Mûsil – Çeteyên DAÎŞê duh bi şev li Mûsilê êrişî yek ji navendê Heşdî Şabî kir.
Çeteyên DAÎŞê duh bi şev êriş birin ser yek ji navendên leşkerî yên Heşdî Şabî yên li Mûsilê.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevpar a Mûsilê, piştî êrişê gelek hêz li cihê bûyerê hatin bicihkirin û herêma êriş lê hate kirin hate kontrolkirin.
Der heqê êrîşê de agahiyên berfireh nehate bidestxistin.












