• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Newekhevî û nenaskirin bingeha xwekuştinê ye’

Omer Demîr / AW

6 KANÛN 2025 - 09:13
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Endamê SESê û Dêrûnnas Recep Oruç têkildarî dêrûniya civakê û xwekuştina mirovan diyar kir ku civak ji hevdu dûr dikevin ev jî bandoreke neyînî li ser dêrûniya mirovan dike û got: “Newekhevî û dûrketina ji hevdu bingeha xwekuştinê ye. Divê civak piştgiriyê bide hev.”

Di sala 2024an de li Kurdistan û Tirkiyeyê 4460 kesan  xwe kuşt. Li Amedê di navbera salên 2000-2023an de 431 zarokan xwe kuşt. Krîza aborî û dêrûniya nebaş mirovan ji hevdu dûr dixe. Ev dûrketin têkiliya civakê qels dike. Di mehên dawî de li Amedê gelek kesan xwe kuşt. Di întîharan de nexweşiya derûnî cihekî girîng digire. Endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) ya Amedê û Dêrûnnas Recep Oruç têkildarî xwe kuştin û derûniya civake axivî.

‘Xelk êdî hevdu nasnake û di nava civakê de xerîbî pêş ketiye’

Recep Oruç anî ziman ku gelek sedemên xwekuştinê hene û got: “Divê em bingeh û sedamên xwekuştinê lêkolîn bikin. Her ku diçe întîhar zêde dibin, ji bona wê divê em bingeha xwekuştinê biaxivin. Aborî, dêrûniya civakê û medyaya dijîtal sedema xwekuştinêye. Lê em dizanin ku newekhevî û dûrketina hevdu bingeha xwekuştinêye. Êdî tu kes hevdu nasnake. Xwekuştin duh jî hebû, îro jî heye, dê sibe jî hebe. Ji bona wê divê em her dem li ser mijara xwekuştinê bisekinin. Di nava civakê de wekhevî tuneye. Civak êdî ji hevdu dûr ketiye. Her ku diçe çanda gundewarî winda dibe û çanda bajarwaniyê pêş dikeve. Xelk êdî hevdu nasnake û di nava civakê de xerîbî pêş ketiye. Êdî tu kes derd û kulê hevdu nizane. Em cîranên xwe nasnakin. Ev tişt dibin sedema xwekuştinê. Divê civak piştgiriyê bide hev û were ba hev.”

‘Çetetî û lîstina qumarê jî xwekuştin e’

Recep Oruç destnîşan kir ku nifûsa Amedê ciwan e lê Amedê kargeh kêm in, kar tuneye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku kar kêm in, ciwan nikarin debara xwe bikin. Tiştên neyînî gelek bandor li ser dêrûniya mirovan dike. Ya din jî îro medyaya dijîtal hatiye astekî xirab. Li ser medyaya dijîtal her tişt tên parvekirin. Ji bona wê jiyanake derew pêş dikeve. Gelek kes jî meylî wê jiyana derew dikin û dibêjin ‘divê ez jî jiyanake wisa bijîm.’ Lê tu kes nikare xwe bigihijîne wê jiyanê. Paşê jî dikeve rêyen cuda de. An qumar dileyzin an jî dikevin nav çeteyan de. Em dizanin ku çetetî û lîstina qumarê jî xwekuştin e. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka dêrûniye, pirsgirêka civakiye jî. Perwerdehî jî gelek bandor li ser jiyana ciwanan dike. Ciwanên ku nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin nikarin xwe baş îfade bikin. Paşê jî ciwan xwe kêm dibînin. Perwerdehî ji bo paşêrojê hêviye.”

‘Divê tu kes çavê xwe ji hev re negire’

Recep Oruç bibîrxist ku peywirên pergal, civak, malbat û mirovan hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nikarin aboriyê baş bikin, divê em ji desthilatdarê vê tiştê bixwazin. Aliyekî din jî malbat desthilatdariya herî piçûk e. Divê malbat zextan li hev neke. Divê malbat xwedî taxê, tax jî xwedî navçeyê û navçe jî xwedî li bajêr derkeve. Divê tu kes çavê xwe bi hev re negire. Sazî jî divê mijara xwekuştinê her dem bikin rojev. Bar li ser mile tevahî civakê ye, divê her kes vî barî hilbigire.”

Etîket: Derûnnas Recep OrûçXwekuştin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê civak pirsgirêka hişbirê bi awayeke hevpar çareser bike’ 

‘Divê civak pirsgirêka hişbirê bi awayeke hevpar çareser bike’ 

31 TÎRMEH 2026
Li Colemêrgê bûyerên ‘xwekuştinê’: Sedema herî berbiçav aborî ye

Li Colemêrgê bûyerên ‘xwekuştinê’: Sedema herî berbiçav aborî ye

26 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne