misilmanan pîroz kir û ev tişt gotin: “Ji ber polîtikayên şaş ên desthilatê, gel nikarê debara xwe bike. Cotkar, karker û kesên hilberînê dikin nikarin hilberînê bikin û debara xwe bikin. Enflasyona gida bi xwe re xîzaniyê tînê. Naneke pîde di navbera 25-35 lîreyan e. Dê gel çawa pîde bikirê û di meha rojiyê de pêdiviyên xwe dabîn bike.”

‘Divê Wezîrê ser pirsgirêkên hiqûqî raweste’

Gulîstan Kiliç Koçyigit di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina Wezirê Edaletê Akin Gurlek û ev tişt gotin: “Hê nû dest bi kar kiriyê û di gava yekêm de dibêje em ê mafan asteng bikin. Dibêje hevdîtina parêzeran a bi muvekîlên xwe re dikin dê were astengkirin. Pirsgirêk ne ew e. Pirsgirêk şert û mercên girtî tê de tên ragirtin e. Wezîrê divê li gor rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo girtiyên siyasî gavên erênî bavêje lê berovajî vê dibêje em mafan asteng bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em vê sererastkirinê qebûl nakin. Mafê hemû kesan heye ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Astengkirina vî mafî li dijî hiqûqî ye. Divê Wezîrê Edaletê dev jî vê yekê berde û li ser pirsgirêkên hiqûqî raweste.”

Etîket: Daxuyaniya MeclisêGulistan Kiliç KoçyigîtSerokwekîla DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

7 COTMEH 2026
Koçyîgîte: Erjnayîşê Birêz Ocalanî yê derheqê Sûrîye de raşt vejîyayê

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ji bo qanûna çarçoveyî muzakere didomin

27 TÎRMEH 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Dê pêşnûmeqanûnê pêşkeşî heyeta me bikin

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Dê pêşnûmeqanûnê pêşkeşî heyeta me bikin

13 TÎRMEH 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclîs demildest berpirsyariya xwe bi cih bîne

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclîs demildest berpirsyariya xwe bi cih bîne

22 HEZÎRAN 2026
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

11 HEZÎRAN 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne