• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

    Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

    Aydin Kûdat piştî 34 salan hat berdan

    Aydin Kûdat piştî 34 salan hat berdan

    ‘Dema ez şehîd ketim Ala Rengîn deynin ser darbesta min’

    ‘Dema ez şehîd ketim Ala Rengîn deynin ser darbesta min’

    TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

    TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

    Karasu: Sedsala 21an sedsala Kurdan e

    SAMER: Welatî dixwazin tev li pêvajoyên biryardayînê bibin lê ji pêkanînê bêbawer in

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

    Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

    Aydin Kûdat piştî 34 salan hat berdan

    Aydin Kûdat piştî 34 salan hat berdan

    ‘Dema ez şehîd ketim Ala Rengîn deynin ser darbesta min’

    ‘Dema ez şehîd ketim Ala Rengîn deynin ser darbesta min’

    TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

    TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

    Karasu: Sedsala 21an sedsala Kurdan e

    SAMER: Welatî dixwazin tev li pêvajoyên biryardayînê bibin lê ji pêkanînê bêbawer in

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ber wezaretê bang kirin: Mafê zimanê dayikê bingeha aştiyê ye

Enqere / AW

12 MIJDAR 2026 - 13:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi daxwaza budçe ji perwerdehiya bê pere û mafê zimanê dayikê re were veqetandin li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiya Enqereyê Yilmaz Yildirimci destnîşan kir ku mafê zimanê dayikê bingeha aştiyê ye û xwest daxwazên wan bi cih werin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê, bi daxwaza budçe ji bo perwerdehiya bê pere û zimanê dayikê were veqetandin li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên demokratîk û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrta li ser, “Budçe ji bo perwerdehiyeke zanist, bê pere û zimanê dayikê” dinivisî hate vêkirin. Her wiha girseyê dovîzên li ser, “Ne ji bo sermayeyê ji bo perwerdehiyê budçe” dinivisî rakirin û dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me ye” û “Zimanê me rûmeta me” berz kirin.

‘Divê MESEM ji holê bên rakirin’

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Yilmaz Yildirimci daxuyanî xwend. Yılmaz Yildirimci destnîşan kir ku ew budçeya ne ji bo perwerdehiya bê pere û zimanê dayikê napejirînin û wiha got: “Xwarina bê pere ji bo xwendekaran mafek e. Krîza aborî û polîtîkayên AKPê yên ji bo sermayeyê xizaniya zarokan zêdetir dike. Bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiyê bêpar mane. Rêgeza dewleta civakî û wekheviya perwerdehiyê ji holê rabû ye. Tevî vê yekê jî budçeya sala 2027an ne ji bo perwerdehiyê û xwendekaran lê ji bo sermayeyê hatiye veqetandin. Li ser navê MESEMê zarokan dikin karker. Divê MESEM ji holê bê rakirin û budçe ji bo mafê xwendekaran were veqetandin. Li gorî daneyan 95 zarok ji ber kontrolek baş nehatiye kirin di MESEMê de jiyana xwe ji dest dane.”

‘Mafê zimanê dayikê bingeha aştiyê ye’

Yilmaz Yildirimci da zanîn ku divê mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û hemû zimanên dayikê bê nasîn û ev yek anî ziman: “Mafê zimanê dayikê bingeha hemwelatiya wekhev û aştiyê ye. Lê budçeya Wezareta Perwerdehiyê polîtîkayên yek ziman, yek netew û yek baweriyê didomîne. Mafê zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye. Parastina mafê zimanê dayikê parastina demokrasî û aştiyê ye.”

Yilmaz Yildirimci daxwazên partiya xwe wiha anîn ziman û ev daxwaz wiha rêz kir:

* Divê li hemû dibistanan mafê xwarina bêpere ya xwendekaran bi cih were û zarok bigihîjin xwarin û vexwarina paqij.

* Divê pêkanîna MESEMê bi dawî bibe û zarokan nebin karker.

* Mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Divê perwerdeyi bi Kurdî û hemû zimanên dayikê bi cih were û dawî li polîtîkayên yek zimanî yê perwerdehiyê were anîn.

* Divê budçe ne ji bo rantê, sermayeyê û faîzê lê ji bo xwendekar û perwerdehiyê bê veqetandin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: budçeDEM PartîPerwerdehiya bi KurdîPerwerdeya Zimanê Zikmakî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

Rêveberiya Meclisa DEM Partiyê: Têkoşîna hevpar peywîra serdemê ye

12 MIJDAR 2026
Numan Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir

Numan Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir

11 MIJDAR 2026
Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

10 MIJDAR 2026
Kurtulmuş ji bo ‘Komîsyona Çavdêriyê’ dest bi serdanan dike

Kurtulmuş ji bo ‘Komîsyona Çavdêriyê’ dest bi serdanan dike

10 MIJDAR 2026
Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

7 MIJDAR 2026
Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

Rapirsî: Gendelî û krîza fonê rayên AKPê kêm kir

6 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Cîhan Celo: Di dîrokê de cara yekem Êzidî bi awayekî fermî tên naskirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne