Bedlîs – Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Azîz Erkiliç di tevahiya jiyana xwe de aştiya gelan parast, di vê oxirê de berê xwe da nav gerîla û jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê hûnand. Dayika Azîz Gûlpinar Erkiliç behsa têkoşîn û jiyana lawê xwe kir û wiha got: “Wî zilm û neheqî qebûl nedikir, ji bo parastina zimanê xwe berê xwe da çiyê.”
Ji şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê Azîz Erkiliç (Xeyrî Azadî) li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di nava malbatek welatparêz de hat dinyayê. Di sala 1995an de bi malbata xwe ve koçî Stenbolê kirin û li wir dest bi xwendinê kir. Lê belê ji ber zextên li ser zimanê Kurdî û qebûlnekirina nasnameya Kurdî berê xwe da çiyayên azad. Azîz Erkiliç, piştî têkoşîna salên dirêj di 6ê Çileya 2017an de şehîd bû. Malbat dibêje ku ew nizanin cenazeyê lawê wan li kî derê ye.

‘Zextên li ser ziman bandoreke mezin li ser wî kir’
Gulpinar Erkiliç diyar kir ku dema wan koçî Stenbolê kiriye lawê wê Azîz pênc salî bûye û da zanîn ku wî li Stenbolê dest mektebê kir. Gulpinar Erkiliç anî ziman ku Azîz 7 salan tenê xwend û wiha got: “Rojekî hat malê bêna wî teng bibû û keyfa wî tune bû. Min pirsî wî kir û wî jî got “Min û hevalê xwe bi Kurdî axivî, yekî hat got divê hûn bi vî zimanî neaxivin’. Min ji kurê xwe re got hûn hev nedin, herin bêjin mamosteyê xwe. Lê Azîz digot ‘Heta ez lê nedim bêhna min dernakeve’. Piştî wê rojê bandoreke mezin li ser çêbû. Edî ji mektebê dûr ketibû. Rojekî hat xatir xwest û got ‘Min helal bike, ez ê biçim’. Wisa tev li gerîla bû.”
‘Me taziyeke qelebalix danî, lê em cihê cenazeyê wî nizanin’
Gûlpinar Erkiliç anî ziman ku piştî şehadeta Azîz, wan li navçeya Başakşehîra Stenbolê şînek girseyî danîne û wiha got: “Me taziye danî, gelek qelebalix bû. Leşker pir bûn û tax hemû hatibû girtin. Niha em nizanin cenazeyê wî li ku derê ye.”
‘Ceger tiştekî zehf bi êş e, em disa ji aştiyê dixwazin’
Gûlpinar Erkiliç di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aştî û azadiyê û ev yek anî ziman: “Xwedê keda wan vala dernexîne înşelah. Em serbilind in, wî ji bo zimanê xwe şer kir û çû. Me zehmetiyeke mezin kişand. Em dixwazin aştî çêbibe. Ceger tiştekî zehmetir nîne, em dîsa ji dibêjin aştî.”












