• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Emniyet û cendirme li dijî malbatan şerê taybet pêk tînin

Abdullah Esen / AW

25 KANÛN 2025 - 08:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Êlih – Şukru Acar ê ku 15 sal in kurê wî tev li nava Tevgera Azadiyê bûye diyar kir ku çend salan emniyeta Êlihê li wan digeriya û niha jî cendirme li wan digere û wan aciz dike.

Di 9-10 salên dawî de dewlet Tirk gelek caran bi polîtîkayên şerên taybet li Kurdistanê malbatên ku zarokên wan tev li nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne, wan bi zarokên wan tehdît dike. Gelek caran ji malbatan re dibêjin, wêneyên zarokên xwe bînin li ber deriyên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) nobetê bigirin. Her wiha gelek kes li gel ku zarokên wan ne di nava Tevgera Azadiyê de bin jî dîsa diçin li wir nobetê digirin. Gelek malbat jî di encama qanihkirina ku dê meaş û pere bidin wan, ji aliyê polîsan ve birin ber deriyên HDPê.

Herî dawî jî emniyeta Êlihê li Şukru Acar ê ku beriya 15 salan kurê wî tev li nava Tevgera Azadiyê bûye, geriyaye. Şukru Acar diyar kir ku emniyetê gelek caran bi anîna kurê gef li wan xwarin e û teklîfa pere û gelek tiştên cuda lê kirin e. Şukru Acar got ku emniyet sekinî ye niha jî cendirme lê digerin.

Ewilî emniyet bû niha jî leşkerî lê digere

Şukru Acar diyar kir ku emniyet ev çend sal in li wan digere û wan aciz dikin û got: “Her meh li me digerin û em diçin emniyetê. Li wir gelek caran ji me re digotin ka kurê we li ku ye? Di demên dawî de emniyetê bela xwe ji me vekir. Niha jî leşker digerin û bela xwe li me didin. Du caran geriyan ji min re gotin, ger ku tu li malê bî em ê werin. Min jî got ez li mal im. Piştre dîsa bû çend car dibêjin, kurê te li ku ye, xebera te jê tune ye? Ji min re digotin, em bi alîkariya hev wî bînin. Ji roja ku çûye heta îro me tu agahî jê negirtiye, em nizanin li ku ye. Îro car din jî li min geriyan û gotin, tu me nas dikî te telefona me qeyd kiriye? Min jî got çi we nas dikim. Gotin ka te xeberekî ji kurê xwe negirtiye? Dema li min digerin ez pirr aciz dibim.”

‘Em ê bi ya wan nekin’

Şukru Acar bal kişand ser teklîfên emniyetê ku li wan kiriye û wiha axivî: “Ji min re gotin ‘biçin ber derê HDPê rûnên em ê mehê 10 hezar lîre pere û alîkariya zexîre bidin we’. Ji min re gotin tişteke pir baş e. Min jî ji wan re got hûn serê min jî jêkin ez naçim. Min ji wan re got, hûn ne Êlih ne Tirkiyeyê, hûn hemû dinyayê li ser min tapû bikin, ez gazî kurê xwe nakim. Me xwe dîtiye nedîtiye em girêdayê partiyê ne. Dema ku ez tiştekî wisa bikim ez ê çawa li ber hevalên xwe serê xwe serê xwe bilind bikim. Ez dibêjim bila êdî li me negerin. Ew hezar carî jî gazî bikin em ê bi ya wan nekin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

21 TEBAX 2026
Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

21 TEBAX 2026
Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

21 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

21 TEBAX 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne