Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî li cihê ku hatiye qetilkirin hat bibîranîn û di bîranînê de hat gotin ku ji bo aştiyek civakî pêk were divê doza kuştina Tahîr Elçî û dozên kujerên wan nediyar werin zelalkirin.
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28ê Mijdara 2015an li Amedê hatibû qetilkirin bi meşek girseyî û daxuyaniyê hat bibîranîn. Li gel malbata Tahîr Elçî, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan, serok û endamên baroyên herêmê, parlementer û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek kes tev li meşa ji ber Adliyeya Amedê dest pê kir, bûn. Di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hatin hilgirtin û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Tahîr Elçî nemir e” û “Tahîr Elçî rûmeta me ye” hatin berzkirin.
Piştî ku girse gihişt ber Mînareya Çarling deqeyek ji bo cangoriyên aştî û demokrasiyê rêz girt û piştre axaftina Tahîr Elçî ya ku di 28ê Mijdara 2015an li cihê hatiye qetilkirin kiribû hat guhdarkirin. Piştî guhdarkirina axaftina Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê Sertaç Bûlûttekin bal kişand ser axaftina Tahîr Elçî ya beriya 11 salan û wiha got: “Ev bang ne tenê hêvîyek bû, xeyala pêşerojekê bû ku têde êş, windahî û wêrankerî bi dawî bibin û mirov di nava dad, ewlehî û aramiyê de bi hev re bijîn. Em baş dizanin ku heta edalet pêk neyê û kesên ku ji kuştinan, komkujiyan û sûcên hatine kirin berpirsyar in li beramberî hiqûq û wijdanê hesab nedin, mirov nikare behsa aştiyeke mayînde û baweriyeke rasteqîn a civakî bike.”
‘Bi hezaran Tahîr Elçî hene ku qasidiya edalet û aştiyê bikin’
Piştre Seroka Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan got ku dema kujerên Tahîr Elçî neyên eşkerekirin û edalet pêk neyê mirov nikare qala aştiyek civakî bike û wiha axivî: “Vaye 11 sal in kujerên Tahîr Elçî nehatine eşkerekirin û di vê dozê de bêcezatî berdewam dike. Heya ku di doza Tahîr Elçî de edalet pêk neyê em ê çawa bikaribin qala aştiya civakî bikin û civak dê çawa bikaribin li hev bikin. Ez ji bo rayedarên siyasetê dibêjim divê kuştina Tahîr Elçî hûn zelal bikin û ew jî nekeve nav dozên kujerên wan nediyar. Li gel 11 salan jî em û malbata Tahîr Elçî ji bo edaletê tevdigerin. Kesên ku bi kuştina Tahîr Elçî xwestin qasidiya aştiyê jî bikujin bila bizanin ku bi hezaran kes hene ku îro qasidiya aştî û edaletê bikin.”
‘Berê xwe bidin aştiyê’
Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî got ku Tahîr Elçî di hemû jiyana xwe de li edalet û aştiyê geriya û ev tişt gotin: “Li gel hemû pêkanînan wî digot edalet û aştî. Em jî îro ji vir dibêjin bi binpêkirina mafan û hewldana bi şer têkbirinê tu pêşketin çênabe. Ji ber wê divê em berê xwe bidin aştiyê. Aştî jî bi hîleyan pêk nayê, divê ji gavên şaş veger çêbibe û bi her bûyerên kujerên wan nediyar re her kes rûbirû bibe.”
‘Li ber Mînareya Çarling li aştiyê digeriya’
Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan got ku Tahîr Elçî her tim ji bo aştiyê û parastina mafê mirovan dikir û wiha axivî: “Bi sed salan e gelên herêmê û gelê Kurd li aştî û edaletê digerin. Di demek ku kesekî qala aştiyê nedikir Tahîr Elçî li vê derê li ber Mînareya Çarling xwedî li aştiyê derket. Em jî îro wî bi bîr tînin û dibêjin heya aştî pêk were em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘Tahîr Elçî qasidê aştiyê bû’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî diyar kir ku Tahîr Elçî qasidê aştiyê bû û wiha got: “Her tim rûmeta gelê me ye. Em ê wî tu carî ji bîr nekin.”
Sînan Çîftyurek bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Dadê yên derbarê ronîkirina kuştinên kiryarên wan ne diyar de û got ku divê dosyayên kuştina Tahîr Elçî û Vedat Aydin û Komkujiya Roboskiyê ji nû ve werin vekirin û kiryar werin eşkerekirin.
Her wiha Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku eger Wezîrê Dadê dixwaze kuştinên kiryarên wan ne diyar ronî bike divê berê xwe bide Kurdistanê û bang kir ku di çarçoveya pêvajoya heyî de dosyaya kuştina Tahîr Elçî û dosyayên bi vî rengî ji nû ve werin vekirin.
Piştî axaftinan girseyê qurnefîl danîn cihê ku Tahîr Elçî lê hatiye qetilkirin. Bîranîna Tahîr Elçî dê saet 13.45an bi çûnyîna ser gora wî berdewam bike.

























