Li Efrîkaya Başûr di encama du êrişên cuda yên çekdarî de 17 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku Polîsan ragihand, di êrişa yekemîn ku li herêmeke paytext Pretoriayê rû da û li binê bereqeyekê 9 cenaze hatin dîtin ku 6 ji wan ê mêran, 3 jî yê jinan bû. Hate ragihandin ku 9 kes bi çekan hatine kuştin.
Hate ragihandin ku di êrişa duyemîn de jî li herêmeke bejahî ya nêzî bajarê Pietermaritzburgê rû da. Li ser bihîstina dengê çekan şeva Yekşemê polîs çûn cihê bûyerê û di hundirê wesayitê de ku hatibû gulebarankirin cenazeyê 8 kesan hatin dîtin.
Li Efrîkaya Başûr ku nifûsa xwe nêzî 62 milyon mirov e, her roj derdora 60 kes di encama êrişan de têne kuştin. Zêdebûna çekên neqeyidkirî weke yek ji sedemên zêdebûna bûyerên tundiyê yên li welêt tê dîtin. Pêwendiya êrişên çekdarî bi giranî bi bazirganiya narkotîkê, madenkariya li derveyî qeydê û hevrikiya karê mînîbus-texsiyan tê danîn.







