• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanyaya tagê hat destpêkirin

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Mirovên Şemiyê serdana Koma DEM Partiyê kir

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

    DMMEyê derbarê Can Atalay de biryara binpêkirinê da

    DMMEyê derbarê Can Atalay de biryara binpêkirinê da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

17 MIJDAR 2026 - 13:41
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A

Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê di hefteya 7emîn de li ber Edliyeya Amedê bal kişand ser qetilkirina jinan û sûcên nefretê yên li dijî transan. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku qetilkirina jinan polîtîk e û hate gotin: “Bîr, ne tenê bibîranîn e, ew di heman demê de li hemberî tundiyê parastina mafê jiyanê ye.”

Nobeta Jin, Edalet û Bîrê ya ji aliyê Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 7emîn de li ber avahiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Endamên Komeleya Jinan a Rosayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û gelek saziyên civakî tev li nobedê bûn. Di nobedê de pankarta, “Jin nobeta edalet û bîrê digirin” hat vekirin û wêneyên jinên ku hatine qetilkirin, hatin hilgirtin.

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Endama Komeleya Jinan a Rosayê Nermîn Ûnat ve hat xwendin. Nermîn Ûnat di daxuyaniyê de bal kişand ser mafê jiyanê yê jinan û polîtîkayên darazê û ev tişt anîn ziman: “Em îro li erdnîgariyeke ku jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û mirinên wan wekî ‘xwekuştin’, ‘qeza’ yan jî ‘mirina bi guman’ di tarîtiyê de tên hiştin, ji bo ku em ji bîrkirin û bêdengiyê red bikin li vir in. Em li ber edliyeya ku di polîtîkayên bêcezahiştinê de berpirsiyariya wê ya sereke heye kom bûn, da ku jinan tenê bi tundiya ku lê hatiye kirin pênase nekin. Ev kuştin ne buyerên takekesî ne; encama zîhniyeta baviksalarî, bêcezahiştin û pergala serdest a mêr in. Navê hedefgirtina sîstematîk a jiyana jinan, qirkirina jinan e. Ev qirkirin şerekî li dijî rastî û hebûna jinan e.”

Di hefteya 7emîn a nobedê de, bi boneya 20ê Mijdarê Roja Bîranîna Transên Mexdûrên Sûcên Nefretê, qetilkirina Sudenaz a li Amedê û têkoşîna edaletê ya ji bo wê hate bibîranîn. Di dawiya daxuyaniyê de çîrokên 7 jinên ku di navbera 9 û 15 Mijdarê de li bajarên cuda jiyana xwe ji dest dane hate xwendin.

‘Bi rêxistinbûyînê em dikarin tundî û qetilkirina jinan rawestînin’

Piştî daxuyaniyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak anî ziman ku armanca van xebatan ew e ku rê li ber qetilkirina jinên din bigirin û ev tişt anîn ziman: “Hevalên jin ên ku me beriya kêliyekê navên wan hejmartin û jinên ku ji jiyanê hatine qutkirin, erdnîgariyeke tu yekî ji wan tune ye. Tenê nasnameyeke wan heye; ew jî jinbûn e. Tenê nasnameyeke wan heye; ew jî ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve hatina qetilkirin e. Divê ev têkoşîn ji Amedê heta Çanakkaleyê, Afyon û Îzmîrê wekî têkoşîna jinan bibe yek, werin cem hev û têkoşîneke birêxistinkirî derxin holê da ku em bi hev re tundiya li ser jinan û kuştina jinan rawestînin.”

Piştî axaftina Serra Bûcak, çalakî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.

Etîket: aktivîstên TJAyêAmedBESÎHDnobetaedaletê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Amedê: Dema aştî pêk hat dê aborî jî baş be’

Welatiyên Amedê: Dema aştî pêk hat dê aborî jî baş be’

15 MIJDAR 2026
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha Mijdarê eşkere kir

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha Mijdarê eşkere kir

5 MIJDAR 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026

Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

24 COTMEH 2026

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
Jin dê ji bo doza destdirêjiyê ya li Sêweregê xebata tagê pêk bînin

Jin dê ji bo doza destdirêjiyê ya li Sêweregê xebata tagê pêk bînin

18 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne