• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Govend ji bo Kurdan bûye zimanê berxwedanê

Şirnex /AW

19 COTMEH 2025 - 16:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Lîstîkvana Govendê Sezen Mercan di panela govendê ya jinê de diyar kir ku govend îro ji bo Kurdan bûye zimanê berxwedan û serhildanê.

Şaredariya Cizîrê û Komeleya Çand Huner û Wêjeyî ya Jinan (KASED), li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 1emîn Mîhrîcana Govendê ya Jinê pêk anî. Di mihrîcanê de panela, ‘Girîngiya govendê û di govendê de rol û mîsyona jinê’ li dar xistin. Li gel endamên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, gelek welatî tevlî panela li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê bûn.

Panel bi axaftina moderator û Hevseroka KASEDê Salîha Ayata destpê kir. Salîha Ayata diyar kir ku Cizîr ji bo çanda Kurd gelekî girîng e û asta îro çanda Kurdan gihiştiye bi saya cangoriyên çandê pêk hatiye.

Destpêka têkiliyên mirovan bi reqsê derketiye holê

Piştî Salîha Ayata, Lîstîkvana Govendê Sezen Mercan anî ziman ku reqs di dîroka mirovahiyê de tê wateya zayînê û wiha axivî: “Di destpêka dîrokê de mirovan destpêkê xwe bi reqsê aniye ziman û bi îfadeyên bedenê hevdû fam kirine. Di wêneyên dîwarên şkeftan de jî ev yek xwe dide nîşandan. Di tabletên Sûmeran de jî xwedawendan reqs bikar aniye û ev reqs weke wateya zayînê lîstine. Ji van deman heya îro jinan bi reqsa xwe pêşengtî kiriye.”

Bi derketina olan govend hate qedexekirin

Sezen Mercan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku bi derketina olan govend hatiye qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dîroka Kurdistanê de jî jinên pîroz bi reqsa xwe pêşengtî kirine. Bi derketina olan re reqs hatiye qedexekirin û di qadên vekirîne de destêra reqsê nehatiye dayîn. Lê jinên Kurd ev yek zêde ne pejirandiye û weke hebênek kolektîj berdewam kiriye. Cureyên govendan di nava xwe de çîrokên cuda dihewîne. Weke mînak Govenda Delîlo di nava civakê hevgirtinê temsîl dike. Dema mirov hestên hev hşs neke mirov nikare destê hev bigire û govend bigire. Govend îro ji bo me Kurdan zimanê berxwedanê, zimanê serhildanê ye.”

Sezen Mercan da zanîn ku serdest govendê li gor xwe saz dikin ê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Serdestan îro govenda me xistine destê xwe û tenê ji bo pêşbirkan bikartîne. Di Kurdistanê de gelek cureyên govendê hene lê bi demê re hatine jibîrkirin û êdî tenê çend govend tpn lîstin. Ji bo vê yekê divê em xwedî li govendê derkevin.”

Ji bo Kurdan govend pîroz e

Rêvebera KASEDê Denîz Terece jî destnîşan kir ku piraniya lîstikên govendê ji aliyê jinan ve hatine afirandin û wiha axivî: “Di vê mîhrîcanê de me dixwest em nifşan bînin cem hev. Di vê panelê de xuya dike ku armanca me pêk hatiye. Lîstîkên govendê piranî ji aliyê jinan ve hatine afirandin. Bi demê re govend ketiye destê mêran de û êdî hestên jinan ji govendê derketiye. Govend ji karên hevpar derketiye. Berê karên wekî komunal bûne çîrok piştre bûne stran ê bûne govend. Ji bo Kurdan govend pîroz e lê di demên dawî de bi girtina saziyên çandê dewlet êrîşî hemû beşên çandê dike. Ev yek bandora xwe li ser govendê jî dike û divê li hember vê yekê têkoşînek hebe.”

Piştî axaftina Denîz Terece panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

21 TEBAX 2026
Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

21 TEBAX 2026
Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

21 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

21 TEBAX 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne