*Tevî ku li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nêzîk du sal derbas bûne jî li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin û di vê pêvajoyê de herî dawî bi giştî 16 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hevserokên MEBYA-DER û TUHAY-DERê yên Wanê û welatiyan bertek nîşanî vê xemsariya dewletê dan û xwestin girtiyên nexweş û siyasî demildest bên berdan.
*Rêvebera DADê ya Wanê Rûken Kilinç derbarê neaşkerekirina cihê gorên Seîd Riza û hevalên wî de anî ziman ku tevî 89 sal bi ser darvekirina wan re derbas bûne jî hêj cihê gorên wan nayê zanîn û wiha got: “Xwedîderketina rast a li mîrateya wî, parastina îqrarê, sekina li dijî asîmîlasyonê û qebûlkirina heqîqetê ye.”
*Di van 50 salên dawî yên têkoşîna azadiyê de Dayikên Aştiyê her bi rol û mîsyona xwe radibin û tişta dikeve li ser milên wan pêk tînin. Dayika Aştiyê Ferîde Ozlû jî yek ji wan dayikan e ku di vê têkoşînê de hem ji gundê xwe bûye û hem jî zarokeke xwe winda kiriye.
*Mûzaffer Gurcey ku li bajaroka Bazarcixê 35 sal in hesînkariyê dike, ev kar li cem bavê xwe hîn bûye. Mûzaffer Gurcey hemû hewcedariya bajarok û gundên nêz ên tamîr û çêkirina amûran bi tena serê xwe pêk tîne.
*Welatiyên ku li kolanên Amedê derbarê rewşa aborî de axivîn, bal kişandin ser giranbûna şert û mercên jiyanê û diyar kirin ku çareseriya bingehîn a pirsgirêkên aborî avakirina aşitiyê ye.
*Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir li Amedê dê tev li forûma “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” ya Meclisa Ciwanên DEM Partiyê bibe. (13.00)
*HDK û OHDê dê li Eywana TUMBEL-SEN a navçeya Çankaya ya Enqereyê panela Aştî, Edalet, Azadî û Civaka Demokratîk li darbixin. (10.30-17.30)
Kirmanckî
* Serrgêra 89. ya dardekerdişê Seyîd Riza û embazanê ey de, tornanê ey bale ante ser ke birîna Dêrsimî hewna zî teze ya; înan da zanayene ke aştî bê rîbirîbîyayîş nêbena û waşt ke dewlete bilez cayê merzelan eşkera bikero û ef biwazo.
* Merdimanê ke kuçeyanê Amedî de derheqê rewşa ekonomî de qisey kerd, bale ante giranîya şert û mercanê cuyayişî ser û dîyar kerd ke çareserîya bîngeyêne ya meseleyanê ekonomî qedîyayîşê şerî û ronayîşê aştîye yo.
* Dêrsim de seba serregera 89. ya qetilkerdişê Seyîd Riza û embazanê ey, Kuçeyê Hunerî ra hetê Meydanê Seyîd Rizayî ra rayraşîyayîş yeno kerdene û çalakîya vîrardişî yena viraştene. Reyna Meydanê Seyîd Rizayî de bi şuwaran vîrardiş yeno kerdene. (12.00-19.30)












