* Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîrê Mele Newaf, bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û diyar kir ku tecrûbeya 13 salan a li Rojava destkeftiyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku ferzkirina sîstemên navendî û sînordarkirina ziman bi 3 saetan tê wateya çewisandinê û wiha got: “Divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeya nû de wekî zimanê fermî bê qebûlkirin.”
* Muhîttîn Altin ê ku piştî 32 salan ji girtîgehê hate berdan diyar kir ku girtiyên nexweşiya wan giran in mafê wan ê tedawiyê tê binpêkirin û got: “Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin, gelo çima? Ji ber ku hiqûqeke hebûna van hevalan qebûl bike tune ye. Divê di vî warî de sererastkirinek bibe. Heke sererastkirinek nebe dê çawa çareserî pêk were?”
* Malbata Hayrettîn Adlig ê 33 sal in girtî ye û malbata Dogan Yalçin ê 30 sal in girtî ye, diyar kirin ku tevî ku girtiyên wan cezayê xwe temam kirine jî berdana wan tê taloqkirin û bi sepanên derhiqûqî hem girtiyan hem jî malbatan ceza dikin.
* Hunermendê Kurd Ahmet Kaya yê ku bi stranên xwe bû dengê gelên bindest û ji ber xwesteka xwe ya gotina straneke Kurdî êrişek nijadperest lê hatibû kirin li gel ku 26 sal bi ser koça wî re derbas bûye jî hê jî bandoreke şoreşgerî û hunermendiyek rasteqîn li ser civak û nifşê nû dike.
* Ciwanên ku tev li konferansa YCK-KURD a Serhedê bûn destnîşan kirin ku li dijî şerê taybet pewîst e ku ciwan xwe rêxistin bikin û ji bo xebeta civaka demokratîk banga tevlibûna xebatên YCK-KURDê li ciwanan kir.
* Derûnnas Huseyîn Erol bal kişand ser derûniya zarokan û ziman û wiha got: “Bêyî zimanê dayikê, zimanê duyem jî pêş nakeve û divê zarok bi zimanê dayika xwe were mezinkirin.”
* Nejdet Salturk ku aşvaniyê dike destnîşan kir ku gundên derdorê hê jî wekî berê genimên xwe tînin û li aşê wan dikin arvan.
* Komeleya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê dê li baxçeyê Fakuleteya Wêjeyê çalakiya “Roja Hevnasînê” li dar bixe. (12:00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê bi boneya hevdîtinên li ser budçeya Wezareta Tenduristiyê li ber Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê daxuyanî bide. (12:30)
* Sazî û rêxistinên jinan dê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan bi şiara, “Ji bo jiyaneke azad û wekhev gotina me heye, li dijî tundiyê raperîna me heye” li Cadeya Yukselê ya Enqereyê deklarasyona 25ê Mijdarê eşkere bike. (18:30)
Kirmanckî
* Parlamenterê DEM Partî Omer Faruk Hulaku badê zîyaretê Hepisxaneyê Ereglî qisey kerd û dîyar kerd ke dozgero newe bi helwestêko xirab vera Prosesê Aştî heqanê qezenckerdeyan ê hepsîyan peyser gêno.











