Stranbêjê Kurd Hozan Kilamedîn di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Duh jî stranbêjê li herêma Dêrikê û Qoserê bi nav û deng Necmedînê Dêrikî jiyana xwe ji dest dabû.
Stranbêjê li devera Nisêbînê bi nav û deng Hozan Kilamedîn di 55 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Li agahiyên hatine wergirtin; Hozan Kilamedin çend roj berê li nexweşxaneyê anjiyo bûye û piştî anjiyo ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û birine malê. Duh nîvro li malê krîza dil derbas kiriye û malbatê ew rakiriye Nexwexaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hate zanîn ku Hozan Kilamedîn tevî mudaxileya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku cenazeyê Hozan Kilamedîn îro li Goristana Hecaca ya Nisêbînê hatiye veşartin û dê şîna wî li Mala Şînê ya Qijleyê were danîn.
Hozan Kilamedîn di temenê xwe yê zarokatiyê de li Nisêbînê dest bi rêwîtiya hunerê kiriye û li sedan dawet û dîlanan li gel birayê xwe stran strî ye û gelek stran çêkiriye. Hozan Kilamedîn yek ji wan stranbêjê herêma Nisêbînê ye ku gelek dihat hezkirin û nasîn.

Duh jî Necmedînê Dêrikî koça dawî kiribû
Duh jî Hozan Necmedînê Dêrikî li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 78 saliya xwe de ji ber krîza dil koça dawî kiribû. Necmedînê Dêrikî ku radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê cara duyem krîza dil lê dide û li vir jiyana xwe ji dabû. Cenazeyê Necmedînê Dêrikî duh li navçeya Dêrikê hate veşartin.

Her du stranbêj jî sembola dawet û şahiyan bûn
Her du stranbêjên herêma Mêrdînê gelek ji aliyê gel ve dihatin hezkirin û dawet û şahiyên li herêmê bi deng û saza xwe geş û şên dikirin. Her du stranbêj jî bi terza xwe ya ku li dawetan stranan digotin dihatin nasîn û wan bi awazên xwe coş û peroşa dawet û şahiyan radikir. Her du ji bo hunera dawetan gelek stran afirandibûn û berhemên wan di nav gel de belav bûne.







