• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Nisêbînê bang kirin: Rojava rûmeta gelê Kurd e

Mêrdîn / AW

21 ÇILE 2026 - 17:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Nisêbînê bi hezaran kes ji bo xwedîderketina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê meşiya û dilsoziya xwe ya bi Rojava re anîn ziman. Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî meşê axivî û got ku ji bo berdana DAIŞiyan ji bilî Kurdan her kes kêfxweş e û direqise.

Li Nisêbînê pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi hezaran kes ji bo xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê meş li dar xistin. Meşê ji ber Goristana Hecacan dest pê kir û heta Cadeya Midyadê berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran kes tev li meşê bûn.
Pêşî girseyê xwest bimeşe ser sînorê Nisêbînê û Qamişlo lê belê polîsan astengî derxist û destûr neda girse bimeşe ser sînor.

Di meşê de bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rojava re hatin berzkirin. Her wiha girseyê bi hêrsek mezin dirûşma “Terorîst Colanî” berz kir. Girseyê bênavber dirûşma “Rojava rûmeta gelê Kurd e” berz kir.

Meş li Cadeya Midyadê bi dawî bû û li vir daxuyanî hate dayîn.

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û bi bîr xist ku duh di êrişa polîs-leşkeran îşkence li ciwanê bi navê Diyar Koç kiriye û got ku dîmenê îşkenceyê bi kêfxweşî parve dikin.

‘Ji bo DAIŞî hatine berdan her kes direqise’

Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku gelê Kurd bi paş ve gav navêje û wiha got: “Ew guleyên tên avêtin li nasnameya gelê Kurd tên xistin. Xwezî qasî bi 10ê Adarê re mijûl bibûna bi banga 27ê Sibatê re mijûl bibûna. Mezlûm Ebdî hê jî dîplomasiyê îfade dike ev gelek girîng e. Divê ev firsend bê nirxandin. Me têkoşîna xwe ji bo hemû gelan da. Çeteyên HTŞê û DAIŞê çi hêvî dikin. Dema jinên gelê Kurd di avahiyan de hatin avetin dilê wan hate derxistin gotineke we nîne. Em şerm dikin ku li Tirliyeyê hezkirina DAIŞê heye. Dibêjin şûna Kurdan bila DAIŞ û HTŞ hebe. Yekane cih heye ku hemû nasname bikarin lê bijîn ew jî Rojava ye niha dilê Kurdan li Rojava lê dide. Çend roj in gelê me li kolanan e naskirjna nasnameya Kurd ev qas diçe zora we. Gelê Kurd nasname û zimanê xwe dixwazin. Heke li cihekê civak azad nebe li wir kes azad nabe. Hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê berê xwe bidin banga 27 sibatê. Em vê firsendê binirxînin. Em welatekî model bi hev re ava bikin. Di serî de Tirkiye li Rojhilata Navîn û cîhanê ji herkesê re dibêjin xwedî li HSDê derkevib. Em bûn şahid ku DAIŞê çi kir. Niha her kes bêdeng maye hema bêje dê ji bo serkeftina DAIŞê bireqisin. Em ê azadiya gelê Kurd tirkmenan û hemû gelan biparêzin. Em dibêjin ne tarîtiyê xwedî li azadiyê derkevin. Gelê Kurd winda nekir dê winda neke. Em her dem li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk in.”

Piştî axaftinan girse li kuçe û kolanên navçeyê belav bû . Beşek girseyê berê xwe da ber Parka Navenda Çanda Mîtanî. Polîsan li vir êrişî girseyê kir û rojnameger jî di nav de gelek welatî hatin binçavkirin.

Her wiha polîsan li Parka Aştiyê ya li Sûka Nisêbînê jî êrişî girseyê kir û rojnameger û welatî bi îşkenceyê hatin binçavkirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne