• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Kamaraya Lordan rewşa Kurdan hat nîqaşkirin

Navenda Nûçeyan / AW

13 SIBAT 2026 - 19:49
Kategorî: MANŞET
A A
Li Kamaraya Lordan a Parlamentoya Brîtanyayê li ser rewşa Kurdan nîqaş hatin kirin û hat gotin ku gelê Kurd wê meşa xwe ya azadiyê bibîryardarî bidomîne.

Di salvegera 27’an a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de, Centre For Kurdish Affairs (Navenda Lêkolînên Kurdî) li Kamaraya Lordan a Parlamentoya Îngilistanê panelek lidar xist. Panel bi sernavê “Li Rojhilata Navîn a ku tê guhertin Kurd, hevsengiyên hêzê, rîsk û derfet” hate lidarxistin. Gelek siyasetmedar, akademîsyen û sendîkavan û şexsiyetên Kurd weke guhdarvan beşdar bûn.

Ji Partiya Karkeran Bambos Charalambus malûvanî ji panelê re kir. Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê parêzer Onur Duşunmez, endamê Kamaraya Lordan Lord Maurice Glasman, lêkolînvana femînîst û nivîskar Rahila Cupta, yek ji pisporên Têkiliyên Navneteweyî Prof. Vassilis Fouskas û Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYDê Salih Muslim weke axaftvan beşdar bûn.

Xwestin hikûmet piştgiriya Rojava bike

Endama Centre For Kurdish Affairs rojnamevan Nejla Arî axaftina vekirinê ya panelê kir û got, ne tenê gelên wan, yên ku ewlehiya kûreyî parastin û li dijî DAIŞê di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girtin jî, îro hatine terikandin û di bin gefê de hatine hiştin. Nejla Arî destnîşan kir ku rêveberiyeke girêdayî El Qaîdeyê li Sûriyeyê zû û bê lêpirsîn hate rewakirin, ev yek hem di aliyê exlaqî hem jî stratejîk de pirsgirêkên cidî çêdike û got, “Di serî de Kurd, Durzî, Elewî, Asûrî û Êzidî, pêkhate û bi taybetî jin ji ber mafên xwe yên esas û ewlehiyê bi fikar in. Em bang li hikûmeta Îngilîz dikin ku mafên mirovan biparêze û piştgirî bide alternatîfên demokratîk û berfireh ên mîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Nejla Arî anî ziman ku li Tirkiyeyê jî çareseriyek demokratîk pêwîst e û diyar kir ku weke şertê pêşîn ê aştiyeke bi bawer, divê pîvana ‘mafê hêviyê’ ya ji aliyê DMMEyê ve hatî destnîşankirin, bikeve qanûnê. Nejla Arî anî ziman ku Qraliyeta Yekgirtî ji Bakurê Îrlandayê heya pêvajoyê dîplomatîk ên navneteweyî dikare ji bo diyaloga li herêmê, îstiqrar û çêkirina aştiya adil a ji bo hemû gelan, bi roleke afirêner rabe.

Dewleta Tirk gavên şênber neavêt

Piştre Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onur Duşunmez mafê axaftinê girt û diyar kir ku êrîşên li ser Rojava tenê operasyonên leşkerî nînin. Duşunmez got, “Bajar hatin hedefgirtin, qadên sivîl zirar dîtin lê belê hedefa esas modela civakî ya demokratîk bû. Destkeftiyên tevgera jinê û feraseta demokrasiya herêmî, di navenda van êrîşan de bû.”

Duşunmez destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû yên hêzê tên avakirin û destkeftiyên Kurdan ên li Iraq, Sûriye û qadên din ketine bin zextê û got, li Tirkiye û Îranê li dijî mafên Kurdan ên ji bo rêxistinbûn, siyaset û mafên nûneriya demokratîk astengiyên cidî hene. Duşunmez bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî kirin û gavên stratejîk ên ku PKK û tevgera azadiyê ya Kurd avêtine.

Duşunmez anî ziman ku Abdullah Ocalan rola xwe ya dîrokî didomîne û niha berpirsyarî li ser milê Meclîs û saziya siyasetê ye û got, dewlet û hikûmetê jî hîna gavên şênber neavêtine.

Her ku hêzî mezin dibe azadî jî nêzîk dibe

Duşunmez, diyar kir ku Kurd tu carî şer nexwestine, lê di şert û mercên heyî yên tên ferzkirin de wekî refleksa parastina hebûnê parastina xwe dike û got ku aştiyek mayinde tenê bi reformên demokratîk û misogerkirina qanûnî pêkan e. Duşunmez, anî ziman ku gelê Kurd wê li çar parçeyan weke yek bedenî têkoşîna xwe mezin bikin û meşa xwe ya azadiyê bibîryardarî bidomîne. Duşunmez, da zanîn ku li Tirkiyeyê hê jî hebûna gelê Kurd tê înkarkirin, li pêşiya azadiya rêxistinbûnê û mafên demokratîkbûnê astengî tên danîn.

Duşunmez, da xuyakirin ku divê piştgirî ji bo pêvajoya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê ji bo aştiya Rojhilata Navîn tê meşandin were dayîn û got, “Divê em piştgirî bidin gelê Kurd ên li Rojava ji bo bidestxistina statuyeke demokratîk û îdarî. Her ku piştgirî mezin bibe hêvî dê mezin bibe û azadî jî pê re nêz dibe.”

DYA li hevsengiya hêzê dinêre

Ji Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Rojhilatê Londonê Profesor Vassilis Fouskas, jî anî ziman ku di demekê de ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û welatên Rojavayî ji hêla aborî ve paşde diçin, hêzên Asyayî bi pêşengiya Çîn û welatên Başûrê cîhanê xurtir dibin. Fouskas, destnîşan kir ku DYAyê ji sala 2000’an vir ve di gelek sektoran de kêmasiyên budceyê û qeyranan dijî û got ku valatiyên di budceyê de Washingtonê di aliyê stratejîk de xistiye nava fikarên mezin.Fouskas, da xuyakirin ku di heman demê de Rûsya têkiliyên xwe bi Çîn û Hindistanê re xurt dike û Çîn li Amerîkaya Latîn bi hêztir dibe û got ku ji ber vê yekê, pêşîniyên DYA’yê ji îdealan bêtir li hevsengiyên hêzê dinêre.

Divê Kurd demdirêj bifikirin

Fouskas, diyar kir ku Tirkiye ji ber mezinbûna wê ya aborî ya di 20 salên dawî de, pozîsyona wê di NATO’yê de û kapasîteya wê ya stratejîk de ji bo Washingtonê wekî cihekî girîng tê hesibandin. Fouskas, destnîşan kir ku, li gorî teoriya realîst, hêzên mezin bi gelemperî bi dewletên bihêz re tevdigerin, ne bi aktorên ne-dewletî re. Fouskas, anî ziman ku ji ber vê aktorên wekî Kurd, divê ne tenê li ser argumanên exlaqî, lê di heman demê de bi ramana stratejîk û dîplomasiya piralî jî tevbigerin.

Salih Muslim: Dorpêça li ser Kobanê didome

Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYDê Salih Muslim ê ku bi rêya telefonê beşdarî panelê bû, diyar kir ku têkoşîna wan ne li dijî gelê Tirkiyê ye û got, “Berevajî vê, em bawer dikin ku aştî û jiyana bi hev re di navbera gelan de esas e. Em hêvî dikin ku rêberên bibandor û berpirsiyar piştgiriyê bidin çareseriyeke adil û rastiyê nîşan bidin; da ku hemû gelên herêmê bi rûmet û aştiyê bijîn.”

Salih Muslim, diyar kir ku armanca wan ew e ku mafên çandî û perwerdehiyê misoger bikin û sîstemek rêveberiya herêmî ava bikin ku tê de gel rêveberên xwe hildibijêre.

Muslim diyar kir ku tevî lihevkirinên dawîn jî hzên hikûmetê ji hin herêman vekişiyane û ev yek anîn ziman: ‘’Kobanê ev 25 roj in di bin dorpêçê de ye û rewşa mirovî gelekî cidî ye. Gel bi pirsgirêka av û xwarinê re rû bi rû ye. Lê belê di dema nêz de gelekîkêm av hatiye dabînkirin. Elektrîk û înternet hatine qutkirin û em têkildarî sivîlên di nava bajêr de xwediyê gelekîkêm agahiyan in. Her wiha têkildarî astengkirina hatina alîkariyên mirovî yên ji Kobanê re endîşeyên cidî hene. Rewş krîtîk e.

Em bang li dostên xwe û serokên navneteweyî dikin ku ji bo rakirina dorpêçê û bi awayekî tam bicihanîna lihevkirina hatî îmzekirin li ser aliyên eleqedar zextê bikin. Aştî, biryarî û hesabdayînê hewce dike. Gelek komên çekdarî yên li pêvajoyê hatine zêdekirin, ji sala 2012yan ve ye Kobanê û Cizîr jî di nav de li herêmê xwediyê paşerojeke dirêj in. Têkildarî sicîl û çalayinên van koman ên li hemberî welatiyên sivîl fikarên mezin hene. Ji ber vê yekê temînatên navneteweyîû mekanzmayên çavdêriyê gelekî girîng in. biryardariya me ya têkildarî nûkirina hewlên me yên ji bo aşitî û aramiyê berdewam dikin. Em spasiyên xwe li her kesên ku li çar aliyên cîhanê piştgiriyê didin çareseriyeke siyasî ya adil û rê li ber diyalogê vedikir, dikin. Em hêvî dikin ku eleqeya civaka navneteweyî ya berdewam dike, têkariyê li bicihanîna lihevkirinê û jiyana gelê herêmê ya bi ewle û rûmet bike.’’

Heta jin azad nebe civak jî azad nabe

Rojnameger û nivîskara femînîst Rahila Gupta jî bi gotina Rêber Apo ya ‘’heya ku jin azad nebin civak jî azad nabe’’ dest bi axaftina xwe kir û ev yek anîn ziman: ‘’Birêz Ocalan, yek ji kêm wan serokan e ku meseleya azadiya jinan di navenda bernameya xwe ya siyasî de bi cih kiriye. Kedîkirina jinan weke yekem kolekirina di dîrokê de pênase dike û dibêje ku vê yekê rê li ber hemû kolekirinên din vekiriye. Îfade dike ku cudahiya jinan a bîyolojîk, kirine hincet ku jinan biçûk bixin; keda wan were bêqîmetkirin û weke ‘’karê jinan’’ werin biçûkdîtin. Diyar dike ku şîroveyên olî jinan ji qadên civakî dûr dixin, qadên siyasî, civakî û aborî ji aliyê mêran ve hatine dewrgirtin û pozîsyona jinan a heyî hatiye sazîkirin.

Birêz Ocalan dibêje ku ew azadiya jinan ji azadiya xwe girîngtir dibîne û destnîşan dike ku şoreş bes ne guherîna pergalê di heman demê de veguherîna zîhniyetê jî hewce dike.

Li gorî wî ger di nava civakekê de jin azad nebe ne pêkan e ku ew civak azad yan jî demokratîk be. Ev nêzîkatî, meseleya jinan ji rewşeke duyemînî derdixe û dixe navenda veguherîna şoreşgerî. Ocalan li hemberî avaniya homojenîkirina netewdewletê Konfederalîzma Demokratîk û modeleke piranîparêz a azadiya jinan esas digire, diparêze û çorçoveya siyasî ya vê fikrê ava dike.’’

Rahila Gupta piştre diyar kir ku gotina Rêber Apo ya di nava pergala kapîtalîst de wê azadiya jinan jî sînordar be, nîşan dide ku ew meseleyê bes ne weke çandî di heman demê de li gel aliyên wê yên aborî û çînî jî digire dest û got: ‘’Yanî ez di wê fikrê de me ku Ocalan meseleya jinan ji daxwazeke mafî wêdetir, vediguherîne prensîba damezrîner a civakeke nû.’’

Rahila Gupta bi gotina; ‘’Jin, Jiyan Azadî’’ axaftina xwe bi dawî kir.

Etîket: AzadiKamaraya LordanKurdnîqaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî nîqaş dike

Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî nîqaş dike

7 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026
Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

23 TÎRMEH 2026
Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne