• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Enqere / AW

13 MIJDAR 2026 - 21:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel bi lêv kir ku di demen pêş de desteya bi koordînatoriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku aktivîst, parêzerên wî, siyasetmedar û rewşênbîran jî di nav de cih digire dest bi xebatan bike û got: “Piştî îlana wê hat kirin rojnameger jî dê biçin. Muzakere gihiştinê vê astê û divê êdî pratîze bibe.”
Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel tevlî bernameyeke taybet a Nûçe TV bû û derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de agahiyên girîng parvekir. Tayîp Temel anî ziman ku bi gelek zor û zahmetiyan û astengiyan jî pêvajo heta asteke hatiye û ji vê paşve gavavêtin ji bo hemû aliyan zahmet e. Her wiha Tayîp Temel bi lêv kir ku pêvajo bi îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vê aste û wiha got: “Heke Rêber Ocalan nebûna û nexwestina gelê Kurd di vî agirî de biparêze ne mumkun e kesên din ew gav bi Tevgera Azadiyê bida avêtin.”
Temel derbarê girîngiya pêvajoyê de jî diyar kir ku ew pêvajo pêvajoya qezenckirina herdu aliyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 27ê Sibata 2025an û vir ve di navbera dewlet û Tevgera Azadiyê de agirbest heye. Şer sekiniye. Ew merhaleya yekem bû. Tevgera Azadiyê gavên pêwîst avxtin û xwe fesih kir û çek şewitandin. Tu pêvajoyan de gavên ew qas mezin nehatine avêtin. Avabûna komisyona meclisê, çûyina komîsyonê li Girava Îmraliyê û çêkirina qanûna çarçoveyê jî encama muzakereyan e.”
‘Pirsgirêka mezin şert û mercên Rêber Ocalan e’
Tayîp Temel tekildarî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir ku yek jî pirsgirêka herî mezin a di pêvajoyê de şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt gotin: “Tevgera Azadiyê di kongreyê de jî diyar kir ku ji bo avêtina gavan divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin. Di hevdîtinan de jî em dibinin dewletê şertek daniye. Heta çek bi temamî ji holê ranebe gav neyên avêtin. Ji bo wê jî avêtina gavan weke berdana girtiyên siyasî, radestkirina şaredariyên bi qeyûman hatine desteserkirin. Ew yek jî di civaka Kurd de bê baweriyê çêdike. Di her hevdîtinê de rexneya me ji rayedarên dewletê re ew bû; hûn nahêlin baweriya civakê ji pêvajoyê çêbibe. Daxuyaniyên Bahçelî, Serokkomar û Îbrahim Kalin jî nişan dide ku pêdiviya dewletê bi vê pêvajoyê heye. Gelê Kurd tevî hemû polîtikayên dewletê jî dev ji doza xwe berneda û zimanê xwe parast.”
‘Di demeke nêz de Desteya Rêber Ocalan dê dest bi xebatan bike’
Temel da zanîn ku desteya koordînatoriya wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike dê dest bi xebatan bike û wiha pê de çû: “Ji parêzeran birêz Ocalan, aktivîstan, rewşenbîran û siyasetmedaran desteyeke heybet û koordînatoriya wê birêz Ocalan dike dê dest bi xebatan bike. Piştî îlana wê hat kirin rojnameger jî dê biçin. Muzakere gihiştiye vê astê û divê êdî pratîze bibe. Şert û merc ferz dikin ku di demekê nêzîk de ew deste dest bi xebatan bike û rojnameger jî biçin. Daxwaza Rêber Ocalan jî ew e ku rojnameger biçin û fikren xwe rasterast ji raya giştî re ragihîne. Li gor nîqaş û muzakereyên hatine kirin êdî di vê mijarê de taloqkirin tune ye. Rêber Ocalan xitimîna pêvajoyê bi pêşbinî û pêşniyarên xwe derbas kir. Gelê Kurd li benda dengê birêz Ocalan e. Gelên Tirkiyeyê jî birêz Ocalan dikare îkna bike. Birêz Ocalan dibêje; ‘Ez ê hemû têgihanên derbarê min de yên di nava gelên Tirkiyeyê de hatine çêkirin bişkînim û projeya xwe pêşkêş bikim’.”
Xebatên avakirina Civaka Demokratîk a Komînal
Temel destnîşan kir ku weke DEM Partî ew jî xwe li gor demen nû amade dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rexneyên Rêber Ocalan jî li ser me ew bû ku me serdem baş nexwand. Me têkoşîn û muzakere nekarî bigihîne merhaleyekê. Me dikarîbû baştir vê pêvajoyê binirxîne. Lê amadekariyên me jî hene. Tevgera me ya siyasî ya demokratik nîqaşa helbet mîsogerkirina hiqûqî ya hebûna gelê Kurd e. Lê di vê pêvajoyê de nîqaşa me çi girt û çi standin şaş e. Divê em nebêjin dewletê neda.  Ev pêvajo pêvajoya avakirinê ye. Dewlet nade. Hertişt bi xurtkirin û mezinkirina têkoşînê dê çêbibe. Amadekariyên me li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên pêşvebirina civaka demokratik a komînal hene. Îhtîmaleke mezin dê bi kongreyeke xwe îlan bike. Em jî li benda vegeran e. Vegera hem endamên Tevgerê û hem jî kesên li derveyî welat in. Ew jî dê bibin dînamîkên mezin. Birêz Ocalan ji bo kesên vegerin jî dibêje peywîra wan yek bi yek ez ê diyar bikim.”
‘Birêz Ocalan armanca wî Kurd e, azad e’
Temel li ser rexneyên ji bo mafên neteweyî tên kirin jî wiha axivî: “Birêz Ocalan armanca wî Kurd e, azad e. Ji Kurdbûnê tawîz nayê dayîn. Divê em baweriya xwe bi hêz û qeweta xwe bînin û dest bi xebatan bikin. Birêz Ocalan dibêje; ‘Ez amade me hesabê 50 salî bidim lê ez ê hesap jî bipirsim’. Piştî birêz Ocalan derbasî xaniyê nû bû sekreterya jî hat xurtkirin û birêz Ocalan di wir de xebatên xwe jî didomîne. Birêz Ocalan li bendê ye ku bi rojnameger, aktivîst û akademisyenan re hevdîtinê bike. Dirûşmeya pêvajoyê ji bo birêz Ocalan avakirin e. Avakirina aştiyê û civaka demokratik e. Ji destê kê çi tê divê bike.”
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

13 MIJDAR 2026
Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

13 MIJDAR 2026
Roja ewil a Festîvala Rojava bi çoş berdewam kir

Roja ewil a Festîvala Rojava bi çoş berdewam kir

13 MIJDAR 2026
Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

13 MIJDAR 2026
Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

13 MIJDAR 2026
Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

13 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne