• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Otomatik taslak

    YCK-KURD: Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk e

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Otomatik taslak

    YCK-KURD: Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk e

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

Enqere / AW

15 MIJDAR 2026 - 12:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Siyasetmedara Kurd Leyla Guven ku ji panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratik” peyamek şand, destnîşan kir ku ew di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin.

Siyasetemdara Kurd Leyla Guven li ser navê 30 jinên girtî li Girtîgeha Sîncanê ji panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratik” ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ve tê lidarxistin re peyamek şand.

Peyama Leyla Guven wiha ye:

“Kedkarên Hêja yên Kongreya Civakên Demokratîk (HDK), Hevrêyên ku tev li panelê bûne, dostno;

Wek 30 girtiyên jin ên siyasî yên li zindana Sîncanê, em we bi hesreta asîmanê şîn ê bêdawî hembêz dikin. Her çiqas ji aliyê fîzîkî ve em ne li cem we bin jî, bizanin ku bi hest û ramanên xwe em bi we re ne.

Hevalên hêja,

Her kesê ku bi îdiayên şoreşgerî derketiye ser rê dizane ku zindan jî stasyoneke neçarî ya têkoşînê ye. Hema bêje tu şoreşgerek nîne ku tev li vê nobetê nebûbe. Wek ku hevrêyê me yê hêja Sirri Sureyya dibêje: “Hepisxane jî parçeyek ji welat in.” Ji ber vê yekê em baş in, bêmoral nîn in û bi hêvî ne; lewra em baweriya xwe bi xwe û bi we hevrêyên xwe tînin.

Hevalên binirx, hevrêyên me,

Tevî krîz û alozîyên piralî yên li welat, hewldana gelan a ji bo afirandina rojeva xwe pir bi qîmet e. Ev panel jî mîna meşaleyek e ku di tarîtiyê de hatiye pêxistin. Em jî van keda ku ji bo xurtkirina rojeva rastîn a gelan tê dayîn, pir bi wate dibînin. Girîngiya organîzasyon û civînên wiha her ku diçe zêdetir dibe. Deşîfrekirina rastîn a rojevên sexte, hilweşînên civakî û komkujiyên li ser jinan di bingehekî rast de gelekî girîng e. Di heman demê de, em di wê baweriyê de ne ku divê ji xuyaniyan wêdetir, timî were gotin ku alternatîfên wan nîn in.

Wek ku hûn jî dizanin, piştî her aloziyê bêçaretiyek li ser civakê tê ferzkirin; tê gotin ku “Bi van re nabe.” Pirsa “Nexwe dê bi kê re çêbibe?” li holê radiweste. Li gorî me, tam di vî noqteyê de divê bi dengekî bilind û bi her zimanî were qêrîn: Dê bi hêza xweser a gelan bibe! Divê were gotin “Em gel in.” Li hemberî hêza hevgirtî û rêxistinkirî ya gelan, kîjan pergal û kîjan hêz dikare bisekine?

Hevrêyên birêz,

Wek ku hûn dizanin, li Rojhilata Navîn sedsala 21emîn ji aliyê desthilatdaran ve tê sêwirandin. Di vê çarçoveyê de dibêjin “Bila gelê bê statu û rêxistina çekdar nemîne” û bi vê têgihiştinê her roj hewldanên nû yên dagirkeriyê dikin. Gotineke navdar heye: “Yên ku çareseriya wan bi xwe nîn e, mecbûrê çareseriya kesên din dibin.” Bi rêya nîşandana zindî ya komkujî, mirin, êş, birçîbûn û bêçaretiya li Xezeyê ji bo hemû gelên cîhanê, dagirkerî û xerabiya bêdawî normalîze dikin. Erê, bi milyonan mirovan mîna temaşekirina fîlmekî li wan dîmenên wehşetê temaşe kir û tiştek ji destê wan nehat.

Xwestin ku heman konseptê li Rojava jî bixin meriyetê. Li gorî we jî belavkirina vîdeoya bi keziyên porê hevrêyeke jin, an avêtina jinekê ji avahiyê piştî kuştina wê, ne provokasyon bû? Hûn dizanin ku taktîka emperyalîstan a “Pêşî jinan bikujin”, wehşeteke wisa ye ku heta roja îro timî hatiye dîtin û pêkanîn.

Erê, mijara panela we ya derbarê entegrasyona demokratîk a de di pirsa Kurd de, qanûna çarçoveyê û hwd., mijarên bingehîn û êşdar ên welat in. Gelê Kurd ê ku zêdetirî sed sal e ji çiyayan ve li muxatabê xwe, nasname û çanda xwe ya înkarkirî digere, di dawiyê de ew dît. Bi eşkere tê diyarkirin ku ev muxatab ne desthilatdariya heyî ye, lê rasterast dewlet bi xwe ye. Gelê Kurd di têkoşîna 50 salên dawî de şerê xwe yê hebûn û rûmetê temam kiriye. Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin. Gelê Kurd; bi pêşengiya xwe, bi saziyên xwe û bi gelê xwe yê li hemû parçeyan dixwaze di ronahiya paradîgmaya nû de rêya xwe bidomîne. Em dixwazin civaka demokratîk li ser bingeha entegrasyona demokratîk ji nû ve ava bikin.

Pêşxistina siyaseta demokratîk bi rêya polîtîkaya pratîkî, li dijî têgihiştina sosyalîzma dewlet-netewe ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku em civakê li ser bingeha neteweya demokratîk, eko-aborî û komunalîzmê ji nû ve ava dikin. Pêkhatina entegrasyona demokratîk li parçeyên din jî armanca me ya sereke ye. Ev modela ku em wek beşdariya rasterast a gel a di biryarên jiyana xwe de dibînin, dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn jî bibe pêdiviyeke jêneveger. Li vê erdnîgariya xwedî pirçandî, pirnasname û gelek baweriyan, modela herî rast dê ev be. Bi demê re dê pir zelaltir were dîtin ku rêya yekane ya jiyaneke wekhev, azad û bi aramî hem ji bo welatê me hem jî ji bo herêma me tenê ev e.

Dema mirov li daxwazên guhertinê yên li cîhanê dinêre, gelekî zelal e ku modela herî rasteqîn; derbaskirina dewlet-neteweyan e û avakirina modela civaka komunal û neteweya demokratîk e ku mekanîzmaya kontrolê di destê gelan de be. Nexwe, wekî pêvajoya ku jê re digotin “Bihara Erebî”, mirovên ku daketin kolanan û berdêlên pir giran dan, dê destvala vegerin malên xwe. Ji ber ku di destê wan de plan, bername, model û pergaleke rast ku jiyana gel biguherîne tunebû. Dema wisa bû, zaliman jî li zilma xwe dewam kir. Gelê Kurd di vê mijarê de bêtir bi şans e; serkeftina vê pêvajoyê dê ji bo gelê Kurd bihareke azadiyê, ji bo gelên Tirkiyeyê jî bihareke demokrasiyê bîne. Ji bo cîhanê jî rêbertiya me dibêje: “Çima Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Cîhanê ava nebe?” Eger armanca we zelal be, hûn ê rê û rêbaza wê jî bibînin, ne wisa ye?

Hevrêyên hêja!

Hûn li wir in, ji ber ku hûn qîmetê didin. Wek ku hûn dizanin, gava gotin bi heqîqetê re bibe yek, pir bihêztir dibe. Hûn jî hem di vê panelê de hem jî li gelek qadên din van gotinan tînin ziman û bi vî awayî tevkariyê didin pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk. Lewra hûn ew hevrê ne ku dikarin bibêjin “Zilm ji me be jî, ez ne ji wan im” û li dijî her cûre qirkirinê gotina xwe venaşêrin.

Hevalno,

Wek ku hûn dizanin, serdemên krîz û aloziyan di heman demê de ew dem in ku herî zêde derfetên nû di nav xwe de dihewînin. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bigihêje serkeftinê û gel bikaribin paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bixin pratîkê, her ked û xebat pir binirx e.

Dema ez gotinên xwe diqedînim, ez her yek ji we bi germahiya hevrêtiyê hembêz dikim û di lêgerîna we ya wateyê de serkeftinê dixwazim. Bi hêviya dîtina li serdemeke ku “erd bibe rûyê evînê”, ji xebatên we re serkeftinê dixwazim. Serkeftin!”

Etîket: Leyla Guvenpanela aştî û civaka demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

15 MIJDAR 2026
Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

24 ADAR 2026
‘Newroza bê em ê bi Rêber Apor re pîroz bikin’

‘Newroza bê em ê bi Rêber Apor re pîroz bikin’

21 ADAR 2026
Pervîn Buldanê serdana Leyla Guvenê kir

Pervîn Buldanê serdana Leyla Guvenê kir

26 SIBAT 2026
Meşvanên hêviyê gihiştin Xelfetiyê: Azadiya rêbertiya me xeta me ya sor e

Meşvanên hêviyê gihiştin Xelfetiyê: Azadiya rêbertiya me xeta me ya sor e

2 COTMEH 2025
Leyla Guven: Banga Abdullah Ocalan dê êşa sedan salan aş bike

Leyla Guven: Banga Abdullah Ocalan dê êşa sedan salan aş bike

12 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne