Li taxa Halilaqaya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, ji ber pirsgirêka qutbûna ceyranê di navbera xebatkarên VEDAŞê û welatiyan de şer derket.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, bûyer ji ber nakokiyên li ser xirabûna xetên ceyran û îdiayên “ceyrana qaçax” rû da. Nîqaşa ku di navbera xebatkarên VEDAŞê û welatiyan de dest pê kir, di demeke kurt de mezin bû û veguherî pevçûnê.













