• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

88 sal borî lê…

Navenda Nûçeyan /AW

4 GULAN 2025 - 16:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
88 sal berê îro elewiyên Dêrsimê bi biryarek fermî ya li meclisê rastî komkujiyê hatin û bi hezaran elewî hatin kuştin. 88 sal borîn lê hîna hesab nehatiye pirsîn. 
Di çarçoveya qanûna Dêrsimê ya hejmar 2884 a di 25ê Kanûna 1935an de, di 4ê Gulana 1937an de bi biryara Desteya Wezîran li dijî Dêrsimê dest bi operasyona leşkerî kirin. Di komkujiyê de bi hezaran elewiyên Dêrsimî hatin kuştin.

Komkujiya Dêrsimê di dîroka nêz a Kurdistanê de yek ji wan komkujiyan ku bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin, sirgûnkirin û asîmîlekirin. Tevî ku bi dehan sal di ser komkujiyê re desrbas bûne jî, bandora komkujiyê îro jî berdewam dike. Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar, lê li gorî gelê Dêrsimê yên bûne şahidên komkujiyê, herî kêm 70 hezar Kurdên dêrsimî hatine kuştin. Gelek belge hene ku şahidiya vê qetlîamê dikin. Bi dehhezaran jin, zarok, kal û pîr bi gazên kîmyewî, bombebaranan û bi gelek awayên cur bi cur ên hovane li gund, şikeft, çeman hatin qetilkirin.

Rayedarên hikûmeta wê demê elewiyên Dêrsimê wekî keleha dawî ya Kurdan a berxwedêr dît û li diji wan ferman derxist. Hikûmeta wê demê ji bo elewiyan asîmîle bike bi hezaran keç û xortên Dêrsimî di çerxa xedar a asîmîlasyonê re derbas kirin.

Di çarçoveya qanûna Dêrsimê ya hejmar 2884 a di 25ê Kanûna 1935an de, di 4ê Gulana 1937an de bi biryara Desteya Wezîran li dijî Dêrsimê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di van operasyonan de bi deh hezaran Kurdên Elewî hatin qetilkirin. Operasyonên leşkerî heta sala 1938an berdewam kiribû û bi komkujî û sirgûnan di astek mezin de erdnîgariya Dêrsimê hatibû bêmirovkirin. Tiştên ku li gelê Dêrsimê hatin kirin, wek binavkirina ‘komkujî’ didome. Parêzvanên mafên mirovan di navbera 1937-1938yan de ji bo tiştên ku hatî jiyîn wek komkujî were naskirin, têkoşiyan. Daxwazên Dêrsimiyan û parêzvanên mafên mirovan wiha ne:

* Navê Dêrsimê lê were vegerandin,

* Rûmeta Seyîd Riza û hevalên wî ku di komkujiya Dêrsimê de hatin darvekirin, were vegerandin, cihê gorên wan were aşkerekirin, gorên din ên komî li gorî qaydeyan werin vekirin,

*Divê aqûbeta wan zarokên keç ku di encama operasyonên leşkerî yên hatin kirin de û nehatin qetilkirin û sax girtin, aşkere bikin û bidin malbatên wan.

*Dest ji polîtîkayên bêmirovkirina Dêrsimê bên berdan, barajên HES ku çêkirina wan didome û yên din werin îptalkirin û dawî li taxrîbata çandî û xwezayî bînin,

*Divê navendên xwezayî û baweriyên çandî ya li Dêrsimê werin hilanin, dewrên nûnerên gelê xwecihî yên Dêrsimê (wek şaredariya Dêrsimê) were pêkanîn.”

Lorînên ku ev 88 sal in nesekinin, birînên derbas nebûyî. Êşek ku di dil de maye, komkujiya Dêrsimê, qêrînên ku di guhan de deng vedide, di zimanan de lorîn…Ev 88 sal in gel bi gotin û awazan bîrek avad ike. Maviş Guneşer, di dema qirkirina 38’yemîn ya Dêrsimê de, xwe spartibû Rûbarê Laç, zilma ku Demenan jiyan kiriye û berxwedana wan bi awaza bi navê Hewa Deré Laçi (lorîna rûbarê Laç) carek din bandorê li dilê me dike.

“Zaliman leşker anîn ser me, dinya bûye sacek sor bûyî, gule hatine sîngê me, artêşê wisa karî bikeve rûbarê. Me şer kir, bi heft qatîn me bedêlên wê girt, kî ji me miribe, di rûbarê Laçê de di axiretê de cihê wan bihuşt e.”

KNK: Ev komkujî hatiye belgekirin

Konseya Rêveber a KNKê vê komkujiyê wekî Qirkirinek û jenosîdeke fermî ya bi biryara dewlet û hukûmetê hatiye belgekirin pênase dike. KNK destnîşan dike ku bi biryara fermî ya dewlet û hikûmeta Tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca ji navbirina xelkê Dersimê hate kirin û vê nirxandinê dike: “Dewlet û hukûmeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî, ji erd û esmanan êrişî Dêrsimê kir. Bi hezaran Dêrsimî kuştin, hind jî birîndar kirin û bi hezaran jî bi darê zorê dane koçkirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, bi belge hate kirin. Ev fermana qirkirina hemû xelkê Dêrsimê bû. Ji xeynî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî, navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertin û kirin Tuncelî. Ew biryara komkujiyê, ew ferman, ew polîtîka, ew tertele, îro jî berdewam e. Dilê Kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin.”

PÎK: Em Komkujiya Dêrsimê ji bîr nakin!

Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) bi daxuyaniyekê kesên ku di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin bi bîr anîn û got: ‘’Di vê komkujiyê de bêyî cudahiya jin, zarok, kal û pîran li hemberî gelê Dêrsimê hovîtî û jenosîdek hate kirin.’’

Li dijî komkujiyê meşiyan 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi munasebeta 88emîn salvegera Terteleya Dêrsimê li Kolana Hunerê heta Qada Seyît Riza meş lidarxist û kesên hatine qetilkirin bi bîr anî. Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Dêrsim, Xarpêt û Çewlîgê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Rêxistina Bajêr a Dêrsimê, gelek sazî û rêxistin û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Pîr Seyît Riza û pankarteke reş hatin hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li Qada Seyît Riza serokê Federasyona Komeleyên Dêrsîmê (DEDEF) Alîriza Bîlîr axivî û diyar kir ku ew di 88’emîn salvegera qirkirinê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bîlîr da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek qetlîam pêk hatine û wiha got: “Li Dêrsimê bi deh hezaran mirovên me hatin qetilkirin, cih û warên me hatin şewitandin, aqûbeta mirov û keçên ku ji warên xwe hatin derxistin û hatin sirgûnkirin nayê zanîn. Piştî tevkujiya fîzîkî, wekî ku di raporên Dersîmê de jî tê texmînkirin, pêvajoya asîmîlasyona çandî bi awayekî fîîlî ket meriyetê.”
Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe bal kişand ser girîngiya rûbirûbûna bi dîrokê re û wiha got: “Sedema bingehîn a ku em îro demokrasiyê tine dihesibînin û edaletê tine dihesibînin, nikarin bi dîrokê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, komara nû ya ku heta deynên Osmaniyan mîrate kir, bi feraseta zîhniyeta yekperest û tinekirinê ya Osmaniyan hat. Ji ber vê yekê divê em ne tenê bi dîroka komarê re, di heman demê de tevahiya dîroka beriya xwe rû bi rû bimînin.”
Êşa 88 salan hîn zindî ye
Serokê Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsimê Ergîn Tekîn wiha got: “Ev komkujiyek bi armanca tinekirina çand, bawerî û nasnameyekê bû. Û gelê Dêrsimê 88 sal in êşa vê dikişîne. Em her sal li vir daxuyanî, çalakî, bîranîn li dar dixin.”
Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan ên Ewropayê Huseyîn Mat bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û anî ziman ku Elewî herî zêde aştiyê dixwazin.
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî gorên şehîdên wan , pîr û canên wan ên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn. Zeynel Kete xwest cihê gorên wan bên diyar kirin.
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne