Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) ragihand ku îşev hêzên rejîma Îranê êrişî gelek deverên herêma Pênciwênê kirin û got; “Di êrişan de tu ziyanên canî negihiştiye hêzên me.”
Hêzên rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî gelek deverên herêma Pênciwênê kir û têkildarî mijarê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya PJAKê wiha hate gotin; “Di 17’ê Mijdara 2026an de, di saet 19:30an de hêzên rejîma îslamî ya Îranê bi dronên xwekuj êrişî gelek deverên herêma Pênciwênê kirin. Ji ber êrişên rejîmê tu ziyanên canî yên hêzên me çênebûye.”
Rejîma Îranê Herêma Şehîd Harûn û Şehîd Ayhan topbaran kir
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî rejîma Îranê Herêma Şehîd Harûn, Şehîd Ayhan, Gundên Elî Reşê û Goyêzê yên dikevin xeta sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê topbaran kir. Heta niha li ser ziyan û rewşa li herêmê agahiyên zêdetir nehatine girtin.













