Malbata Hayrettîn Adlig ê 33 sal in girtî ye û malbata Dogan Yalçin ê 30 sal in girtî ye, diyar kirin ku tevî ku girtiyên wan cezayê xwe temam kirine jî berdana wan tê taloqkirin û bi sepanên derhiqûqî hem girtiyan hem jî malbatan ceza dikin.
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê zext û zordarî û sepanên keyfî zêde dibin. Gelek girtî tevî ku cezayê xwe temam dikin nayên berdan û di ser de jî înfazên wan tên şewitandin. Dogan Yalçin 30 sal û Heyrettîn Adlig ê 34 sal in di girtîgehê de tên ragirtin tevî ku cezayê wan xelas bûye, nayên berdan.
Birayê Dogan Yalçin û birayê Hayrettîn Adlig derbarê sepanên kêfî yên li girtîgehan û polîtîkayên li ser girtiyan tên domandin axivîn.
‘Ji girtîgehan cenazeyên girtiyên nexweş derkedivin’
Birayê Dogan Yalçin, Yaşar Yalçin da zanîn ku birayê wî tevî ku 30 sal û sê meh in di girtîgehê de tê ragirtin, nayê berdan û wiha axivî: “Ew di zindanên Êlih, Sêrt, Amed, Erzirom, Bolû, Kastamonû, Samsûnê maye û niha jî li Çorûmê tê girtin. Di nava van 30 sal û sê mehan de, ew qas bajaran gerandine. Jê re gotibûn; ‘Piştî cezayê te yê înfazê ket bin 12 mehan,daxwaza xwe ya înfazê bide.’ Ev du meh in nivîsandiye lê hê jî bersivek nedanê. Niha pêvajoyek jî hatiye destpêkirin, li gora vê pêvajoyê tu gaveke wisa şênber ji aliyê dewletê ve nehatine avêtin. Girtiyên nexweş hene. Sê roj berê hevalek jiyana xwe ji dest da. Ev jî pirsgirêkeke pir girîng e. Di vir de barekî giran dikeve ser pişta malbatan jî. Ev nêzî 4-5 salan in ku înfazên hevalan tên şawitandin û her carê çend meh didin paş. Em weke malbat ji vê yekê re nebûn bersiv. Eziyeta li me dikin ji bo xwe wekî mafekî dibînin.”

‘Poşmantiyê li wan ferz dikin’
Yaşar Yalçin bi lêv kir ku wan gelek caran daxwazname dane ji bo birayê xwe bînin li girtîgehên nêz û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê yekê re hem girtiyan û hem jî malbatan ceza dikin. Malbatekî heta ji vir diçê Çorûmê aboriyeke zêde dixwaze. Ev jî êşeke cuda ye. Ev ne exlaqî û ne jî hiqûqî ye. Ji ber vê yekê divê demildest gav bên avêtin û qanûn bên derxistin. Dû re divê hevalên nexweş ên girtî bên berdan. Ev jî niyeteke başbûnê dide mirov. Gelek caran poşmantiyê li wan ferz dikin. Em hêvî dikin di pêşerojê de gavên xweştir bên avêtin. Bangewaziya me ew e. Daxwaza me ji meclîse jî heye, divê li ser van tiştan bisekinin.”
‘Ev 34 sal in girtî ye’
Birayê Hayrettîn Adlig, Îhsan Adlig jî bilêv kir ku birayê wî Hayrettîn Adlig di sala 1993yan de hatiye binçavkirin, mehekê di binçavkirinê de îşkence dîtiye. Îhsan Adlig da zanîn ku piştî îşkenceya mehekê birayê wî hatiye girtin û wiha axivî: “Ev bû 33 sal ku girtî ye. Ew li girtîgehên Êlih, Amed, Dîlok, Sêwêreg, Bolû, Ordû, Gîrasûn, Çewlîgê gerandine û niha jî li Xarpêtê tê girtin. Ev ne qanûnî ye. Rêveberiya girtîgehê niha lê dimîne ji wan re dibêje; ‘Dewlet em in.’ Dewletê nas nakin. Li gora qanûnan divê pirtûkan bidin wan. Divê di hevdîtinên malbatan de pirsgirêk dernekevin, lê gelek pirsgirêkan derdixin. Gelek caran me derbarê wan girtîgehan de gilî jî kiriye, lê mixabin heman nêzîkatî berdewam e. Em dibêjim em ê biçin hevdîtinê lê mahêlin. Hevdîtin saetekî ye, çend caran nehiştine em 5 deqeyan jî bimînin.”

‘Birayê min bûye weke hestî û çerm’
Îhsan Adlig bi bîr xist ku gelek caran poşmantiyê li birayê wî ferz kirine û wiha got: “Ji ber poşmantiyên qebûl nakin berdana wan derengî dixin. Wan tiştekî ku pê poşman bibin nekirine. Dema ku em çûn hevdîtinê, me dît ku kesên astengdar hebûn, nikaribûn bihatana ser maseyê rûniştina. Yên wisa ne yên girtîgehê ne. Ger ku sûc kiribin, bila girtina li malê bidin wan. Niha bi birayê min re nexweşiya anemî ku kêmbûna xwînê ye, heye. Ev nexweşî ji zarokatiya wî heta niha pê re heye. Niha jî gelek zaîf bûye, bûye mîna hestî û çerm. Xwarin û şert û mercên girtîgehê jî gelek nexweşin. Divê ne niha 20 sal berê bihata berdan. Di vir de dixwazin hem malbatê û hem jî girtî ceza bikin. Bi rastî jî ev pêvajo ji bo kesên ku zehmetiyan dîtine gelek girîng e. Em dixwazin parlamenterên me di meclisê de, bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinan bikin. Da ku guhertin çêbibin.”





















