Enqere – Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çavê raya giştî li geşedanên nû ye. Li gor agahiyên ku ji kulîsên meclisê hatine bidestxistin, di pêvajoyê de niha şûn ve li bendê ne endamên desteya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku koordînatoriya wê bike biçe Girava Îmraliyê û dest bi xebatan bike.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû li benda pratîkkirina qanûnê ye. Qanûn piştî rapora teyît û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) dê bikeve meriyetê. MGKê ku bi Serokkiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 26ê Mijdarê de civiya têkildarî rapora teyît û tespîtê biryarek neda. Piştî civînê di daxuyaniya hat dayûn de hat diyarkirin ku di civînê de li ser 9 xalan hatine rawestandin û ji bo qanûna çarçoveyî bi biryardarî xebat berdewam dikin. Çavê raya giştî ku li benda rapora teyît û tespîtê bû, di vê civînê de jî bendewariya raya giştî bi cih nehat.
Ji aliyê din ve jî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di nava hefteyê de ji bo Komîsyona Çavdêriyê ya Meclisê ji partiyên siyasî re nivîs şand. Di nivîsê de ji partiyên siyasî hat xwestin ku heta roja duşemê seat 17.00an de endamên ku dê bişînin komîsyonê diyar bikin. Komîsyona Çavdêriyê dê bi 19 endaman pêk were û partiyên siyasî li gor deng û kursiyên meclisê endaman bişînin komîsyonê. AKPê dê 9 endaman bişînê komîsyonê, Yenî Partî 3, DEM Partî û MHPê 2, CHP, ÎYÎ Partî û Koma Yenî Yol jî dê endamek bişînin komîsyonê. Yenî Partî û ÎYÎ Partiyê beriya niha ragihandibûn ku ew ê di komîsyonê de cih negirin.
Desteya Aştî û Siyasîbûnê
Piştî van geşedanan çavê raya giştî jî li geşedanên nû ya pêvajoyeyê. Yek jê mijara herî zêde ji aliyê civakê ve tê meraqkirin Desteya Aştî û Koordînatoriya Siyasî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê koordînatoriyê bike kengî dest bi xebatan bike. Navê kesên di vê desteyê de cih bigirin heta niha ji raya giştî re nehatiye parvekirin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel ku tev li bernameya Nûçe Tv bibû ragihandibû ku parêzerên Abdullah Ocalan, aktivîst, rewşenbîr û siyasetmedar dê di desteyê de cih bigirin.
Li bendê ne destê biçe Îmraliyê
Li gor agahiyên ku di kulîsên meclisê hatine wergirtin di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de niha şûn ve li bendê ne kesên di desteyê de cih digirin êdî biçin Girava Îmraliyê û bi koordînatoriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi xebatan bikin. Li gor agahiyên hatine wergirtin, piştî deste çû Îmraliyê dê ji raya giştî re jî bê parvekirin û navê kesên di desteyê de cih digirin jî bên aşkerakirin. Li gor van agahiyên hatine wergirtin niha şûn ve pêvajo li benda vê geşedanê ye. Lê dîroka çûyîna vê desteyê hê ne diyar e lê tê gotin ku di demekê nêz de endamên desteyê biçin Girava Îmraliyê.
Rojnameger dê kengî biçin Îmraliyê?
Li gor agahiyên hatine bidestxistin piştî endamên desteyê biçin Girava Îmraliyê û bi koordînatoriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi xebatan bike êdî rojnameger jî dê bikaribin biçin Girava Îmraliyê. Li gor van agahiyan heta niha navê rojnamegerên biçin Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin hê ne diyar e û li ser çûyîna rojnamegeran li ser formûleke xebat tên kirin. Li gor van agahiyên kulîsê piştî çûyîna endamên desteyê ji Girava Îmraliyê rojnamegerên navên wan werin diyarkirin dê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtineke çapemeniyê were lidarxistin.













