Abdulvahap Adsoy ê ku 30 salan girtî ma û di sala 2024an de hate berdan jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku dê cenazeyê Adsoy li navçeya Qoserê bê veşartin.
Girtiyê nexweş Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salên girtîmayî di 28ê Nîsana 2024an de ji Girtîgeha Tîpa T a bi Hejmara 1emîn a Bandirmayê hate berdan, jiyana xwe ji dest da.
Adsoy ê ku li girtîgehê bi nexweşiya pencşêrê ketibû, li nexweşaneyeke li navçeya Qoser a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku dê cenazeyê Adsoy wê li Goristana Hecî Hasan Adsoy a li Qoserê bê veşartin.
Abdulvahap Adsoy ku sala 1993yan li navçeya Qoserê hate girtin, di doza jê hate darizandin de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn.
Adsoy piştî ku hate berdan wiha axivî bû: “Min sozek da û ji bo bicihanîna vê sozê ez ê bijîm. Min 30 salên xwe derbas kir, lê belê ruhê min timî bi we re bû. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê têbikoşim. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Heta ku gelê me li pişt me be kes nikare tiştekî bi me bike. Ez spasiya we hemûyan dikim.”







